Xewnereşka civaka Islandê: Gelo wê zimanê giravê bibe îngilîzî?

Welatek Ewrûpayê ku sînorên wî bi tu welatan re tuneye û li herêmeke sar û seqem cî digire, di warê paşeroja zimanê xwe de bi fikar e

Îngilîzî gav bi gav li vî welatî belav dibe û zimanê bavûkalan a bi sedan salane vî welatî dihat axaftin, roj bi roj ji nav civakê vedikişe.

Ev welatê bêşans ku li cîhanê wekî girava qeşa û agir tê naskirin, Island e.

Island li cîhanê herî zêde bi qeşa û volkanên xwe yên aktîf ên agir û dûman ji devê wan difûrin tê naskirin.

Lewma dema qala Island tê kirin, welatekî biçûk û aram a ligel vê hawîrdora yekta tê hişê mirov.

Lê di salên dawî de şêniyên vê giravê, ji ber ewrên reş ên li dora zimanê Island bi fikar in.

Nifûsa giravê 360 hezar e û li gorî daneyên fermî, ayslandî ji aliyê sedî 90’ê welatiyan ve tê axaftin.

Lê dîsa jî ev ziman ji aliyê welatiyan ve di xetereyê de tê hesibandin.

Çima Islandî di xetereyê de ye?

Sebeba vê, li giravê belavbûna bêserûber a îngilîzî ye.

Ev jî ji ber mezinbûna nifûsa bajaran, temaşekirina televizyonên satelîtê yên îngilîzî û bikaranîna zêde ya înternetê pêk tê.

Bi taybetî, zarok û ciwan her ku diçe bêtir îngilîzî bikar tînin û parastina zimanê giravê zêdetir ji kesin temenmezin re dimîne.

Şaredarê kevn ê Reyjawîkê Jon Gnarr

Yek ji sebeba belavbûna îngilîzî ya li Islandê, di 1941’an de dagirkirina giravê ya ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûye.

Qasî 40 hezar leşkerên amerîkî hatine Islandê û bi salan ji vir neçûne. 

Di vê demê de nifûsa welêt bi tenê 126 hezar bûye û ev jî bûye sebeb ku bi riya leşkeran, îngilîzî di nava civakê de bilez belav bibe. 

Hin dîtinên li ser aqûbeta ziman

Şaredarê berê yê paytext Reykyawîkê Jon Gnarr, di derbarê paşeroja ziman de xwedî dîtinên negatîf in ku wekî senaryoyeke xewnereşkê dikare bê binavkirin.

Gnarr wisa dîtinên xwe vedibêje:

Ez bawer nakim Ayslandî wê di demek dirêj de bikaribe hebûna xwe dom bike. Ez texmîn dikim, em ê di vê sedsalê de êdî bi îngilîzî bipeyivin. Bi ya min, tu tişt nikare vê asteng bike.

Dîmenek ji civaka Ayslandê

Helbet di vê mijarê de Gnar ne tenê ye.

Enstîtuya Magnûsson a Xebatên Islandîk bi lêkolînên xwe vê rastiya tahl piştrast dike.

Li gorî lêkolînên vê enstîtuyê, eger pêşî li belavbûna îngilîzî neyê girtin, ew ê tu carî zimanê Îslandî nebe xwedê paşerojek bi ewle.

Penaber û parastina zimanê giravê

Gelek Îslandî di wê baweriyê de ne, penaber dikarin destekê bidin parastina zimanê Îslandî.

Rêvebiriya navendî û şaredarî bi qursên xwe yên berfireh, perwerdeya zimanê Îslandî li ser penaberan ferz dikin.

Malbeteke penaber a li Îslandê

Rola penaberan a ji bo parastina ziman fikrek sosret xuya bike bike jî, aliyek wê yê rast heye û ne dûrî aqilan e.

Ji ber ku her ku diçe hejmara penaberan a li vê girava nifûsa wê pir kêm e, zêde dibe.

Ev jî hêviya parazvanên zimanê ayslandî bilindtir dike û têkiliyên civakê yên bi penaberan re geştir dike. 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …