Dema parvekirina Kerkûkê ya li du parçeyan hat

Hefteya borî Malîkî fermandarê hêzên xwe yên leşkerî Alî Ghedan şand qada leşkerî K11 a li Hawîceya Kerkûkê ku dibin kontrola Tûgaya 21’emîn a Iraqê de ye. Ghedan li wir tevlî fermandarê hêzên Dîcleyê bi endamên eşîrên ereban re civîn li dar xist û paşê Malîkî bi civîneke medyayê carekê din Waliyê Kerkûkê û li hêzên kurd ên li aliyê kurd ê Kerkûkê gef xwar. Heta niha ne ji aliyê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) ne jî ji aliyê rêvebirên Kerkûkê bersiveke li dijî vê hat dayîn.

Ji hilbijartina 2010’an û vir ve wîlayet di navbera sê herêman de, bakur, bakurê rojhilat û bakurêrojava ku ji 7 navçeyên kurdan (Sar Garan, Dibz, Altûn Kuprî, Şwan, Qara Hancîr, Laylan û Daquq) ku hemû di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne pêk tê, hatiye parvekirin. Bajarê Kerkûkê di bin kontrola polîsê kurd û Asayîşê (hêzên taybet ên kurd) de ye û başûrê Kerkûkê ku ji navçeya Hawîcayê û taxên Riyad û Raşadê yên girêdayê wê pêk tê, di bin kontrola Iraqa ereb de ye.

Bi tevgera dawî ya hêzên Malîkî ya li K11’an, iraqî bi awayekî sereke ji HHK û Pêşmerge re dibêjin ku dema wexta wê bê em ê têkevin van du herêmên ku em kontrol nakin. Dibe ku ev yek ji aliyekî ve bi kirîna helîkopterên şer ên rûs a ji aliyê Iraqê re têkildar be û Irak dixwaze hêza xwe nîşan bide û li ser balansa hêzê ya hemû wîlayetê tesîrê bike.

Lîderên kurd divê zû têkevin nava hereketê û dixwaze bila bi şandina bêtir hêzên kurd an jî dixwaze bi kirîna sîstemên pêşketî yên çekan ku dikare li hember çekên nû yên ji aliyê Malîkî hatine kirîn bersivê bide û bi taybetî jî piştî ku Malîkî bi riya amûra telekomînîkasyonê beşdarê civîna çapemeniyê bû û bêyî rastiya ku qadên bakur û navîn ên Kerkûkê xwedî piraniya kurd e û di bin kontrola kurd de ye, ji endamên eşîrên xwe yên ereb re got ku wê Kerkûk wekî iraqî hebûna xwe bidomîne, balansa heyî bidomînin.

Wiha xuya dike ku civîna dawiyê ya di navbera Malîkî û Barzanî a li ser statuya Kerkûkê de ti pêşketin dernexistiye holê an jî lîder li ser wîlayetê tew tiştekî negotine an ji bo bidawîkirina nakokiyê li ser statuya wîlayetê çareseriyekê nedîtine.

Bi armanca îzolekirin û kêmkirina êrîşan terorê yên li hember bajêr, di demên dawî de ji aliyê waliyê kurd çeperek hat kolandin lê wiha xuya dike ku nêzîkbûna baştir ev e ku di dewsa wê de divê dîwarekê bê lêkirin. Di dawiyê de Başûrê Kurdistanê ji bo astengkirina bidestxistina erdên kurd ji aliyê Hikumeta Iraqê û koça girseyî ya iraqî ya ber bi erdên kurdan ve ku ji niha ve di vî warî de alarm tê dayîn, divê di dawiyê de li ser sînorên xwe yên bi Iraqê re dîwarekê lêke.

Çareseriya herî pêkan a ji bo bîdawîkirina nakokiyê ya bi vê wîlayeta zengîn û diyarkera başî û nebaşiya pêşerojê ku her alî jê dilşad bibe, parvekirina Kerkûkê li du beşan e ku bi vî awayî 7 navçeyên kurd û bajar dibe wîlayeteke nû û tevlî HHK’ê dibe û parçeya mayî ya ereb jî li gorî daxwazê dibe wîlayeteke din an tevlî wîlayeta Selehedîn tê kirin.

——-

Ji aliyê Alan M. Abdulla hatiye nivîsandin û di 19.10.2013’an de di Ekurd.net de hatiye weşandin. Nivîs ji îngîlîzî hatiye wergerandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …