Dengê Dirbêsiyê dest bi weşanê kir

 

Piştî amadekariyên 4 mehan Radyoya Dengê Dirbêsiyê ya navenda wê li bajarê Dirêbsiyê ye dest bi weşanê test a ku mehekê dê dirêj bike kir.

Di vê demê de wê stran, nûçeyên bi zimanê Kurdî û Erebî werin pêşkêşkirin. Radyo li ser frankansa 96.9 bi firehiya 50 km weşanê bike.

Karmend û xebatên radyoyê hejmara wan 9 kes in, Niha li ser miijarên çapemeniyê û bernameyên radyoyan tên perwerdekirin.

Weşana Dengê Dirbêsiyê dê saet di 08.00’an de destpê bike û heta saet di 19.00’an dewam bike. Bernameyên ku dê radyo biweşîne ev in “Rojbaş, Zimanê me, Civak û jiyan, Jin û Civak, Dengê Hunerê, Bernameya Zarokan, Bernameya Şehîdan” û hin bernemayên nûçeyî.

Ji rêveberên Radyoya Dengê Dirbêsiyê Şêxmûs Haris ji ANHA’yê re da xuyakirin ku armanc ji vekirina vê radyoyê gîhandina dengê şoreşa Rojava ye, her wiha jinûve vejandina rê û resmên civaka Dirbêsiyê, pênasekirina kar û xebatên sazî û rêxistinên bajêr ji raya giştî re ye.

Jêder: ANHA

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …