Diplocat ji nû ve hat vekirin

Konseya Dîplomasiyê ya Katalonyayê ji nû ve hat vekirin. Konsey bi awayekî fermî di 26’ê Tîrmehê de Ji aliyê nûnerên hikumeta Katalan û rêxistinên cihêreng ên Katalan hat vekirin.

Serokê Katalonyayê Quim Torra û Wezîrê Karê Derve yê Katalonyayê Ernest Maragall Çarşemê ragihandibûn ku wê Diplocat ji nû ve bê vekirin.

Herwiha hat diyarkirin ku wê sekreterê kevn ê Diplocatê Albert Royo ciyê xwe ji Natalia Mas re bihêle. Mas Sekreterê Giştî yê Karê Derve yê hikumeta Katalan e.

Diplocat bi mebesta li di qada navneteweyî de agahdarî û zanîna di derbarê Katalonyayê de bê pêşxistin di 2012’an de hatibû avakirin. Sazî heta aniha gelek bernameyên di derbarê Katalonyayê de ku kesên biyanî beşdar bûn li dar xist. Hin ji van bernameyan li zanîngehên wekî Lîzbon, Utrecht, Oslo, Cambridge, Princeton, Sciences Po, Paris, Stockholm û Tokyo’yê hatin lidarxistin.

Konseya Dîplomasiyê ya Katalonyayê bi xebatên xwe yên li derveyê welat ligel qada navneteweyî bala hikumeta navendî û hevkarên wê yên li Katalonyayê jî kişandibû. Parazvanên yekitiya Katalonyayê ya bi Îspanyayê re difikirin ku vê saziyê yek ji sebeba sereke ya navneteweyîbûna mijara serxwebûna Katalonyayê ye.

Diplocat ji aliyê hikumeta kevn a Îspanyayê di dema betalkirina xweseriya Katalonayayê de hatibû girtin. Hikumeta navendî bi bikaranîna xala 155’emîn a Qanûna Bingehîn a Îspanyayê dest danîbû ser saziyên Katalonyayê û dawî li xweseriya welat anîbû. Hikumeta Madrîdê Diplocatê ji bo afirandina  desteka çapemeniya cîhanê ya ji bo serxwebûna Katalonyayê sûcdar dikir.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …