Hunermendekî nemir: Miradê Kinê

 

 

 

Mizgîn Ayaz

Huner, ji hebûna mirovatiyê heta îro bûye şêweya hest û fikrên, tirs û hêviyên mirovan û jiyanê. Her dîrokek bûye şahidê felaket û qewimînên bêjimar. Ev qewimîn gelek car  bi awayek stemkarane di bin xopana hilweşiyayî ya dîrokê de bêkes, bêxwedî, bêpar hatine hiştin û hatine tunekirin. Lê hin hunermend hene ku bi hunera xwe ewqas qewimînên hatine tunekirin ji bin xopana dîrokê derxistine û ji nû ve vejandine. Hunermendên ku bi vî hawî dîrokê ji nû ve dinivîsin, her wiha navê xwe jî li ser pelên dîrokê qeyd dikin. Yek ji van hunermendên nemir, dengbêjê kurd Miradê Kinê ye. Miradê Kinê di kilam û lawikên xwe yên tije hest de, bûyerên dîrokî yên hatine veşartin û tunekirin jî bilêv dike; her wiha bûyerên herî biêş ên serdemên dîrokî dîsa bi dengê xwe yê bi jan û bi wî jana li têlên ribaba xwe barkiriye nemir dike û vedijîne.

Lawikên Mirado rastiyên herî giran yên dîrokê, taybetiyên jiyînê, têkiliyên mirov û civakê bi şêwazeke kûr pêşkeşî me dike. Mirado, di derheqê bûyerên dîrokî de mirovekî agahdar û zaneye. Guhdarvan bi dengê ribaba wî ya bi keser re di nav rastiya dîrokê de bi awayek zindî dijîn.

Mijarên kilam û lawikên Mirado evîn,  veqetîn, xweza, şer û lehengî ne. Ligel van mijarên cûr bi cûr meseleyên civakî jî di nav kilamên xwe de bi ziman dike. Dewlemendiya vegotina Mirado, di navbera guhdarvan û kilaman de pêwendiyek xurt datîne. Bi tevahî mirov dikare bêje hişmendiya Mirado ya li ser dîroka kurd, vegotina wî ya çîrokî, teswîrên fîzîkî û ruhî bandorek mezin li ser guhdarvanan dihêle.

Miradê Kinê, ji bilî ewqas taybetmendiyên xwe yê hunerî bi ribaba xwe, hunera xwe digihîne asteke bilind. Ribaba ku di çanda me de xwedî ciyekî girîng e, me bi denbêjiya Mirado û lêdana wî ya hostetî bêhtir naskir. Di dengbêjiya Mirado de ligel dengê wî, para hişmendiya wî û lêdana ribabê jî zêdeye.

Ribab, ji hêla sîstema xwe ve amûreke nepêşketiye. Ji ber vê taybetiya wî ya karakterîstîk, di nav muzîka kolektîf de îcrakirina wî jî hinek zehmet e. Lewma di îcarakirinê de pirsgirêkên weke entonasyonê dertên pêş. Mirado, ligel van astengiyên amûrê, bi teknîka xwe ya xweser, bi hostetî ribabê bi kar tîne. Vê yekê, Miradê Kinê weke vîrtuozê ribabê nîşanî me dide. Ribab, bi xebata “hoste- şagirt” tê hînbûn. Lewma bi gelemperî, kesên ku li ribabê didin ji hêla şêwazê ve dişibin hev. Miradê Kinê ji vî hêlê ve xweseriya xwe diparêze û şêwaza ribabê geştir dike.

Dengbêjiya Mirado jî xweser e. Herwiha şêwaza wî, rengê dengê wî, kûrahiya hestên wî hertim bandoreke mezin li ser guhdarvanan dihêle. Ew bi saya bîrewariya xwe bi sedan çîrok û qewimînan di hişê xwe de qeyd kiriye. Dema di kilamên xwe de van çîrokan vedibêje, guhdarvanan mest dike. Bi şêwazeke herikbar û helbestî paşerojê bi pêşerojê ve girêdide. Li pê Mirado, bi dehan album man. Vê yekê jî nîşanî me dide ku Mirado di nav gel de çiqas tê naskirin û heskirin.

Miradê Kinê di nav gel de mirovekî rêzdar bû. Heskiriyên wî, ji bo wî li malên xwe biezimînin bi hev re diketin pêşbirkê. Di wan demên kêmderfet de, bi tenê hinek heskiriyên wî karibûne dengê wî qeyd bikin. Kasedên Mirado, weke ku dayikek zarokê xwe ji nexweşiyan biparêze, ji hêla heskiriyên wî ve hatine parastin û veşartin û di demek bi qasî pêncî û sê salan de gihaştine roja me.

Mirado hertim di nav heskiriyên xwe de bû. Miroveke ji dil û xwedî ruhek kûr bû. Heskiriyên wî, bivê nevê li ber vî tebîeta wî rêz digirtin û kasetên wî bi hesasiyet arşîv dikirin. Hijmarên kasetên wî baş neyê zanîn jî, tê texmîn kirin ku ji heştê zêdetirin. Îro, kesên ku li çanda me ya gotinkî xwedî derdikevin, albumên Mirado bi awayeke profesyonelî ji nû ve qeyd dikin û pêşkeşî endustriya muzîkê dikin. Bi rastî jî vê hewldana serkeftî, ew şert û mercên qels yên dema Miradê Kinê tîne bîra me, ku qeyd kirina kasetan çiqas karekî zehmet bû.

Dengbêjî, di çanda muzîka kurdî de xwedî ciyê herî girîng e, lê mixabin îro bi tunebûnê re rû bi rû maye. Sedema vê xetereyê, guhertina pergala siyasî û civakî ye. Ligel vê guhertina bi hêz, Mirado hîn jî ciyê xwe diparêze û ji hêla gelek kesan ve tê guhdar kirin. Di nav van kesan de nifşên ciwan jî hene ku, ew ji bo berdewama vê kevneşopiyê hêvî nîşanê me didin.

Îro wezîfeya me ev e ku; ji bo dewlemendiya çanda me wenda nebe û dengbêj neyên ji bîr kirin, di hizûra Miradê Kinê de em xebatên akademîk lidarxin. Ev  xebatên hewcedar, em dikarin weke çend sernivîsan destnîşan bikin: “Lidarxistina perwerdeya ribabê, ji bo dengbêjên nû derkevin û xebatên akademîk bên kirin avakirina bingehek, çavkanî, şert û mercên sereke.”

Li gor min, famkirina Mirado û pêşkeşkirina hunera wî karekî zehmet e. Lewre çîroka jiyana Mirado ligel temenê wî yê kurt, gelek dewlemend û balkêş e. Hêvîdarim, bi lêkolînên kûrtir û berfirehtir emê gelek aliyên Mirado yên nayê zanîn bibînin.

Îro, di bîranîna Miradê Kinê de aliyek me xemgîn e, lê em bi mîrata ku vî dengbêjî ji me re hiştiye re serbilindin. Di vê salvegera 29. de em ji bo wî rehma xwedê, ji bo malbat û heskiriyên wî sersaxiyê dixwazin.

Biyografî

Miradê Kinê ku di nav gel de bi navê “Mirado” an “Miradko” tê naskirin, di sala 1942’an de li Batmanê, li gundê Gêra Cahfer a navçeya Kercewsê ji dayik bû. Navê wî yê nasnameyê Mûrat Gezîcî ye. Lêxistina ribabê ji bavê xwe Ferho û apê xwe Reşît hîn bû. Bi bavê xwe re li gelek deveran geriya û gelek stran, dîlok û destanan hîn bû. Mirado, di bîst û sê saliya xwe de li Kerborana Nisêbînê bi cîh bû. Li vir bi navê “Mirado” hat naskirin. Di heman demê de dengê wî di gelek kasetan de hat qeyd kirin. Wezîrê Avadaniya wê demê Şerafettîn Elçî, wî anî ser karê avadaniyê û Mirado weke karmendê avadaniyê li Midyadê xebitî. Demek şûn de li Sêrtê bi cîh bû. Mirado, karê xweyê hunerî li vir jî domand. Miradê Kinê 17 Kanûn 1984’an de bi dilwestanê jiyana xwe ji dest da. Gora wî li goristana Şêxên Sêrt- Tîlloyê ye.

 

FIRMANA (Yek ji stranên herî navdar ên Miradê Kinê)

Firmana firmana firmana firman

Firmana firmana firmana firmana

Xalo emê çi bikin, şer girana

 

Firmana firmana firmana firmana

Keko li me firmana

Ne bi zirtê odê kurê camêrana

Ne bi hovê kirikên simbêlan babide

Li nav qîz û bûk û jinebî û van pîrekana

Û ne ku mirovê berê xwe bidê tu şerê girana

Û destê xwe bavêjê darê demançan û van alamaniyana

Û bila kesekî zirtê xwe nedê

Û nebê emê berê xwe bidin şer û qewgê girana

Û bira li ser mala Eliyê Ûnis

Qewmê çiyana axayo…

 

Firmana firmana firmana firman

Firmana xalo li me firmana…

Û bira bila kesekê zirtê xwe nedê

Li ser mala Eliyê Ûnis

Wa qewmê çiyana

Û lê lî belê sond xwarina bi şêx Evdilqadirê Gêylanî

Û Mazil û Evdinê nava Nisêbînê

Û bi perda wî Weysel Qiranî

Sond xwarina wî sî salê Siltan Şêxmûsî

Bi wê qub û perda wana

Û jin û namûs û pîrekên xwe bi sê telaqan berdana

Û go emê serê xwe naxin şewqana

Û emê destê xwe nakin tu kelemçana

Û emê berê xwe nadin tu hepisxaneyê girana

Û bira emê tu cara destê xwe nakin

Destê van bêbavên tirkana

Bira bila heçiyê ew in ew qisasê serê me bixwana

Û bira bîra we nayê wextê ku Şêxs Seît

Li devê Ûlû Camiya Diyarbekirê xenaqandin

Û stûyê wî avêtina şerîtê bûkên ser bi zêrî

Bi ser mala bavê xwe de vegeriyana

Û bira hûnê wê rojê li bîra xwe bînin

Û van eskerên Sêrte, Bedlîsê, Wanê, Tetwanê

Welatê Erdîşê, Mûradiyan û Qersê

Û Qaxizmanê, Bazîdê, Erziromê

Li ber pira Mala Badê, li kenarê avê

Dîsanê vane li hev civiyana

Û lê lî belê hûnê bira derba nedin

Li bejn û bala pîs neferan

Heçî ew in ewê ji me kurdana

Û hûnê derba lêbidin li bejn û bala van çawişan

Astêmena, ustêmena

Û van temena, û yuzbaşî û bînbaşî

Û yarbay û albay û van buyuk qumandana

Wele bira ezê dênê xwe didimê

Li ber pira Mala Badê li kenarê avê

Li ber gorê Qeremûsê

Û li ser mala Eliyê Ûnis

Û çi ecêb û çi qiyamet û çi tofana

Û waya mewzî û tabiyên xwe kolana

Û simbêlên reşê boyaxkirî avêtine van miqerifê tifingana

Bi elba fîşek valakirina ser gohê van ebana

Û wele bira dênê we li wa bê

Û bila xwedê şeş kula lê bidê

Li mala çawişê Farqînê

Û tu nebê dûrebîn li ber çavê wê ya

Û lê dimêzênê li ber pira Mala Badê

Li Newala Qeremûsê çi ecêb û çi tofana

Û lê lî belê ewê çûwa ser telefonê

Ciwabê didê yedincî qolordiya Diyarbekirê

Û ji wê dê ciwab kete xopana bajarê Enqere

Ew dibê: “Elo!”

Ew dibê: “Efendim!”

Û ciwab dane wê meclîsa girana

Û wa axayo firmana firmana firmana…

Wele firmana li me firmana

Wele bira wextê ciwab kete

Xopana bajara Enqere

Wê meclîsa girana

Û lê lî belê carekî rabû

Bû çire çira deriyan

Çinge çinga kursiyan û masana

Û bûya çira çirê wan qelemana

Û navê mala Eliyê Ûnis deranîn ji van kutik defteriyan

Navê wan avêtin wê dewra siltanan

Û wele navê mala Eliyê Ûnis

Xwezî carekî avêtina qezetana

Bû çinga çing û zire zira telefonê wana

Û bila wê rojê şêst û heft welayetê Tirkiyê

Xeberdana wan pê hesiyana

Û bira carekî mifte lê dana

Devê wan depoyana

Bi sindoqan, bi elban fîşek vala kirina van mîratê cemsana

Wele bira dênê we li wan bê

Heçî sûbay bûn

Ewê siwarbûne li wan texsî û li wan cîp û li wan fordana

Û heçî êdî sefer bûn

Li van ekmek çantasiyên xwe dagirtin

Ji balixan û ji van somunana

Û wele heçî yêdek sûbay bûn

Û nûka hatibûna eskeriyê

Nizanibûn berê xwe bidine şer û qewgê girana

Nizanibûn çi ecêb û qiyamet û tofana

Û wele ewê siwarbûna li cemsana

Mendîl û desmalên xwe ji bêrîka xwe derdanîn

Û siwar bûne li cemsana

Bankirina pîrekên xwe

Go: “Heqinî helal êdin!”

“Û emê berê xwe dine şerê mala Eliyê Ûnis, qewmê çiyana”

Axayo…

Û wele firmana firmana firmana

Li me firamana

Û emê çi bikin şerê mala Eliyê Ûnis û hukmatê

Wezê dênê xwe didimê pir girana axayo

 

Firmana firmana firmana firmana

Li me firmana

Û wele bira wezê dêne xwe didimê

Û li ber pira Mala Badê

Li Newala Qermûsê

Li min xweş tê dengê van mîratê otomatîk makîneliyana

Û wele lê lî belê mala Eliyê Ûnis

Çawa bi elba fîşek vala kirina ser gohên van ebana

Û sond xwarina bi Weysel Qiranî

Bi wî Siltan şêxmûsî, bi wê perda wana

Û destê wan ji zarok û çolix û kufletê wan qetiyana

Û go: “Emê serê xwe nakin şewqana!

Emê berê xwe nadin tu hepisxana

Û emê destê xwe nakin darê tu kelemçana”

Û wele namûs û pîrekên xwe bi sê tealaqan ji xwe berdana

Û lê lî belê simbêlê reşê boyaxkirî

Avêtine van miqerifê tifingana

Û lê lî belê mala Eliyê Ûnis dênê xwe danê

Fîşek û mermîyê wan nemana

Û zanibûn ku barê hukumetê

Barê risêsa zaf girana

Û lê lî belê van bêbavê tirkan dênê xwe danê ku

Dengê tifingê wan nayê, fîşekê wan nemana

Lê lî belê carekî wan singo avêtin devê van sîlehan û tifingana

Û hicûm berdana ser kozik û çeperê mala Eliyê Ûnis

Û heyf û mixabin wê rojê

Û bîst û pênc merê me kurda

Dane nav lingana axayo

Wele firmana firmana firmana

L ime firmana

Û ezê çi bikim, şerê mala Eliyê Ûnis

Li ber pira Mala Badê, li Newala Qeremûsê, li kenarê avê

Û emê çi bikin, hemî emr û îrada xwedana

Axayo… hê…

 

 

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …