Di dibistanên taybet de perwerdeya bi kurdî wê pêkan be

Hat bihîstin ku gava herî balkêş a di Pakêta Demokratîkbûyinê de ku ji Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan re hatiye pêşkêşkirin, di warê perwerdeya zimanê dayikê de ye. Bi vê pakêtê tê xwestin ku  di dibistanên taybet de pêşiya perwerdeya zimanê dayikê bê vekirin.

Pakêta ku pêşkêşî Erdogan hatiye kirin, ji aliyê rêvebirên AKP’ê û Wezareta Edaletê hatiye amadekirin. Di çarçoveya meşandina naveroka pakêtê de, tê plankirin ku mifredat û materyalên perwerdeyê jî bên amadekirin û hemû kar li gorî teqwîmekê bê pêkanîn. Di heman demê de hat pejirandin ku karê amadekirina mifredat û materyalan ji aliyê Wezareta Perwerdeyê bê kirin.

Xala 42’emîn a Destûra Bingekehîn a Tirkiyeyê destûr nade ku ji bilî zimanê tirkî bi zimanekî din perwerde bê kirin. Xala navborî bi awayekî eşkere diyar dike ku “Ji bilî tirkî, zimanekî din di saziyên perwerde û fêrkirinê de ji bo welatiyên tirk wekî zimanê dayikê nikare bê dayîn û fêrkirin.” Lewma, bi bi armanca meşandina vê plane, pêdiviya hikumetê bi guherandina vê xalê heye an jî qet nebe divê hukmekî din li vê xalê bê zêdekirin.

Li gorî pakêtê wê di dibistanên dewletê de di dewsa fêrkirina kurdî de wekî sala borî “dersa hilbijarî” ya kurdî bidome. Di dibistanên taybet de ji bilî kurdî wê zimanên wekî erebî, boşnakî, çerkezî jî bikaribin bên fêrkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …