Di hilbijartinê de tamîl bûn yekemîn

 Li herêma tamîl a li Srî Lankayê piştî têkçûna tamîlan a di 2009’an de, hilbijartin hat li dar xistin. rêxistina Îttîfaqa Neteweyî ya Tamîl di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xist.

Rêxistina Îttîfaqa Neteweyî ya Tamîl di hilbijartina Konseya Wîlayetê ya li bakurê Srî Lankayê ji % 78.5’ê dengan bi dest xistin û bi vê encamê bû xwediyê ji 30 sendeliyên ji 38 sendeliyên di konseyê de. Heman rêxistin li bajarê Jaffnayê ya li herêmê jî ji % 90’î dengan bi dest xirt. Bi vî awayî, partiya tamîl bû partiya yekemîn a li herêmê û li hemberê dewleta Srî Lanka’yê hêza xwe xurtir kir.

Piştî serkeftina hilbijartinê, serokê rêxistinê Rajapaksa Sampanthan daxuyaniyekê da çapemeniyê û got ku encameke wiha di dîroka siyaseta welat de heta niha derneketiye holê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku biryara demokratîk a gel eşkereye û bi vê biryarê wan daxwaz kiriye ku di nava ewlehiyê de bijîn û ji bo xwerêvebirina wan a guncaw rêz bê girtin.

tamil-eelam

Pîştî têkçûna gerîlayên pilingên tamîl LTTE ya di 2009’an de, serokê Srî Lankayê soza desentralîzasyona siyasî û xurtkirina hêza konseyên wilayetan dabû. Piştî xurtkirina hêza xwe ya siyasî, Mahinda Rajapaksa paş de gav avêtibû û di Sibata 2013’an de diyar kiribû ku ew êdî nafikire ku xweseriya ti herêmeke li welat qebûl bike.

Tamîlên li bakurê Srî Lankayê ji salên 1980’yan heta 2009’an bi awayekî de facto xwedî herêmeke xweser bûn ku ewlekariya wê ji aliyê rêxistina çekdar LTTE dihat pêkanîn. Di êrîşa mezin a Artêşa Srî Lankayê ya di 2009’an de hêzên tamîl bi giranî têkçûn û herêm ji aliyê artêşê hat dagirkirin. Di vî şerê dawî de artêşê bi giranî mafên mirovan îhlal kir û 30,000 kesî ku piraniya wan tamîl bûn hatin kuştin. Şerê di navbera hêzên tamîl û Srî Lankayê de bi tevahî 120,000 kes hatin kuştin.

Çavkanî:

www.nationalia.com

www.hindustantimes.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …