DISA lêkolîna xwe ya dawî weşand

“Êdî tiştê çû çû, êdî dem çû”

 

Pirtûka lêkolîna Dr. Nesrîn Uçarlarê, bi nave Tu tişt ne li cihê xwe yePiştî pevajoya pevçûnan daxwazên edalet û rûbirûbûna bi rabirduyê re hat weşandin.

Di pêşberîhevbûna paşerojê de rewşa mexdûr, şahîd, yên ku sax mane çi ne? Rewşa
faîl, berpirsiyan, yên ku bûne temaşevan, yên ku nizanin – yên ku dizanin lê xwe li nezaniyê datînin çi ne? Di vê pêşberîhevbûnê de bîr, şîngirtin, efûkirin, rik (kîn) û xeydanbûn dostaniya sîyasî çawa dixebite? Pêşberîhevbûn, efû kirin û li hev kelal kirin çawa pekan e? Ev xebatek e ku bersiva van pirsan, kontrolkirina tecrûbeya teorî û pratîkê li Mûş, Bedlîs, Wan, Culemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Batmanê û li Amedê dike.

nesrin_ucarlar
“Êdî tiştê çû çû, êdî dem çû”
Ev peyvên jîneke ji Wanê ye ku mêre wê berî 20 salan, di salên 90’î de li kuçeyekê hatiye kuştin. Kesên wiha ku êşa bi peyvên giranbuha jî tînin zimên hene û yên ku zêmara dibêjin jî hene.
Pêşberîhevbûna şer, mirin, îşkence, mîrasa bi windabûna salên 90’î, ev rasterast tenê ne yê mexdûran, lê divê yê hemû însanan be. Ev lêkolîn vekolîneke bingehîn a li ser dijwarî, derfet û amrazên vê xebatê ye. Xebateke him teorîk him jî pratîk ku derfetên rewşa xebatê vedikole. Pîştî demên lihevxistinê çareserî çawa tê bidestxistin? Têgehên edaleta cezaker û veherîner kîjan deriyan ji me re vedikin? Mafê heqîqatê çima “heq”eke?

Jêder: DISA

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …