Civîna Hevgirtina Azad a Ewropî a li Galîsyayê

 

 

 

Asambleya Giştî ya Hevgirtina Azad a Ewropî (EFA) li paytexta Santîago de Compostela ya Herêma Xweser a Galîsyayê ku li ser Spanyayê ye, hat lidarxistin. Ji Galîsyayê BNG (Bloka Neteweperest a Galîs), ji Katalonyayê ERC (Çepê Komarger a Katalonyayê), ji Skotlandê SNP (Partiya Neteweperest a Skotlandê) û ji Flanderê NVA (Hevgirtina Nû ya Flaman) beşdarê civîna asambleyê bûn.

Civîna ku di 14 û 15’ê Sibatê de hat li dar xistin, bi axaftinên endamê partiya mazûvan BNG Xavier Vence, serokê EFA’yê Eric Defoort û namzetê BNG’ê yê ji bo Parlamentoya Ewropî Ana Miranda dest pê kir. Ana di axaftina xwe de li ser girîngiya mafê diyarkirina qederê sekinî û got ku “Divê em ji bo pêşeroja xwe mafê diyarkirina qederê biparêzin û ji bo pêşeroja xwe em biryara xwe bidin.”

Namzetê SNP’ê ya ji bo Parlementoya Ewropî Tasmina Ahmed-Sheikh jî li ser kampanyaya ji bo serxwebûna Skotlandê diyar kir ku “Kampanyaya “Erê” dike ku bi ser bikeve …Dema me hatiye, pêşeroja me li ber destê me ye û divê em wê bi dest bixin.”

Berdevkê BNG’ê Xavier Vence di daxuyaniya ji bo çapemeniyê de wiha axivî: “A herî girîng ev e ku em problema neteweyên bê dewlet û pêdiviya naskirina mafên siyasî yên gelan têxin rojeva Ewropayê. Divê Yekitiya Ewropa alîkariye ji xurtkirina prensîba demokratîk a diyarkirina mafê qederê bike û mecbûr bihêle ku dewletên endam bi awayekî kêrhatî wê garantî bikin.”

Jordi Soleyê endamê Parlamentoya Katalonyayê yê ji ERC’ê di warê mijara serxwebûna Katalonyayê de dîtinên xwe wiha anî ziman: “Katalan ji azadiyê natirsin, tevgera alîgirê serxwebûnê li ser kar e…Dema em serbixwe bibin em ê yek ji welatê ji aliyê civakî û aborî ve yê herî pêşketî yê li Başûrê Ewropayê damezrînin.”

Jordi li ser siyaseta heyî ya hikumeta Spanyayê ya ji bo referandûma katalan wiha axivî: “Tiştê ku ne normal e qedexekirina referandûmê ye. Ti hincet tuneye ku dengdayina gel asteng bike. Qanûn ne ji ciyekî din lê ji nava gel derdikeve.”

Di rûniştina duyemîn de endamê NVA Mark Demesmaeker li ser pêşketinên dawî yên herêma Flander a Belcîkayê û siyaseta konfederalîst a partiya xwe agahî dan û got ku “Modela me ya konfederal wê xweseriya pêwîst û dengeke xurtir a di asta Ewropayê de bide Flanderê.” Herwiha Demesmaeker got ku “Di 25’ê Gulanê de wê NVA li Ewropayê dîrokekê binivîse.”

Di civînê de li ser hin pêşniyazbiryarên ku bi giranî di derbarê dawîlêanîna bikaranîna metoda fracking a derxistina gazê ji bin erdê de bûn û di demên dawî de piranî li Baskê hatibû rojevê, nîqaş hatin kirin. Niqaşên li ser vê mijarê bi taybetî ji bo endamê nû yê EFA’yê Lausitzer Allianz a ji herêma Sorb a li rojhilatê Almanyayê watedar bû. Ji mêj ve ye gelê sorb ê li vê herêmê diyar dike ku erdên wê ji aliyê şîrketên komirê ve tê qirêjkirin.

Endamên EFA’yê bi dilxweşî endamtiya rêxistina Altro Sud a ji başûrê Îtalyayê û partiya pêşketinxwaz a Aralar a ji Baskê qebûl kirin. Aralar piraniya desteka xwe ji herêma bask a li nakurê Navarrayê digire.

Di roja duyemîn ê civînê de manîfestoyeke ji bo hilbijartina Parlamentoya Ewropayê ku wê di 22-15’ê Gulanê de bê lidarxistin, hat weşandin.

1. Mafê diyarkirina qederê, berfirehbûna hundir a Yekitiya Ewropayê û naskirina vê pêvajoyê ya ji aliyê YE’yê;

2. Li Ewropayê pêşketina demokrasî û şefafiyê;

3. Çareserkirina krîza euro;

4. Pêşxistina çavkaniyên enerjiyê yên jiyandinbar;

5. Pêşxistina çandiniya jiyandinbar û reformkirina Polîtîkaya Hevpar a Çandiniyê (CAP);

6. Pêşxistina masîgiriya jiyandinbar û aquakulturê;

7. Jiholêrakirina dijwariyên li hember ziman û çandên me û xebata ber bi wekheviya ziman.

Çavkanî: E-f-a.org

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …