Dostaniya Tirkiye û Rûsya ber dawî ve diçe?

A.Rahman Çelîk

Tirkiye bi destpêka Şerê Ûkraynayê êdî nikare di navbera her du welatan de polîtîkaya balansê bimeşîne. Wisa xuya dike Enqere di meseleya dawî de wê bide pey rêka NATO’yê. Bê guman wê ev yek jî wê bi hêsanî pêk neyê û berdêlên wê hebe.

Yek ji welatê ku muhtemelen wê ji ber şerê li Ûkraynayê zirarê bibîne bêguman Tirkiye ye.

Serokê Tirkiyeyê Erdogan bi daxuyaniyekê got; “Operasyona Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê nayê qebûlkirin.”

Li aliyê din jî got “ew herdu welatan wekî welatên dost dibînin.”

Beriya wê jî gotibû “ne mimkun e ew ji herdu aliyan, dev ji aliyekî berdin.”

Bi van gotinan xuya ye, Erdogan ne dikare ji dêrê bibe û ne jî ji mizgeftê.

Erdogan û Zelensky 3 hefte berê li Ûkraynayê peymaneke aborî û leşkerî îmze kirin. Enqere û Kîew plan dikin bi hev re hilberîna dronên bayraktar bikin. Herwiha hecma bazirganiyê wê ji 7 milyar dolarî derxin 10 milyar dolarî.

Destpêka operasyonê, serokê Ûkraynayê Zelensky tevgera Rûsyayê wekî dagirkerî bi nav kir û li ser vê yekê rewşa awarte îlan kir.

Heman katê, li muttefîkên xwe yên NATO’yê jî banga alîkariyê kir.

Yek ji van muttefîkan, qaşo Tirkiye ye.

Riyên Behrê yên Tirkiyeyê

Sefîrê Ûkraynayê yê Enqerê Vasyl Bodnar ji Tirkiyê xwest, sehaya hewayê û deriyê bahra xwe ji Rûsyayê re bigire.

Bersiva vê ji aliyê berdevkê AKP’ê Omer Çelik ve hat dayîn.

Berdevkê AKP’ê devê xwe bir û anî li ser Peymana Montroyê got; “ew hemû senaryoyên ji Montroyê dertên dinirxînin.”

Bersiva daxwaza Ûkraynayê, helbet ne hêsan e.

Li aliyekî Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û NATO, li aliyê din Rûsya û li paşxaneya wê Çîn…

Bi awayekî din bê gotin, şerê fîlan…

Tengavên Çanakkale û Stenbolê yên Tirkiyeyê. Bi vê riya behrê Ûkrayna û Rûsya dikarin xwe bigihînin Derya Spî. Ûkrayna ji Tirkiyeyê dixwaze rêka her du tengavan ji keştiyên şer ên Rûsyayê re bigire.

Her çiqas Erdogan bêje “ew navbeyntiyê dike”; di vê meselê de, ji xeynî piştgirên wî ti kes guh nadêyê.

Wekî serokê partiya DEVA’yê Alî Babacan jî dibêje, “Qaşo Erdogan wê navbeyntî bikira, lê li Afrîkayê ji xwe re welat bi welat digere.”

Hêjayî gotinê ye; di vê krîzê de, herî zêde Erdogan piştevaniya rêveberiya Zelensky dike.

Ligel Amerîka û Brîtanyayê, Tirkiye jî çekên xwe yên Bayraktar TB2’yan difiroşe Ûkraynayê.

Beriya vê krîzê, Pûtîn ji bo vê bazirganiyê hişyarî dabû û gotibû; ev çek li herêma Donbassê têne bikaranîn û bi vî awayî peymana Minskê tê xerakirin.

Erdogan li aliyekî dibêje ew nikarin têkîliya xwe ji herdu aliyan jî qut bikin, li aliyê din jî, ji bo mudaxele bike, dixwaze zorê bide NATO’yê da ku leşkeran bişînin herêmê.

Li eniya Rûsyayê jî, meselaya Sûriye û Rojava Erdogan dixe zorê.

Bandora Rûsyayê

Tê zanîn, hebûna Erdogan a li herêmê ji sedî sed girêdayî Rûsyayê ye.

Operasyonên heta niha dane meşandin jî bi destûra Rûsyayê hatine kirin.

Hebûna Tirkiyê ya li Idlîb û  Efrînê bêyî destûra Rûsyayê ne mimkûn e.

Li gorî pêşveçûnê, Rûsya dikare polîtîkayên xwe yên vê herêmê biguhere û Tirkiyê têxe zoreke mezin.

Dîsa di warê enerjiyê de, Tirkiye nîvê gaza xwe ya xwezayî ji Rûsyayê dikire û nîvê wê jî di hilberîna elektrîkê de bi kar tîne.

Li gorî van hesaban, ne hêsan e rejîma Erdogan ji nav vê dubendiyê derkeve.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan. …