Ciyê kurdî di perwerdeyê de berfireh dibe

Amadekariyên sala nû ya perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bûn. Ji bo sala nû nêzîkî 3,000 mamoste hatin perwerdekirin û pirtûkên dersê hatin amadekirin. Wê îsal li polên yekemîn ên dibistanên seretayî hemû ders bi kurdî bên dayîn.

Amadekariyên ji bo sala nû ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekitiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê (YMRK) hatin meşandin. Saziyên navborî di çarçoveya amadekariyan de cara dawiyê di 7 Îlonê de li Qamişloyê û di 13’ê Îlonê de jî li Kobanê bi mamosteyan re civîn li dar xistin û li ser amadekariyên hatine kirin sekinîn.

Endama Kordînasyona SZK’ê Nesrîn Doko di derbarê plansaziya sala nû de agahî dan ANHA’yê û got ku wan li seranserê Rojava nêzîkî 3,000 mamoste perwerde kirine û li herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê di çarçoveya amadekariyên sala nû de gelek civînên amadekariyê li dar xistine.

 Zimanê kurdî wê li hemû dibistanan hebe

Nesrîn Doko li ser ciyê zimanê kurdî di plansaziya sala nû de van agahiyan dan: “Em ê li hemû dibistanên fermî dersên zimanê kurdî bidin. Dersên ziman hem li dibistanên seretayî hem jî yên navîn û amadeyî (lîseyê) wê bêne dayîn. Di pola yekemîn a dibistanên seretayî de wê hemû ders bi zimanê kurdî bêne dayîn. Di polên din ên dibistanên seretayî de jî wê hefteyê 3 saetan dersên zimanê kurdî bêne dayîn. Di dibistanên navîn û amadeyî de jî wê dersên zimanê kurdî bêne dayîn.”

Doko got ku li bajarên ku bi giranî ereb dijîn wê dersên kurdî tenê li dibistanên taxên ku kurd lê dijîn bêne dayîn û ji ber şerê li Helebê, wê li vî bajarî li dibistanan perwerde neyê dayîn.

Endama SZK’ê da zanîn ku eger li dibistanên fermî ji bo wan astengî bên derxistin wê li dibistanan bi derfetên xwe dersan bidin. Li ser vê mijarê endamê YMRK’ê Osman Ferec di civîna li Kobanê de got ku îhtimala birîna heqdestên mamosteyên fermî ji aliyê rejîmê heye û di rewşeke wiha de wê  mamosteyên dilxwaz ku ji aliyê SZK’ê hatine perwerdekirin dikarin bê pere bixebitin.

Çavkanî: ANHA

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Frîzland dixwaze zimanê xwe biparêze

Herêma Frîzland (Fryslân) a li Holandayê bi rêûrêbazên zanistî dixwaze zimanê dayikê biparêze. Lêkolînerên sazîyên …