Dema zimanekî dimire…

Anîmasyona li ser bingeha helbesta Migeul Leon Portilla ya bi navê “Cuando Muere una Lengua” (Dema zimanekî dimire) bi zimanê nahuatla Huastecayê yê li Meksîkayê hatiye weşandin. Fikra amadekirina anîmasyoneke bi vî rengî û dîrektoriya wê ji aliyê Gabriela Badillo ve hatiye kirin.

Zimanê nahuatla Huestecayê herêma Huesteca ya li eyaletên Hidalgo ya li rojhilat û li San Luis Potosiya li rojavayê Meksîkayê ji aliyê milyonekî zêdetir xwecî tê axaftin.

Miguel Leon Portilla k udi 1926’an de li Meksîkayê hatiye dinyê, fîlozof û dîrokzaneke navdar ê meksîkî ye ku bi taybetî li ser raman û wêjeya nahuatl xebatê kiriye. Portilla di heman demê de li Zanîngeha Neteweyî ya Otonom a Meksîkayê di derbarê mijarên xwe yên lêkolînê de dersan dide.

Dema zimanekî dimire

Dema zimanekî dimire

Tiştên pîroz,

Stêrk, ro û heyv

Tiştên di derbarê mirovan de,

Fikir û hest

Êdî nayên dîtin

Di vê neynikê de.

*   *   *   *

Dema zimanekî dimire

Her tiştê li cîhanê

Derya û çem,

Heywan û nebat,

Nayên fikirandin an nayên axaftin

Êdî tune dibin.

*   *   *  *

Wê demê,

Pencereyekê, deriyekî

Ji bo hemû mirovên cîhanê

Ronahiyeke cuda

Ya di tiştên pîroz

An di tiştên di derbarê mirovan de,

Di her tiştî de heye û jiyana li ser axê ye,

Tê girtin.

*    *   *   *

Dema zimanekî dimire,

Peyvên wê yên evînê,

Entonasyona xemgîniyê û şifqetê,

Belkî jî hemû stran,

Meselok, axaftin û dua,

Wekî ku berê pêk hatibe,

Êdî ti kes wan dubare nake.

*   *   *   *

Dema zimanekî dimire,

Ji niha ve gelek tişt dimirin

Û gelekên din dikarin bimirin.

Neynik heta dawiyê dişikên

Siya dengan

Heta dawiyê bêdeng dibe:

Xizan dimîne mirovahî.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …