Di Roja Zimanê Dayikê de rewşa hin zimanên kêmar

 

 

 

Rêxistina Gelên Nayên Temsîlkirin (UNPO) bi minasebeta pîrozbahiya 15’emîn salvegera Roja Zimanê Dayikê ya UNESCO’yê, tevlî Kongreya Ûygûr a Cîhanê, Navenda PEN’a Ûygûr û PEN’a Fransewî li ser parastina zimanê dayikê ya kêmaran konferansekê li dar xist.  Rêxistinê di konferansê de pêdiviya krîtîk a parastina zimanê dayikê û têkoşîna gelek endamên xwe yên di warê pêkanîna mafên xwe yên zimanî de eşkere kir.

UNPO di heman demê de bi armanca balkişandina îhlalkirina mafên zimanên kêmar a li hin welatan ji bo raya giştî daxuyaniyekê weşand. Di daxuyaniyê de hat desnîşankirin ku “ziman yek ji hêmanên nasnameya neteweyî ya kolektîf a jênager e” û “dema zimanê grûbekê ji holê radibe çand, kevneşopî, zanîna ekolojîk û şêweya jiyanê jî ji holê radibe.” Hat diyarkirin ku bi vî awayî “mirina ziman mirina civakan e.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Jenosîda zimanî an ‘zimankujî’ stratejiyeke sîstematîk a tunekirina zimanan e û bi vî awayî jî stratejiya ‘tunekirina neteweyê ye’ ye.” Di daxuyanî li ser domandina hebûna zimanên kêmar jî hat sekinandin û van tespîtan hatin kirin: “Zimanên kêmar bi tenê eger bên bikaranîn û eger bikaranîna wan ne bi tenê bi qada şexsî ya malê re bê bisînorkirin, dikarin hebûna xwe bidomînin. Zimanekî eger di hemû qadên jiyana civakî de yên wekî perwerde, sîstema edaletê, rêvebirî, medya, beşdariya polîtîk, aborî, çandî û jiyana sosyal de bê bikaranîn dikare hebûna xwe bidomîne.”

Di daxuyaniyê de li ser rewşa zimanên kêmar ên li hin welatan agahiyên li jêr hatin dayîn:

Çîn

Civaka navneteweyî şahidê polîtîkayên asîmîlasyonê, tunekirina zengîniya zimanî û çandî ya Tirkîstana Rojhilat a girêdayê Komara Gel a Çînê ye. Lê ûygûr bi awayekî dilxwazî dev ji zimanê xwe yê dayikê bernadin. Wekî ûygûrên li Tirkîstana Rojhilat,  kêmarên li herêmên Mogolîstana Navîn û gelê tîbetê di bin rêvebirina Çînê de rastî cûdaxwaziya çandî, civakî, olî û zimanî tên.

Iraq

Digel ku Destûra Bihgenîn a Iraqê prensîbên ne-cûdaxwaziyê û wekheviyê nas dike, welat xwedî realîteyeke pirzimanî ye û li welat du zimanên fermî hene (erebî û kurdî), di pratîkê de kêmarên Iraqê ji mafên ku hatine qebûlkirin îstîfade nakin.

Kêmarên li vî welatî rastî bisînorkirina giran a ziman tên. Digel ku destûra bingehîn mafê perwerdekirina zarokan dide kêmaran (tirkmen û asûr jî di nava van kêmaran de ne) di pratîkê de perwerdeya bi zimanê tirkmen a di dibistanan de hatiye qedexekirin.

Myanmar

Li Myanmarê bikaranîna zimanên ji bilî zimanê fermî nayê xwestin û carinan jî tê cezakirin. Digel ku li welat ji 100’î zêdetir zimanên cuda hene, di destûra bingehîn de tekane zimanê fermî zimanê myanmarî ye. Rojname, radyo an bernameyên TV’yan ên bi zimanên din qedexe ne û heta tên cezakirin.

Îran

Destûra Bingehîn a Îranê destûrê dide ku kêmar zimanê xwe bi kar bînin. Destûra bingehîn mafên kêmarên etnîk ên fêrkirin û fêrbûna zimanê xwe yên dayikê qebûl dike.

Li Belûcîstana Rojava cûdaxwazî bi awayekî fermî tê mêşandin. Bikaranîna zimanê belûcî li qada fermî hatiye qedexekirin û pir kêm ji bo îfadeyên çandî yên yên belûc destûr tê dayîn.

Azeriyên tirk ên li bakurêrojavayê welat dijîn rastî bisînorkirina mafên ziman tên. Li dibistanên li vê herêmê bi zimanê azerî perwerde nayê kirin. Ji bo qebûlkirina ziman û çanda fars zext li ser tirkên azerî tê kirin.

Çand û zimanê kurdî jî ji aliyê Hikumeta Îranê ve hatiye bisînorkirin. Pirî caran dê û bav di warê dayina navên kurdî ji bo zarokên xwe rastî dijwariyan tên. Dikanên xwedî navên kurdî gelek caran tên qedexekirin. Cînegirtina zimanê kurdî di dibistanan de didome û li hin bajarên kurdan fêrkirina kurdî ji aliyê biryara hikumetê ve hatiye qedexekirin.

Azerbaycan

Di Destûra Bingehîn a Azerbaycanê de ciyê statuya gel û zimanê lezgînî tune ye. Ev yek pir xisarê dide dombûn û pêşketina ziman û kelepûra çandî ya lezgînî. Li hin dibistanên li herêma ku lezgîn dijîn, perwerdeya zimanê lezgînî tê kirin lê materyalên perwerdeyê têr nakin.

Çavkanî: Unpo.org

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …