Daxwaza maoriyan a ji bo serdestiyê 180 sal in didome

Hejmara van nameyên dîrokî di ser 700’î re ye û aniha ketiye nav arşîva înternetê ya Konseya Aucklandê. Robert Eruera yek ji berpirsê parastina kelepûra maorî ye û di vê mijarê de ji Radyoya Zelandaya Nû ye wiha axivî ye: “Ew wekî pencereyên demê ne ku hûn dikarin tê de rojeva siyasî û atmosfera wê rojê bibînin. Ev name hemû bi zimanê reo maorî ne. “

Maorî gelekî xwecî û xwediyê herî kevn ê Zelandaya Nû ne ku ji aliyê koçberên Brîtanî hatiye damezrandin. Piştî dagirkirina Zelandaya Nû. rêvebirên brîtanî bi nûnerên gelê maorî re peymanek îmze kirine. Ev peymana bi navê Te Tiriti an Waitangi di meha Sibatê de 180 sal li dûv xwe hişt.

Beriya peymanê. her du alî ji hev re gelekî nameyan şandine. Ji van nameyên ku maorî bi zimanê xwe nivîsine tê famkirin ku meseleya serdestiya axê wekî îro ji bo maoriyan girîng bûye.

Hejmara van nameyên dîrokî di ser 700’î re ye û aniha ketiye nav arşîva înternetê ya Konseya Aucklandê. Robert Eruera yek ji berpirsê parastina kelepûra maorî ye û di vê mijarê de ji Radyoya Zelandaya Nû ye wiha axivî ye: “Ew wekî pencereyên demê ne ku hûn dikarin tê de rojeva siyasî û atmosfera wê rojê bibînin. Ev name hemû bi zimanê reo maorî ne.”

Mîrze Eruera dide zanîn ku gelek dem di ser van nameyan re derbas bûye lê hîn jî mijara rêzgirtina ji serdestiya maoriyan a li ser erdên wan pêwîst e.

Di sala 1849’an de serokê maoriyan Hone Heke bi îngilîzan re peymana Waitangi îmze kir. Hone Heke li dijî îngilîzan têkoşiya ye û tê zanîn ku wî çar çaran dîrega ala brîtanyayê ya li ser axa xwe şikandiye.

Serokên maoriyan Hone û Harriata

Hone Heke di nameyên xwe yên ji dagirkeran re şandine diyar kiriye ku eger ew ji sînorên li ser hatine lihevkirin derkevin wê rastî berxwedanê bên. Piştî mirina Heke, îcar jina wî Hariata Rongo name ji dagirkeran re şandine. Wê jî brîtaniyan ji bo berfirehkirina dagirkirinê hişyar kiriye û bi taybetî daxwaz kiriye ku planên damezrandina bajarokê Mangonui nekeve pratîkê.

Hariata di nameya xwe ya bi zimanê dayikê hatiye nivîsndin van pirsan dike:

“Kei hea te pai? Kei hea te kupu whakatapu i tēnei motu? Kei hea te pupuri i te kupu a Heke?

” Ka îcar başî li ku derê ma? Li ku derê ye soza pîroz a vê giravê? Gotina Heke çawa tê bi cî anîn?”

Mixabin dagirker planên xwe betal nakin û bajarokê Mangonui dadimezrînin.

Maorî bi armanca parastina çand û zimanê xwe ya li hember belavbûna îngilîzî herdem di nava tevgerê de bûne. Te reo navê zaravayên maorî ne ku bi sedan sal in ji aliyê gelê xwecî li Zelandaya Nû tê axaftin. Dema welatê maoriyan di sedsala 19’emîn de ji aliyê brîtaniyan tê dagirkirin, welat rastî koça mezin a îngilîzîaxêvan hat. Bi vê pêla xurt a koça ji derve zimanê maorî gav bi gav bingeha xwe ya xurt a li welat kir.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …