Dekolonîzasyon ji bo perwerdeya aborîcînan pêwîst e

Dibistan berhemên sîstemên welatên rojava, awayê zanîn û organîzekirina zanînê ya welatên rojava ne û di derbarê riyên guherandina dibistanan de gelek xebat divê bên kirin.

Raporta Komîsyona Heqîqet û Lihevhatinê ya Kanadayê carekê din nîşan da ku di perwerdeya gelên aborîcîn de kêmasî didomin. Hin aktîvîstên zimanê aborîcîn difikirin ku çareseriya mayinde ya perwerdeyê dikare bi riya dekolonîzasyonê pêk bê.

Karla Jessen Williamson endamekî gelê înûk ê ji Grondlandê ye û li Zanîngeha Saskatchewanê perwerdekar e.

Williamson di derbarê kolonîasyonê de wiha diaxive: “Ji bo min dekolonîzasyon beriya ku em têkevin hişê kesên kolonîzasyonê dimeşînin, dîtina tiştên ku nifşên înûît kirine ye”.

“Ew di derbarê dîtina ku em çawa gelekî serbilind in, dikarin li herêma Arktîkê jiyana xwe bidomînin û em çawa dikarin îro van serfiraziyan têxin nava formên saziyên perwerdeyê de ye”.

Perwerdekara aborîcîn difikire ku piraniya xebatên pêwîst dest pêkirine lê gazinan dike ku zarok piraniya dema xwe ya dibistanê hîn jî di dersên ku ji aliyê hişmendiya kolonyalîst hatine amadekirin de derbas dikin.

Wezîrê Perwerdeyê yê herêma Nûnawût a li bakurê Kanadayê Paul Quassa di warê perwerdeya înûîtan de xweşbîn diaxive. Quassa dibêje ku berevajiya gelek gelên aborîcîn ên li Kanadayê, înûît piraniya nîfûsa Nûnawûtê pêk tînin û heta astekê xwedî xweseriyê ne.

Herêma Nûnawût ji bo parastina zimanên înûît di 2013’an de qanûnekê amade kiriye û di çarçoveya vê qanûnê de di perwerdeyê de zimanên herêmê tên destekirin.

McGregorê ku beşeke zaroktiya xwe li herêma aborîcîn Iqauluit derbas kiriye û li ser dekolonîzasyona sîstema dibistanên Nûnawût tezekê nivîsandiye, di derbarê rola dibistanan de erênî nafikire. MacGregor diyar dike ku înûît li dibistanên di stîla welatên rojava de hatine damezrandin dixwazin zanîna xwe ya kevneşopî veguhezînin nifşên nû lê zanîna gel di van dibistanan de diguhere.

McGregor wiha diaxive: “Dibistan berhemê sîstemên welatên rojava, awayê zanîn û organîzekirina zanînê ya welatên rojava ne û di derbarê riyên guherandina dibistana de gelek xebat divê bên kirin.”

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …