Demên Kuştinê: Divê Awistralya bi qirkirina gelê aborîcîn re rû bi rû bimîne

Demên Kuştinê raporteke taybet a rojnameya Guardian a li ser Awistralyayê ye ku mebesta wê berhevkirina agahiyan ên ji bo eşkerekirina rastiyan e. Wekî ku pêşiyên her du aliyan jî dibêjin, ev ne bi tenê çîroka zalimane ya xwînrijandinê ya sedsalan e lê çîroka berdêlên însanî ne

Çîrokên “demên kuştinê” çîrokên ku me bi dizî guhdarî kirine. Ev çîrok di pirtûkên me yên dîrokê de tune ne. Rojnamegerê dîroka kolonyal û parêzer Richard Windeyer ji vê re dibêje ‘pitepitên di kûrahiya dilê me de.’   

Lê li Awistralyayê bangên ji bo eşkerekirina rastiyan a di asta neteweyî de her ku diçe zêde dibin. Barometreya hewldanan a Lihevkirin Awistralya 2019 a ji bo gelên xwecî nîşan dide ku ji % 80’yê mirovan eşkerekirina rastiyan girîng dibînin. Hema hema ji % 70’yê awistralyayiyan qebûl dikin ku gelê aborîcîn rastî qirkirinên berfireh hatine, ketine girtîgehê, bi zorê ji erdên xwe hatine derxistin û tevgera wan a li Awistralyayê hatiye bisînorkirin.

Demên Kuştinê raporteke taybet a rojnameya Guardian a li ser Awistralyayê ye ku mebesta wê berhevkirina agahiyan ên ji bo eşkerekirina rastiyan e. Wekî ku pêşiyên her du aliyan jî dibêjin, ev ne bi tenê çîroka zalimane ya xwînrijandinê ya sedsalan e lê çîroka berdêlên însanî ne.

Nexşeya înteraktîv a Guardianê bi kîtekît qirkirinên li her eyaletê nîşan dide lê lêkolîna li ser vê mijarê hîn jî didome. Di nexşeyê de hemû agahiyên li ser nakokiyê û pevçûnên li ser erd û û çavkaniyan tuneye. Li aliyekî din, gelek qadên qirkirinê hene ku hîn dive li nexşeyê bên zêdekirin.

Di nexşeya vê parzemînê (Awistralya) de me dît ku di 140 salan de herî kêm 270 qirkirin pêk hatine. Ev yek parçeyeke hewldanên dewletê ya ji bo tunekirina gelên aborîcîn e.

Qirkirinên berfireh ku do 1794’an de dest pê kiribûn, cara pêşiyê ji aliyê leşkerên brîtanî ve hatin kirin û paşê ji aliyê poles û rûniştvanên nû yên Awistralyayê hatin domkirin. Dawiyê polêsên xwecî yên wekî hêzeke milîs di bin fermandarên rûnistvanên spî de hatibû birêxistinkirin dest bi kuştinan kirin.

Bi riya bikaranîna nexşeya qirkirinê ya kolonyal a Beşa Zanistên Mirovî ya Sedsala 21emîn a Zanîngeha Newcastleê Guardian Awistralya gihîşt van encaman:

  • Herî kêm heta 1920’an hêzên hikumetê bi awayekî aktîf beşdarê qirkirinan bûne.
  • Hejmara miriyên gelê aborîcîn a di her pevçûnê de zêde bûye. Lê bi destpêka salên pêşiyê yên 1900’an êdî ji nava serdestên spî kes nehatiye kuştin. Bi tenê di 1928’an de yek ji van hatiye kuştin.
  • Ji ber berpirsiya wan a di qirkirinan de bi tenê kesekî ji hêza kolonyal sûcdar hatiye dîtin. Ev yek piştî qirkirina li Myall Creek a di 1838’an de pêk hatiye.
  • Piştî salên 1840’an qirkirin di nava rojê de ji aliyê polêsên xwecî ve û carinan jî bi alîkariya rûnistvanên nû hatine meşandin.
  • Di heman demê de hewldanên ji bo veşartina van bûyerên hovane jî hatine kirin.
  • Xwendina di derbarê van qirkirinan de karekî dijwar e. Lê lêrasthatina têkiliya kesekî an malbatek a bi van qirkirinan tiştekî dijwartir e. Digel vê jî, gelek awistralyayî ji bo parvekirina çîroka xwe derketine pêş.
  • Ji bo lêkolîn û pêkanîna delîlên rastiyê nîşan didin dem lazim e. Di nava vî karî de lênerîna name, kovar, gotarên rojnameyan, pirtûk û dîroka devkî jî  cî digire.
  • Fêrbûna ji vê dîrokê wê hinekan ji me şok bike. Lê hejmara awistralyayiyên hewl didin paşerojê şermezar bikin her ku diçe zêde dibe û dengên wan roj bi roj bilindtir dibe.

Ev nivîs ji rojnameya brîtanî The Guardian hatiye wergerandin û kurtkirin.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …