Di Roja Sarawakê de gel xweseriyê daxwaz kir

Li herêma Sarawak a li Malezyayê hikumetê, Roja Sarawakê wekî cejneke fermî qebûl kir. Di heman demê de ji bo transferkirina hêzên nû ya ji bo Sarawakê bi hikumeta Endonezyayê re danûstendin didomin.

Roja 22’yê Tîrmehê ku 53’emîn salvegera xweseriya Sarawakê ye, ji aliyê sarawakiyan ve tê pîrozkirin. Hikumeta Sarawakê vê roja ku wekî Roja Xweseriyê her sal dihat pîrozkirin îsal kir cejneke fermî.

Sarawak di 22’yê Tîrmeha 1963’an de xweseriya xwe ji Brîtanyayê bi dest xist. Du meh piştî vê demê jî Sarawakê tevlî herêmên Sabah û Sîngapûr û Malayanê Malezyayê damezrandin. Paşê Sîngapûr di 1965’an de ji yekitiyê veqetiya û bû dewleteke serbixwe.

Digel xweseriya fermî, xweseriya her du herêman di pratîkê de bisînorkiriye. Lewma ji wê rojê û vir ve hin derdorên li herêmê daxwaza xweseriyeke berfireh dikin. Bi heman armancê, rêvebiriê Sarawakê Tan Sri Adenan Satem di pîrozbahiyan de axivî û got ku divê di çarçoveya Peymana 18 Xalan a 1963’an de xweseriya tam a herêmê bê naskirin.

Tevgera xweserîxwaz û serxwebûnxwaz a Sarawakê dide zanîn ku Malezya gelek hêzên di peymana xweseriyê de hatine diyarkirin betal kiriye. Bi taybetî hêzên hatine betalkirin hêzên aboriyê, olî û zimanî ne.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …