Ciwanên ji Korsîkayê di greva birçîbûnê de ne

 

Endamên rêxistina ciwanên serxwebûnxwaz Ghjuventù Indipendentista bi armanca ku Fransa biryarên ji aliyê Parlamentoya Korsîkayê ve hatine girtin qebûl bike, dest bi greva birçîbûnê kirin. 15 ciwanên ji rêxistinê ku li paytexta dîrokî Keleya Corti ya Korsîkaya serbixwe ya di sedsala 18’emîn de dest bi grevê kirin, diyar kirin ku heta daxwazên wan ji aliyê dewletê bê qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomînin.

Partiya Neteweya Korsîkayê (PNC) ku alîgiriya xweseriya giravê dike û partiya Corsica Libera ya serxwebûnxwaz bi daxuyaniyên xwe destekê dan vê grevê. Herwiha, hin rêxistinên sivîl û Zanîngeha Korsîkayê di destekê didin vê çalakiyê.

Di 2013’an de Meclîsa Korsîkayê fermîbûna zimanê korsîkî ligel fransî, sîstemeke taybet a ji bo bacê û statuya xwecî ya giravê qebûl kiribû. Di çarçoveya statuya xwecî de tê xwestin ku li dijî bilindbûna buhayê xaniyan a ji ber sektora tûrîzmê, welatiyên Korsîkayê bên parastin.

Lê kurtedemek piştî vê dengdayinê, Wezîrê Desentralîzasyonê yê fransewî Marlylise Lebranchu dabû xuyakirin ku bi taybetî cot-fermîbûna korsîkî û fransî ne mimkûne û naskirina statuya xwecî ya giravê bi tevahî li dijî destûra bingehîn a Fransayê ye.

Parlamentoya Korsîkayê dikare biryarên di derbarê giravê de nîqaş bike û biryaran di meclîsê re derbas bike lê ji bo biryar karaktereke fermî werbigirin divê ji aliyê Parlamentoya Fransayê ve jî bên qebûlkirin.

Çavkanî: Nationalia.info, France3-regions.francetvinfo.fr/

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …