Civîna yekemîn a aboriya karkeran

 

 

Karker, aktîvîst û akademîsyen di civîna yekemîn a “aboriya karkeran” a li Marsîlyayê hatin cem hev. Di civînê de beşdarên ku ji welatên cûda hatibûn tecrûbeyên xwe parve kirin û ji bo pêşxistina aboriya di bin kontrola karkeran de dîtinên xwe anîn ziman.

Civîna yekemîn a “aboriya karkeran” a li Ewropayê di navbera 31’ê Çile û 1’ê Sibatê de li febrîqeya Fralib a ku bîst kîlometre dûrî Marsîlyayê ku bajarekî li başûrê Fransayê ye, hat lidarxistin. Fralib febrîqeyeke amadekirin û pakêtkirina çayê ye ku ji aliyê karkeran ve tê kontrolkirin e. Xwediyê kevn ê febrîqeyê Unilever ku şîrketeke mezin ê di qada berhemên kîmyewî û çandiniyê de xebatê dike, bi armanca kêmkirina mesrefan biryarê dide ku febrîqeyê bigire û hilberînê li derveyê welat bike. Paşê, 80 karkerên febrîqeyê bi armanca betalkirina vê biryarê dest bi çalakiyên dikin. Lê dema tê famkirin ku wê van çalakiyan negihîje encamekê, karker biryar didin ku hilberînê kontrol bikin.

Di van demên dawî de karker mekîneyên mezin ên febrîqeyê dixebitînin û dest bi hilberîna test a çaya ixlamûrê dikin ku ji herêmê tê bidestxistin. Niha jî karker plan dikin ku bi kapasîteya tam dest bi hilberînê bikin.

Pratîka dagirkirina febrîqeyan û bi awayekî demokratîk kontrolkirina wan a ji aliyê karkeran ve pratîkeke xwedî dîroka dirêj e. Vê mijarê heft sal berê li Arjantînê bi dagirkirina febrîqeyan carekê din ket rojevê. Niha li Arjantînê nêzîkî 300 febrîqe an ciyên din ên kar ku ji 15,000’an zêdetir karker tê de dixebitin, ji aliyê karkeran ve hatine dagirkirin. Ji bilî vî welatî, bûyerên bi vî rengî li welatên din ên Amerîkaya Latîn ên wekî Brezîlya û Meksîkayê jî pêk hatin

200 kesên ku di nava wan de nûnerên ji febrîqeyên hatibûn dagirkirin ên li welatên cûda yên Ewropayê (bi giranî Îtalya, Fransa û Yewnanîstan), aktîvîst, sendîka, akademîsyenên di vî warî de xebatan dikin û hin saziyên destekê didin kontrola karkeran û li ser mijarê lêkolînan dikin hebûn, beşdarê civînê bûn. Ji bilî febrîqeya mazûvan Fralib, van febrîqeyan beşdarê civînê bûn: Pilpa ya li bajarê Carcasona ya li Fransayê, ji Roma û Mîlanê Zero û Rimaflow, ji Selanîka li Yewnanîstanê Vio.Me û ji Arjantînê Pigue.

Di civînê de mijara sereke ya li ser nîqaş hat meşandin kêrkatina vê modelê ya li Ewropayê bû. Di çarçoveya vê mijarê de bandora kontrola karkeran a ji bo kêmkirina bêkarî, xizanî û biyanîbûnê hat nîqaşkirin. Di civînê de hat diyarkirin ku febrîqeyên hatine dagirkirin bi êrîşên dewletê, dijwariyên burokratîk, bi kêmasiya tunebûna çarçoveyeke sazîbûnê û bi dijminahiya xwediyên berê, partiyên siyasî û sendîkayên burokratîk re rû bi rû dimînin. Hin beşdar anîn ziman ku febrîqeyên bi vî rengî piranî di nava welatên ku aboriya wan ber bi xerabûnê ve diçe de dixebitin û vê yekê jî karê wan dijwartir dike. Xizmeta wergera paralel a bi sê zimanan ji aliyê tora Babels a dilxwaz hat pêşkêş kirin.

Dîtineke din a derket pêş jî di warê karaktera hilberînê de bû. Hat destnîşankirin ku kontrola karkeran a li ser hilberînê têr nake û dema hilberîn baş pêşkeve ew ê kar (pere) zêde bibe û ev jî wê xetereya kapîtalîstbûnê bi xwe re bîne. Bi armanca domandina karaktera radîkal a vê tecrûbeyê, hin beşdar pêşniyaz kirin ku divê hilberîn di heman demê de bi awayekî civakî jî bê kontrolkirin. Ji bilî parvekirina tecrûbeyan, di civînê de hin biryar hatin girtin û proje hatin pêşkêş kirin. Li gorî biryarekê, wê febrîqeyên di bin kontrola karkeran de berhemên xwe bi awayekî dîrekt bi hev re biguherînin. Herwiha hat pêşniyazkirin ku bi armanca weşandina lêkolînên li ser febrîqeyên hatine dagirkirin û parvekirina tecrûbeyan, malpera workerscontrol.net a pirzimanî bê bikaranîn. Hin beşdar jî pêşniyaz kirin ku bi armanca piştgiriyê hevûdû bê kirin, bi beşdariya febrîqeyan foneke piştgiriyê bê damezrandin.

Çavkanî: Roarmag.org

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …