Debka File: Erebistan ji bo serkeftina AKP’ê alîkarî şandiye

 

 

 

Malpera Debka File nivîsiye ku rejîma Erebistanê ji bo serkeftina partiya Edalet û Pêşketinê (AKP) a di hilbijartinê de gelek pere şandiye û alîkariya xwe ya fînansî bo vê partiyê berdewam dike.

Malpera Debka Filê dibêje ku rayedarên derecebilind ên Erebistana Siûdî soz dane ku di babeta fînansî de çi ji destê wan were alîkariya partiya Erdoganê  serokkomarê Tirkiyê re bikin da ku li hilbijartinan de bi ser bikeve.
Malper diyar dike ku Adil Seracedîn Murdad ku sefîrê Erebistanê yê Enqerê ye soz daye serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmed Davûdoglu ku Erebistan 17 milyar dolar alîkariya bide AKP’ê piştgiriya siyasetên Erdogan a ji bo kontrolkirina rêxistina edaletê bike.
Foaz Cercîs ê mamostayê siyasetên Rojhilata Navîn û peywendiyên Navneteweyî ê li Londonê di vî warî de wiha dibêje: “Rayedarên Siûdî hewl didin li di dema herî kurt de bi Erdogan re hevpeymaniyekê  pêk bînin da ku hevsengiya hêzdarî û deshilatê ya li Sûriyeyê neguhere.”
Erdogan piştî ku partiya wî AKP’ê di hilbijartinên7’ê Hezîranê de şikest xwar, nehîşt ku hikûmeteke koalîsyonê pêk were û ji bo serkeftina vê partiyê xwest ku carekê din hilbijartinên parlemanê bê lidarxistin.

 

Jêder: Sahat TV

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …