Cotkarên jin ên Zîmbabweyê zêde dibin

 

 

Piştî reforma axê ya 2000’î ya Zîmbabweyê ji aliyê jimara jinên cotkar ên li ser axa xwe dixebitin ya di nava welatên Afrîkayê de, rêza welat bilind kir.

Jin piraniya keda çandiniyê ya başûrê Sahrayê pêk tînin û li gorî Rêxistina Xurekan û Çandiniyê yê Neteweyên Yekbûyî (FAO) ji % 80’yê xurekên bingehîn ên herêmê hildiberînin.

Beriya parvekirina erdên Zîmbabweyê ku li derdora 4,500 çewlikên di destên kesên spî de –ji çaran yekê welat pêk danî- li 245,000 cotkarên reş hatin belavkirin, ji % 5 kêmtir jinên Zîmbabweyê bi awayekî fermî xwedî erdên bûn. Lê piştî reforma erdan, niha ji % 20’ê xwediyên erdan  an kesên ku erdan îcare dikin, jin in.

Matrîksa xwedîtiya erdan a ji belavkirina erdan a sala 2000 û vir ve bi tevahî rewşa erdên welat guharand lê erdên komunal ku li ser wan normên pederşahiyê hîn serdest in û giregirên kevneşopî biryara xwedîtiya erdan didin, bi giranî neguherî ye.

Li derdora ji % 50’yê erdên Zîmbabweyê ji erdên komunal pêk tê. Ji % 70’yê nifûsa li ser van erdan dijî û cotkar bi gelemperî erdên ku mezinbûna wan qasî du hektarin, dajon.

Di Kanûna 2013’an de lêkolîneke Enstituya Lêkolînê ya Polîtîkaya Xurekan a Navneteweyî (IFPRN) a bi navê “Newekhevîtiya Zayendî a Xwedîtî û Kontrola Erdên Afrîkayê: Xeyalên li hemberî Rastiyê” nîşan dide ku tiştên di warê li Afrîkayê jin û erd de tên gotin ya wekî “li cîhanê ji % 2’yê erdan di destê jinan de ne” û “ li derdora ji % 15’yê erdên çandiniyê yên Afrîkayê di destê jinan de ye” pir hatine hêsankirin.

Komîsyona Milkiyeta Erd a 1993’an ku ji aliyê serok Robert Mugabe ve bi armanca vekolîna mijarên erdan ên dema post-kolonyal de hatibû peywirdarkirin, texmîn kir ku qasî ji % 70’yê jinên li herêmên gundewar ên li Zîmbabweyê dijîn, rojane karê çandiniyê ku ew jî ji amadekirina axê ya ji bo çandiniyê heta karên piştî çinînê pêk tê, dikin.

Di 1998’an de saziya Li Zîmbabweyê Jin û Erd (WLZ) diyar kir ku “digel ku Zîmbabwe serbixwe ye (ji 1980’an û vir ve) dema dor tê ser xwedîtiya erdên çandiniyê jin bi newekhevîtiyê re rû bi rû dimînin.”

Di vê navberê de di 2013’an de qebûlkirina destûra bingehîn a nû, ji bo jinan wekî nuqteyeke girîng tê dîtin. Emed Gunduzaya berdevkê Koaslîsyona Jinan a Zîmbabweyê (WCZ) ku toreke aktîvîst û rêxistinên jinan e, ji IRIN’ê (Torên Entegre yên Agahiyên Herêmî yên NY’yê) re got ku destûra bingehîn a nû, nakokiyên di navbera hiqûqa kevneşopî û ya fermî de ji holê rakiriye.

Destûra bingehîn a nû destnîşan dike ku “hemû qanûn, edet, kevneşopî û kiryarên çandî ku mafên jinan ên ku ji aliyê destûra bingehîn ve hatine qebûlkirin îhlal dikin êdî tune tên hesabkirin.

——————

Nivîs di malpera Irinnews.org de hatiye weşandin û ji ingîlîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …