Dadgeha Madrîdê biryara katalan betal kir

 

 

Dadgeha Destûra Bilind a Îspanyayê îro biryara Parlamentoya Katalonyayê ya ji bo  pêkanîna serxwebûna Katalonyayê, betal kir. Kurtedemek berê hikumeta îspanyol ji bo betalkirina vê biryarê serî li dadgehê dabû.

Biryara Parlamentoya Katalonyayê di 9’ê Mijdarê de bi dengên partiyên hevalbendiya serxwebûnê Ji bo Erê Bi hev re (Junt pels Si) û CUP’ê hatibû girtin. Ji 135 parlamenterên Katalonyayê 72 parlamenter dengê erênî dabûn vê biryarê.

Di biryarê de tê gotin ku Katalonya wê pêvajoya serxwebûnê bide destpêkirin û ew ê pêvajo ji ber astengiyên saziyên dewleta îspanyol bi taybetî ya Dadgeha Destûra Bingehîn, nesekine.

Cîgirê serokê Katalonyayê Neus Munte di derbarê mijarê de got ku piştî biryara dadgehe jî biryara wan a ji bo serxwebûnê berdewam dike û “wekaleta demokratîk” a ji bo serxwebûnê ji aliyê biryara dadgehan nayê sekinandin.

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …