Dersa zimanê dayikê têra fêrbûnê nake

 

Xwendekarên ku li Swêdê yek ji zimanên kêmneteweyî yên mîna romanî, samî yan jî fînlendî dixwïnin heftiyê herî zêde saetekê vê dersê dibînin.

Radyoya Swêdê rapirsiyek şiyandiye ji hemû şaredariyên Swêdê re û ji bersivan diyar dibe ku zarok ji pêşniyazên têne kirin gelekî kêmtir dersa zimanê dayikê dibînin.

Leonardo Wisniewski li Angered ya girêdayî Göteborg diçe sinifê nehê û heftiyê carekê ew dersa romanî bi zimanê xwe dibîne:

– Ew zimanê ku ez pê diaxivin dixwazim fêrî zarokên xwe jî bkim da ew jî zarokên xwe fêr bikin. Zimanê me bêhempa ye û min divê di nav malbata me de zimanê me bijî.

Bes lêkolîneke ku Radyoya Swêdê kiriye nîşan dide ku piraniya zarokên kêmneteweyên swêdî heftiyê saetekê yan jî kêmtir dersa bi zimanê xwe yê zikmakî dibînin û ji bo zindîhiştina zimên pispor vêya kêm dibînin.

Profesor Jarmo Lainio ku li Zanîngeha Stockholmê lêkolînan dike di koma pispor ya Konseya Ewrûpa de ye:

– Di nav dewletên Konseya Ewrûpa de Swêd dewleta herî li jêr e. Pêşniyaz ew e ku heftiyê herî kêm 3-4 saet dersa zimanê dayikê were dayin da ku ew têra zindîhiştina zimên bike.

Ji ber vê rewşa heyî Konseya Ewrûpa di nav van 15 salên dawî de Swêd 8 caran hişyar kiriye, lê dîsa jî rewş baştir nebûye.

Gazineke din ya xwendekaran ew e ku giringiyeke mezin ji bo zimanê dayikê nayê dayin, piranî ew piştî dersên din tê dîtin û hingî zarok ewqas westiyayî ne ku xewa wan tê û nikarin xwe konsentre bikin.

Jêder: Sverige Radio

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …