Di Parlamentoya Baskê de Tora Şaredariyên Bask a ji bo Şefafiyê

 

Di Parlamentoya Baskê de rûniştinek li ser “Şefafî û Rêvebirina Vekirî ya Sazî û Rêvebiriyên Raya Giştî” hat li dar xistin. Nûnerê EUDEL’ê (Komeleya Şaredariyên Bask) Getxo Imanol Landa ku di heman demê de şaredarê Getxoyê ye, beşdarê rûniştinê bû û di derbarê xebata Tora Şaredariyên Bask a ji bo Şefafiyê de agahî dan.

Şaredar Landa di axaftina xwe de got ku şefafiya îro yek ji stûnên bingehîn e ku divê rêvebirina saziyên raya giştî li ser bê damezrandin. Landa axaftina xwe wiha berdewam kir: “Şefafî pêdiviyek e, ji ber ku nêzîkbûna zêdetir ji aliyê piraniya welatiyan ve tê daxwazkirin. Ji bilî vê, ji bo şaredariyan şefafî, di vê demê de firsenda mezin a xurtkirina saziyên me yên lokal temsîl dike. Vekirîbûn ji bo jinûvebidestxistina bawerî û hevkariya welatiyên me xwedî wateyek kilît e.”

Di rûniştinê de tecrûbeyên di warê pratîkên baş ên di hin astên saziyên bask de derketibûn holê, hatin parvekirin. Nûnerên hikumeta Bask, şaredariyên  Bîlbao û Vîtorîa-Gasteîz û Rêvebiriya Wilayeta Gîpûzkoayê jî beşdarê vê rûniştinê bûn.

Tora Şaredariyên Bask a ji bo Şefafiyê

Tora navborî bi armanca hêsankirina parvekirina zanînê, pratîkên baş û stratejiyan, peydekirina metodolojî, amûr û materyalên di vî warî de û meşandina şefafiyê di nava rêvebiriyên lokal de, ji aliyê EUDEL’ê di destpêka 2013’an de hat damezrandin. Di destpêkê de 23 şaredarî û yek komeşaredarî wekî pîlot bûn endamên torê. Paşê bi beşdariya şaredariyeke din, hejmara endaman bû 25. Her şaredarî ji aliyê nûnereke polîtîk û nûnereke teknîk ve tê temsîlkirin.

Tora şaredariyan bi armanca nirxandin û pêşketina şaredariyan a di riya şefafiyê de heta niha du belge amade kirine. Belgeya yekemîn a bi navê “70 Pratîkên baş ên ji bo pêkanîna  şaredariyeke şefaf” ji mînakên şefafiyê yên di xebatên şaredariyên Bask û Spanyayê de derketine holê, pêk tê. Belgeya duyemîn a bi navê “Nexşeriya ber bi Şefafiyê ve: Stratejî û Amûrên ji bo damezrandina şaredariyeke zêdetir şefaf” jî ji modeleke anketê ya ji bo welatiyan, modela xwenirxandinê û tawsiyeyên ji bo pêşkêşkirina agahiyên aborî-fînansî yên bi hêsanî bên famkirin, pêk tê.

Çavkanî: Eudel.net

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …