Dîroka Kurd û Kurdistanê ji arşîva Mînorskî

 

 

 

 

Bi piştevaniya ”Gazprom Neft”ê pirtûkeke derbareyê dîroka Kurdistanê hate çapkirin

Di çarçova pêkanîna projeyên sosyal li herêmên ku şîrketa Rûsîyayê ”Gazprom Neft” li wan kar dike, pirtûkeke degme derbareyê kûltûr û miletzanîya kurdan de, bi sernavê ”Xaka efsûnan: kûltûra kurdan bi çavên lêkolînerên rûs”, hate çapkirin.

Di pirtûkê de bêtir ji 60 wêneyên kesên kurd di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de cî girtine. Ew ji arşîva rojhilatnasê rûs yê pêşewa Vladîmîr Mînorskî, lêkolîner û geştîyarên rûs hatine civandin. Her weha gotar û lêkolînên zanyar û geştîyarên rûs ku dîrok û kûltûra kurdan lêkolîn kirine.

Pêşgotina pirtûkê jiyana curbecur ya gelê Kurd di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de ronî dike: kelayên kevnar, mizgeft, bajar û dîdemên wê qonaxê, weke V. Mînorskî nivîsand -”mirovên rastîn”.

Jêder: Ria Taza

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …