Dibistana yekemîn a keldanî vedibe

 

 

 

Dibistana yekemîn a keldaniyan wê li DYA’yê dest bi perwerdeyê bike. Dibistana li Detroitê wê di Îlonê de deriyê xwe ji xwendekaran re veke. Kesên perwerdeya xwe bi dawî bikin wê ligel îngilîzî û zimanê aramî fêrî îspanyolî an fransî jî bibin.

Dibistana keldanî di 6’ê Tebaxê de bi merasîmekê hat vekirin. Di merasîmê de damezrînerê dibistanê Nathan Kalaşo got ku ev, dibistaneke fermî ye lê qelîteya perwerdeyê wê di astên dibistanên taybet de be.

Nathan Kalaşo got ku “Gelê keldanî li Rojhilata Navîn dike ku ji holê rabe û gelek girîng e ku divê em bi riya perwerdeyê mîrateya xwe biparêzin.”

Xwendekar ji asta pêşdibistanê heta pola 12. wê bikaribin li dibistanê perwerdeyê bibin lê tê texmînkirin ku wê piraniya xwendekarên keldanî bin. Kapasîteya dibistanê 800 kesî ye û heta niha 300 xwendekar navê xwe dane nivîsandin. Tê payîn ku qasî 200 kesên din jî wê heta vebûna dibistanê serî li dibistanê bidin.

Hejmara keldaniyên li Detroitê gihîştiye 150,000’an û bi vê nifûsê, civaka duyemîn mezin ê cîhanê yên keldaniyan li bî bajarî pêk hatiye. Piraniya keldaniyên li vir katolîkên rojhilat in û zimanê aramî dikarin biaxivin. Tê ragihandin ku bi koça di salên dawiyê de nifûsa keldaniyan zêde bûye û ji ber vê yekê Odeya Bazirganiyê ya Keldaniyên Amerîkî, Weqfa Civaka Keldanî damezrandine.

Hejmara keldaniyan ji 2007’an û vir ve li Rojhilata Navîn gelek kêm bûye. Tê texmînkirin ku beriya êrîşên dawî yên hêzên îslamîst, hejmara keldaniyên li Iraqê 550,000 û li Sûriyeyê 40,000 bûye. Ji bilî vê li Îranê 20,000 û li Tirkiyeyê 8,000 keldanî dijîn.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …