Deng hejmara xwe ya 100’emîn weşand

 

Bi mebesta pîrozkirina weşandina 100’emîn hejmara kovara Deng, li ser çapemeniya kurdî panêlek hat lidarxistin. Di panêlê de gellek rojnamevan, rewşenbîr û siyasetmedar beşdar bûn.

Kova Deng, ku organa fermî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ye, 100’emîn hejmara xwe derxist. Bi vê helkeftê panêlek hat lidarxistin bi navê “Ji Rabûrdiyê heta pêşerojê çapemeniya kurdî”.

Di panêlê de ji çapa rojnameya Kurdistanê heta niha li ser rojnamevaniya kurdî hat axaftin. Kovara Deng jî bi rêça xwe ku gihiştiye heta îro weke mînakeke serkeftî hat dîtin.

Rêveberê giştî yê kovara Nûbihar, Silêman Çevîk li ser kovara Deng û panêlê ji Rûdawê re axviî û got,  Kovara Dengê ku 100 sal li dû xwe hişt, serkeftineke baş bi dest xist. Di rihetiyê de herkes dikare kêmasiyan bibêje û rexne bike lê di dema xwe de digel zehmetiyan ku gihiştibe îro serkeftineke mezin e. Pîroz dikim…

Kêmasî û xeletiyên çapemeniya kurd jî hatin rexnekirin. Beşdaran xwest kurd jî êdî ji hejmarê zêdetir bi qelîteya medyayê derkevin pêş. Lê li gorî hin beşdaran kêmasiyên medyayê bi tunebûna demokrasiya navxweyî ya kurdan ve girêdayî ye.

Pêşkêşvanê Kuçenameya televîzyona MedNûçe, Fehmî Işik jî li ser vê yekê ji Rûdawê re axivî û got,  Kurdan xwest bi riya çapemeniya xwe dengê xwe bidin bihîstin. Xwe bi xwe ev kar kirin. Lê têr nake, divê zêdetir bi pêş bikevin. Bi ya min pirsgirêkên medyaya kurdî jî bi bi pêşketina demokrasiyê ve girêdayî ye.

Di panêlê de hat diyarkirin ku kurmanc jî di nava xwe de niheqiyê li zazakî dikin û divê sazî û dezgehên Bakur girîngiyê bidin zazakî jî. Hin panêlîst jî li ser tecrûbeya çapemeniya bi şêwezarê zazakî axivîn.

Jêder: Rudaw

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …