Çîn ji perwerdeya ziman û olê ya li Tîbetê bi fikar e

 

 

Rêvebirên Çînê yên li navçeyeke wîlayeta Sichuan a li Tîbetê ji lîderên lokal xwestin ku xebata ji bo zimanê tîbetî û olê bişopînin.

Rêvebiriya li navçeya Kardzeyê (bi zimanê çînî Ganzî) ku li bernameyên perwerdeya zimanê tîbetî û ola bûdîzmê bi guman dinêre, ji bo astengkirinê kete nava hewldanan. Rêvebiriyê ji bo bisînorkirin an astengkirina vê perwerdeyê bi lîderên lokal ên navçeyê û gundan re civînekê li dar xist. Di civînê de beşdar hatin hişyarkirin ku di warê kombûnên mezin ên ji bo perwerdeyê de hişyar bin û van çalakiyan bişopînin. Di heman civînê de ji beşdaran hat xwestin ku eger pêkan be nehêlin kombûnên bi vî rengî bên lidarxistin.

Digel van hewldanan jî nêzîkbûna tîbetiyan a ji bo vê perwerdeyê erênî ye  û gelek mirov beşdarê vê perwerdeyê dibin. Perwerdeya ziman û ola Tîbetê li Manastira Kardzeyê ji aliyê rahîb û rahîbeyên ku piştî wergirtina perwerdeya li Hîndîstanê vegeriyane tê dayîn.

Demeke dirêje gelê Tîbetê di derbarê helandina ol, çand û zimanê xwe de fikaran dikin û bi taybetî mafên ziman bûye navenda têkoşîna gelê tîbetê ya li dijî dagirkirina Çînê.

Di vê Gulanê de rêvebiriya Wîlayeta Qinghai bi sebeba ku mamosteyekî beşdarê xebatên siyasî bûye dibistaneke taybet a 11 salî girtibû.

Beriya vê bûyerê, rêvebirên Çînê destûrê nedabûn ku pêşbaziya kevneşopî ya zimanê tîbetê li bajaroka Zungchu (bi çînî Songpan) a wîlayeta Sicuanê bê lidarxistin. Sebeba ku ji bo nedane destûrê hatibû nîşandayîn “bandorên wê yên polîtîk” bû.

Di çarçoveya pêşbaziyê de ji beşdaran dihat xwestin ku zimanê “saf” ê tîbetî ku di bin bandora zimanê çînî de nemaye, biaxivin. Pêşbaziya ziman wê di 21 Sibatê ya Roja Zimanê Dayikê de bihatana lidarxistin.

Çavkanî: Rfa.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …