Di hilbijartina Venetoyê de Zaia bi ser ket

 

 

Roja yekşemê ji bîst herêmên îtalyayê li heft herêman hilbijartina ji bo parlamentoyên herêmî hat lidarxistin. Serokê Konseya Venetoyê Luca Zaia ku doza berfirehkirina xweseriya herêma Venetoyê dike, di hilbijartina li Venetoyê de bi ser ket. Di vê hilbijartinê de cara pêşiyê partiyên serxwebûnxwaz jî qasî ji % 5’ê dengan girtin.

Lîsteya Luca Zaiayê ji Lîga Venetoyê di hilbijartina ji bo serokatiya herêmî de ji % 50.1’ê dengên li herêmê girt û di hilbijartina ji bo Konseya Herêmî ya Venetoyê de jî bi ji % 52.2’ên dengan bû xwediyê 28 kursiyên ji 49 kursiyên konseyê.

luca_zaia2

Piştî serkeftina hilbijartinê, Zaia hikumeta Îtalyayê hişyar kir ku ji bo muzakereyên xweseriyê bi wî re dest bi hevdîtinan bike. Zaia diyar kir ku manîfestoya wî ya hilbijartinê soza “bi awayekî lezgîn” lidarxistina du referandûmên li ser xweseriya berfireh û serxwebûnê daye û ew ê û ji bo avêtina van gavan bixebitin.

Biryara lidarxistina her du referandûman di sala 2014’an de ji aliyê Konseya Herêmî ya Venetoyê ve hatibû qebûlkirin lê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Îtalyayê ve hatibû betalkirin. Zaia di salên dawî de fikra berfirehkirina xweseriya Venetoyê belav dike. Parazvanên vê fikrê dixwazin ku bi riya transferkirina hêzên nû, Veneto bibe herêma şeşemîn a îtalyayê ya xwedî statuya xweseriya taybet.

Di vê hilbijartinê de Independenza Noi Veneto ji % 2.7 û Independenza Veneta ji % 2.5’ê dengan girtin û her du partî bi hev re bûn xwediyê kursiyeke konseya herêmî.

Çavkanî: Nationalia.info

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …