School Bi lingual Road Sign

Daxwazên bo perwerdeya bi zimanê galî zêdetir dibin

Li welatê Gal daxwazên ji bo perwerdeya bi zimanê Galî pêş de diçe. Hikumeta Gal hewl dide ku bersivê bide daxwazên ji herêmên welat tên.

Hikumeta Galê di rojên dawî de diyar kir ku ew ê di çarçoveya peymana bi partiya herêmparêz Plaid Cymru re hatibû kirin de 30 milyon poundê din bo perwerdeyê veqetîne. Lê wiha xuya dike ku ev jî wê têra daxwazên bo perwerdeya bi galî neke.

Statîstîkên ji aliyê hikumeta Galê hatibûn weşandin nîşan didin ku konseyên bajaran ji bo damezrandina dibistanên nû ku lê perwerdeya bi galî bê kirin sê caran serî li hikumetê dane. Di van serîlêdanan de 22 konseyên li welat 103 milyon pound ji hikumetê xwestine.

Berpirsê perwerdeyê yê Plaid Cymru Llyr Gruffydd di vê mijarê de dibêje ku ew şahid dibin ku perwerdeya bi zimanê galî sektoreke herdem pêşve diçe û lewma Plaid Cymru ji bo îsal ji hikumetê daxwaz kiriye ku alîkariya bo perwerdeyê zêdetir bike.

Sekreterê Perwerdeyê yê Kirsty Williams di vê mijarê de wiha diaxive: “Eger Hikumeta Galê di warê pêkanîna milyoneke axêverên galî ya di 2050’î de cidî be, bersivandina daxwazên dê û bavên xwendekarên bi zimanê galî perwerdeyê dibînin gaveke bingehîn e ji bo gihîştina vê armancê”.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …