Destûra Bîngehîn a Demî ya Skotlandê hat eşkerekirin

 

 

Hikumeta Skotlandê Destûra Bingehîn a Demî ya ji bo Skotlanda serbixwe eşkere kir. Di teksta destûra bingehîn de serdestiya gelê Skotlandê, mafê wê yê diyarkirina qederê (self-determînasyon) û forma hikumetê hat diyarkirin.

Destûra bingehîn a demî parçeyeke qanûna serxwebûna Skotlandê ye ku di 16’yê Hezîranê de hat eşkerekirin. Li gorî vê qanûnê, wê piştî referandûma serxwebûnê hilbijartin bên lidarxistin û paşê Konvansiyona Destûra Bingehîn a ji bo nivîsandina Destûra Bingehîn a Skotlandê ku wê di 2016’an de bê temamkirin, bê avakirin.

Destûra Bingehîn a Demî ji 37 xalan pêk tê û tê de tê diyarkirin ku Skotland monarşiyeke parlamenter e. Di vê tekstê de tê diyarkirin ku hêza qanûnçêkirinê di destê Parlamentoya Skotlandê de ye û dema di navbera qanûnên ji aliyê vê parlamentoyê hatin qebûlkirin û qanûnên Yekitiya Ewropayê (YE) de nakokî derkevin wê qanûnên YE’yê bên qebûlkirin.

Di teksta Destûra Bingehîn a Demî de li ser zimanên fermî yên Skotlandê agahî nehatin dayîn. Hikumet di vî warî de radigihîne ku wê Konvansiyona Destûra Bingehîn di warê “statuya zimanên îngilîzî, galîk, skotî û zimanê îşaretê yê brîtanî” de biryarê bide.

independence-bill2

Partiyên yekitîparêz soza xweseriyeke berfireh dan

Sê partiyên sereke yên alîgirê yekitiya bi Brîtanyayê re Partiya Lîberal Demokrat a Skot, Partiya Kedê ya Skot û Partiya Muhafazakar a Skot di roja eşkerekirina Destûra Bingehîn a Demî de daxuyaniyekê belavkirin. Lîderên her sê partiyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku eger di referandûma Îlonê de dengên “Na” zêde derkevin ew ê partiyên wan xweseriyeke berfireh ji bo Skotlandê peyde bikin.

Di daxuyaniyê de van agahiyan cî girtin: “Hêz di destên gelê skot de ye û em bawer dikin ku gelê skotî wê di derbarê em ê çawa xwe birêve bibin de biryarê bide (…) Em destekê didin Parlamentoya Skotlandê ya di nava Brîtanyaya xurt de û herwiha em destekê didin xurtkirina hêzên Parlamentoya Skotlandê.”

Çavkanî: Nationalia.info / Scotlibdems.org.uk

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …