Cornwallî dixwazin bi televîzyonê zimanê xwe vejînin

Li Brîtanyayê zimanekî di xetereyê de ji bo ji nava civakê winda nebe di ber xwe dide. Kornîşî (kernewek) di dîrokê de zimanê herêma Cornwallê (Kernow) a li başûrêrojavayê Brîtanyayê bûye. Di demên dawiyê de parazvanên vî zimanî ji ziman vejînin plan û projeyan amade dikin. Yek ji van hewldanan damezrandina qenaleke tvyê ya bi kornîşî weşanê bike ye.

Kowethas an Yeth Kernewek (Komeleya Zimanê Kernewek) bi mebesta damezrandina “Televîzyona Zimanê Kernewek) rûpeleke înternetê ya ji bo berhevkirina çavkaniyeke fînansê amade kir. Ji niha ve bi hezaran kes vê bi vê kampanyayê eleqeder bûne û ev hejmar her ku diçe zêde dibe. Ev jî hêviya amadekarên vê projeyê zêde dike û herwiha di nava parazvanên ziman de hêviyê xurtir dike.

Berdevkê kampanyaya tvyê radihinîne ku “ji dema destpêkirina vejîna ziman û heta aniha zimanê kernewek nebûye xwediyê alaveke xwerû ya bo nav û dengê xwe”. Berdevk dibêje ku heta aniha bi tenê bi riya BBC South West û ITV car caran hin bernameyên bi kornîşî tên pêşkêşkirin lê ev têr nake.

Dilxwazên zimanê Kernewek ji vir sal û nîvekê berê li ser înternetê qenaleke tvyê ya bi navê Pellwolok an Gernewegva damezrandine. Koma dilxwazên ziman bi vê xebata xwe ji bo weşangeriya tvyê naverok amade dikin û spîkeran perwerde dikin. Ji îro û pê ve vê komê dixwaze studyoyekê veke û bo damezrandina tvyekê alavên pêwîst bi dest bixe.

Kornîşî ji aliyê UNESCO’yê ve wekî zimanê “bi awayekî krîtîk di xetereyê de ye” tê qebûlkirin. Serjimara 2011’an a brîtanî nîşan dide ku li herêma Cornwallê Kernewek bi tenê zimanê yekemîn 557 welatiyan e. Li gorî texmînekê li cîhanê qasî 5000 kes bi vî zimanî dizanin.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …