Di plana ji bo Cornwallê de xweserî tuneye

 

 

 

Hikumeta Brîtanyayê eşkere kir ku ew ê hin hêzên di destên xwe de transferê navçeyên “Îngilîstanê” bike. Yek ji herêma ku ji demekê ve ye li benda vê nûçeyê ye herêma Cornwall (bi zimanê herêmê Kernow) bû. Ji ber ku di nava hêzên wê bên transferkirin de hêzên qanûnçêkirinê tune ne, derdorên xweserîparêz ên li vê herêmê memnûn nebûn.

Wezîrê Aboriyê yê Brîtanyayê George Osborne roja çarşemê dabû xuyakirin ku “planeke berfireh ku wê di warê biryarên lokal de bêtir mafê gotine bide Cornwallê, pêş dikeve.” Plana navborî di çarçoveya “desentralîzasyona Îngilîstanê de” tê amadekirin ku wê bi vê pêvajoyê hêzên nû yên wekî tenduristî û çûnûhatinê têkeve destên bajarên Îngilîstanê. Hikumet heta niha bi Sheffield, Liverpool, Leeds û West Yorkshire rê re hevdîtinan li dar xist.

Konseya Cornwallê jî bi armanca berfirehkirina hêzên xwe belgeyeke amade kiribû lê di belgeyê de daxwaza meclîseke herêmê yê xwedî hêza qanûnçêkirinê cî negirtibû. Lewma vê plana hikumetê ji aliyê Konseya Cornwallê ve baş hat pêşwazîkirin.

Li aliyekî din, seroka partiya xweserîparêz Mebyon Kernow Dick Cole diyar kir ku axaftina George Osborne nîşan dide ku hikumeta brîtanî Cornwallê hîn jî wekî navçeyeke îngilîz dihesibîne û pêdiviya çareseriyeke cuda ya li ser bingeha destûra bingehîn nabîne.

Cornwall herêmeke li başûrêrojavayê Brîtanyayê  ye ku bi tenê 3,500 km2 berfireh e. Li herêmê 536,000 kes dijîn ku piraniya wan xwe brîtanî dihesibînin. Bi tenê ji % 14’yê li herêmê xwe cornwallî didin nasandin.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …