Çîn pêşniyazqanûna Hong Kongê erê kir

Kongreya Neteweyî ya Çînê ku wekî parlemena vî welatî tevdigere, duh pêşniyazqanûna Hong Kongê erê kir.

Ev belgeya ku di rojên dawî de bû sebeba nerazîbûn û protestoyên berfireh, destûrê dide rêvebiriya Pekînê kontrola xwe ya li ser Hong Kongê zêde bike.

Bi qanûna nû, wê protestoyên aştîxwaz ên li Hong Kongê yên li hemberê rêvebiriya Çînê dikarin bên qedexekirin.

Yek ji van tedbîrên hişk jî têkildarî “heqareta li sirûda neteweyî ya Çînê ye”.

Ji îro pê ve kesên ku heqaretê li vê sirûdê bikin wê heta 6500 dolarî û bi 3 salên girtîgehê bên cezakirin.

Herçiqas pêşniyazqanûna Hong Kongê li kongreya Çînê hatibe nîqaşkirin jî, di encama dengdayinê de sosretiyeke mezin derket holê.

Ji 2872 wekîlên di civînê de hazir bûn, bi tenê yekê li himberî pêşniyazqanûnê dengê  na bikar anî.

Mafê rêvebiriya herêmî ya Hong Kongê jî tune qanûna Çînê red bike.

Û lewma tê payîn ku çalakiyên welatiyên li dijî vê darbeya hiqûqî ya Çînê di rojên bê de tund û berfirehtir bibin.

Hong Kong di çarçoveya peymana Brîtanya-Çînê ya 1997’an de bi şertê ku otonomiya xwe bidomîne, ji Komara Gel a Çînê re hatiye hiştin.

Çîn otonomiya Hong Kongê di çarçoveya “yek welat du pergal” de formûle kiriye.

Li gorî vê Hong Kong ji aliyê neteweyî ve parçeyeke Çînê tê hesibandin lê destûr tê dayîn sîstema xwe ya siyasî û aborî wekî berê bidomîne.

Li gel vê yekî Çîn her diçe dest wer dide pergala wê ya siyasî jî û ev jî dibe sedemê nerazîbûn û serhildanên gelê Hong Kongê.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …