Dayikino, hay ji zimanê xwe hebin!

Nîvro bû, dersa min qediya bû, ez ji dibistanê derketim û heta rawestgehê meşiyam. Di rê de ez difikirîm, ka îro ez ê bi kurdî çi bixwînim. Kovara Hawarê hat bîra min, ma ne min heta hejmara 23’an xwendibû? Divê ez hejmarên din jî bixwînim. Ji hişmendî, zanîn û hestên ew kesên kurdperwer wekî Celadet Bedirxan, Nuredîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî û hwd. dilop dilop vexwim, hişmendiya xwe zengîn bikim, nasnameya xwe xurt bikim. Ez ketim kelecanekê û lingên min lez kirin. Divê ez zû bigihîjim malê. Ji nişkave dengek hat û ji min re got ‘iyi günler hocam’. Ez ji dinya xwe ya kurdî  vegeriyam hatim dinya tirkî. Min jî bi serê xwe bersiv da wî xwendekarê xwe yê biçûk. Navê wî  Azad bû û hîn diçû pola 4’an. 10 salî bû. Ez hinekî aciz bûm. Pişt re ez fitîlim ser Azad û min got ‘rojbaş Azad’.  Azad tenê li min nêrî û keniya. Xuya bû ku Azad nikarîbû bi kurdî li min vegeranda. Tenê fam dikir lê nikarîbû biaxiviya! Belê fam dikir, ji roniya çavên wî diyar bû , lê nikarîbû peyvên kurdî ji devê xwe derxista.

Famkirin,  gelo çiqasî fam dikir? Çend peyv, çend hevokên kurt ên rojane? Belkî jî çend navên ajal û kincan dizanîbû. Xwedê zane çiqasî fam dikir. Lê hejmar? Xwarziya min hat bîra min, Dîlan. Carekê min ji wê re gotibû ‘dema tu bibî bîst (20) salî divê tu li zanîngehek baş xwendekar bî’. Xwarziya min ji min pirsî bû ‘Bîst  kaçi teyze ? Hele bi tirkî jî bêje !’ Ez cemîdim mam, qaşo xwarziya min a heşt salî kurdî baş dizanîbû. Belê, têkiliya min bi wê re bi kurdî bû. Lê diya wê, xwişk û birayên wê, derdora wê? Gelo bi wê re bi kurdî diaxivîn? Pişt re min fam kir ku tenê li cem min bi kurdî diaxivî, lê wekî din, bi taybetî  bi diya xwe re têkîliya wan bi tirkî bû!

attachment (2)

Dema ez gihiştim rawestgehê, çend kesên din jî li wir li benda  (oto)busê bûn. Ji wan jî dengê tirkî difûriya. Dewxa min çû, dinya li ber çavên min reş bû.Tu dibê qey ez ne li Kurdistanê, Amedê bûm. Dengekî biçûk ê kurdî jî nedihat guhên min.

Mala Xwedê ava, otobus jî hat, ez ê zû  biçim malê. Li otobusê siwar bûm û çûm li dawiyê li cîhekî rûniştim. Min xwest ku hinekî  tiştên xweş bifikirim. Hişê min dîsa çû ser kovara Hawarê. Mamosteyê hêja, Celadet  Bedirxan hat bîra min. Keda wî, ew hişmendiya wî ya dewlemend û ew dilê wî yê kurdperwer… Ji bo zimanê kurdî di nav ew şert û mercên giran de, di wan salên reş de çiqas karên hêja, payebilind kiribûn. Gelo çiqas Kurd haya wan ji wî û kovara Hawarê  hebû?

Otobus  sekinî, du jin û zarokek 4 – 5 salî lê siwar bûn. Jinek leçekek spî li serî bû, xuya bû kurd bû. Her du jin hatin li hemberî min rûniştin û zaroka wan jî li ser piyan sekinî. Her du jin behsa pirsgirekek malbatî dikirin û spas ji Yezdanê Dîlovan re bi kurdî diaxivîn! Hinekî ez kêfxweş bûm, bêhna min derket û ew bêhêvî piçekî belav bû. Rewşa Amediyan ew qas jî ne tarî bû, zimanê kurdî, li vir, li paytextê hîn di jiyanê de hebû. Tam ez weha difikirîm ku ji nişkave dengek ‘oxlim gel buriya dedim sana’ fûriya! Ew jin, ew jin a bi leçeka spî, belê ew jin a ku çend saniye berê bi hevala xwe re bi kurdî diaxivî, lê aniha bi zarokê xwe yê biçûk re tirkî! Dîsa dengek jê derket û di guhên min da olan da: ‘Oxlim, axşama babaya soyliyecexim bax, sana gel buriya diyem!’ Min xwe negirt û ji jinikê re got ‘hûn bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin wê baştir nebe? ‘ Jinikê li min nêrî, keniya û got ‘zarok kurdî fam nake, ew bi me re tirkî dipeyive’. Min got çawa tu ne dayika wî yî? Heger tu her tim bi wî re bi kurdî biaxivî ew ê jî bersiva te bi kurdî bide. Jinikê got ‘welle ez nizanim, carekê zimanê me weha bûye’. Min dirêj nekir. Xuya bû ku haya vê jina kurd jê tune bû ku çiqas xerabiyeke mezin bi zarokê xwe, zimanê xwe, çanda xwe, nasnameya xwe û welatê xwe dike!

Ez heyrana we bim dayikino!

Dayikên kurd, dema hûn difitilin ser zarokên xwe, dema ku hûn li nava çavên wan, li roniya wan dinêrin hay ji zimanê xwe hebin!

Xîret, hinekî xîret… Erê, karên we giran e, demek dirêj e pişaftin didome, wan televîzyonên tirkî yên rengîn ên mirovan dadiqurtînin û dibistanên fermî… Lê dîsa jî hûn dikarin di wê cihana xwe ya taybet de, di navbera xwe û zarokên xwe de bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe bijîn. Beyî vîna we, tu asteng li wê cihana we ya taybet de nîne.

Ey dayikên kurd ên delal! Ez heyrana we bim, bi  ZAROKên xwe yên KURD re bi KURDÎ biaxivin!

Berfîn ÎDE

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …