Çima Pekîn ji akademîsyen Îlham Tohtî ditirse?

 

 

Ev salekê zêdetir e ku Xi Jinping bûye serokê nû yê Çînê, pirs an rexneyên li dijî rêvebiriya Partiya Komunîst a Çînê ji bo akademîsyen, zanyar û parêzerên li Çînê bûye karekî pir bi rîsk. Pekîn bi biryardarî guh nade parastina hiqûqî ya azadiya îfadeyê û dema mijar dibe rexnekirina rejîmê, heta di warê rexneyên kesên nerm ku armanca wan zelal e û rexneyên wan ji bo çêyiyê ne, guh nade fikarên navneteweyî. Mijara me, kiryarên Çînê yên li dijî akademîsyenê navdar Îlham Tohtî ye. Doza mîrze Tohtî nîşan dide ku sîstema hiqûqî ya Çînê bi tenê lîstekeke tiyatroyê ye.

Li gorî raporên di nîvê meha Hezîranê de hatin weşandin de mîrze Tohtî ji aliyê rêvebiriya Çînê ve bi awayekî veşartî hatiye darizandin û cezayeke giran girtiye. Agahî ji parêzerê Tohtî Li Fangping  ku diyar kir ku wî ji du çavkaniyan agahî wergirtine, hatin wergirtin. Digel ku darizandina veşartî piştî ku di nava pênc mehan de cara ewilî Li hucreya wî ya girtîgehê de bi Tohtî re hevdîtinekê pêk anî wekî fikarên bêbinî xuyakir jî, ti kes ne xweşbîne ku wê Tohtî di dadgeheke ji derve re vekirî de bi awayekî adil bê darizandin. Di pêvajoya nêzîkî şeş mehan a hucreyê de deh roj xwarin nedan Tohtî û ew bi qeydeke hesin a mezin ve hat girêdan.

Mîrze Tohtî profesorek aboriyê yê baş tê naskirin ê Zanîngeha Neteweyan a Navendî ya li Pekînê ye. Ew di heman demê de rexnegirekî nerm ê polîtîkayên cudaxwaz ên hikumeta Çînê ya li Tirkîstana Rojhilat e. Ew pirî caran ji bo dîtina çareseriyên rasyonel ên ji bo cûdaxwaziya nîjadî û marjînalbûna gelê ûygûr bang li lîderên Çînê kiriye. Bi armanca xurtkirina famkirina nav komên etnîk û lihevkirina di navbera piraniya han a li Çînê û gelê ûygûr de wî Uighurbiz ku malpereke ji aliyê akademîsyênên han û ûygûr ve rêz jê re dihat girtin, afirand.

tohti

 

Di 15’yê Çileyê de herî kêm deh-dozde hêzên ewlekariyê yên çînî êrîşî mala prefesor Tohtî yê li Pekînê kirin, kompîtur û materyalên wî yên nivîskî desteser kirin û li ber çavên jin û zarokên wî yên ku pir tirsiyabûn wî birin ciyekî nayê zanîn. Digel şermezarkirinên xurt ên navneteweyî û îfadekirina fikarên kûr ji aliyê DYA û YE’yê ve, mîrze Tohtî ji dema girtina wî û heta niha bi awayekî ku ji cihanê hemû têkiliyên wi qut, di hucreyekê de ma.

Bi tenê sê roj piştî girtina wî û windakirina wî ya bi zorê, Global Times a ku ji aliyê dewletê ve dihat weşandin gotareke ku tê de profesor Tohtî bi hebûna têkiliyên bi “Rojava”, “dersên êrîşkar” û wekî “mejiyê” li paş terorîstên ûygûrî ku hebûna wan tê îdîakirin dihat sûcdar kirin weşand. Li dûv vê gotarê, daxuyaniyeke ji aliyê Ofîsa Ewlekariya Civakî ya Ûrûmçiyê ya li ser hesabê Weiboyê hat weşandin de îdîa kir ku profesor Tohtî “bi armanca ku çeteyê damezrînin û bi Tevgera Serxwebûnxwaz a Tirkîstana Rojhilat re têkilî çêbikin û bi armanca beşdariya çalakiyên cihêxwaz ên li derveyê welat bibin, ji bo dîtina kadroyan, xapandin û tehdîtkirina hin hesan kapasîteya xwe ya wekî mamostetiyê bi kar aniye.”

Agahiyeke fermî ya ku heta niha Tohtî parazvaniya serxwebûna Tirkîstana Rojhilat kiriye, li dijî Çînê destekê daye terorîzmê an bi armanca ku bi Tevgera Serxwebûnxwaz a Tirkîstana Rojhilat re têkiliyê çêbikin çeteyekê damezrandiye, tuneye. Mîrze Tohtî bi awayekî eşkere dîtinên xwe eşkere dikir û bi israr “cihêxwaziyê” red dikir. Mixabin di sîstema hiqûqî ya Çînê de ku xizmetê ji partî-dewletê re dike, heta ku bêsûc bê hesibandin, mirovekî sûcdar tê dîtin.

Lê çima Çîna ku bilind dibû û bi xwe bawer ewqas pêş de çû û akademîsyenekî nerm ê ûygûr ê wekî Tohtî girt, winda kir û paşê wî ceza dike? Kî bawer dike ku Tohtiyê welatî yê bi xwedî berpirsiyê û sadiq vê kiriye?

Sebeba rastîn ku Pekîn tirsiya û paşê biryar da ku wî bêdeng bike bi tenê ji ber rexneyên çêyiyê yên profesor Tohtî ne ku bi propagandaya li nav welat a hikumeta Çînê re ku dibêje “Çîn rêzdariyê ji gelê ûygûr re digire,” “Gelê ûygûr dilxweş in û bi awayekî germ rêvebiriya Partiya Komunîst a Çînê hembêz dikin û destekê didin polîtîkayên hikumeta Çînê,” û “Çîn ji bo gelê ûygûr xwedî polîtîkayên erênî ne” re li hev nakin. Bi kurtahî, rexneyên profesor Tohtî çiqas ji bo çêyiyê bin, jidil, nerm û alîkarxwaz bin durûtıya çîroka propagandaya nav welat a Çînê ya di derbarê gelê û ûygûr û Tirkîstana Rojhilat de ya ji dema 1949’an ku artêşa Çînê dewleteke serbixwe dagir kirin, derdixin holê.

Ji bilî vê, rexneyên ji bo çêyiyê yên profesor Tohtî bi awayekî ne rasterast çîroka propagandaya global a Pekînê ya ji dema 11 Îlona 2001’an û vir ve ya “Çîn maxdûrê terorîzma ûygûr e” û “Çîn bi gefa terorîzma îslamî re rû bi rû ye û di şerê xwe yê li dijî her sê xerabiyên wekî terorîzm, cihêxwazî û tundperestiya olî de pêdiviyê bi alîkariya navneteweyî dibîne” eşkere dike.

Rêvebirên Çînê difikirin ku dema ku ji aliyekî ve civaka navneneteweyî kiryarên xerab ên li dijî profesor Tohtî şermezar dikin û hikumetên Rojava di derbarê vê mijarê de niha fikarên xwe yên kûr îfade dikin, rastî ev e ku bi derbasbûna demê re wê vî rexnegirê wêrek ê ûygûr ji bîr bikin û wê mijarên global ên girîngtir bala wan bikişîne. Lîderên Çînê difikirin ku di mijara profesor Tohtî de dem li aliyê wan e.

Lê dersekê ku hikumetên otorîter pir kêm fam dikin ev e ku ew ji ber zalimî û ehmeqiyê lihevhatinê red dikin, rejîmên wiha dibin sebeba zayina mirovên ku di dawiyê de sîstema polîtîk reform dikin an tê de şoreşê pêk tînin. Bi riya muamelaya xerab û girtinê, van hikumetên otorîter wê kesên wekî Tohtî di nava jiyanê de mezintir bikin û bi armanca lidijsekinandina rêvebiriya xwe ya bêedalet li dûv şopa wî biçin îlhamê bide kesên din. Eger profesor Tohtî di girtîgeha Çînê de bimire wê Pekîn wî bike şehîdekî dîrokî. Eger ew di pêşerojeke nêzîk de serbest bê berdan, bi îhtimaleke mezin ew ê ji bo gelê ûygûr ê demeke dirêje di bin zilmê de ye bibe berdevkê jêbawer û wêrek. Dixwazî bila profesor Tohtî di dawiyê de di girtîgehê de bimire an bila serbest bê berdan, ew ji niha ve kesekî guherîner û ronahiyeke diçirûse ya li koşeya herî tarî ya cîhanê ye.

————————

Vê gotara ku ji aliyê Alim A. Seytoff (Serokê Komeleya Ûygûr a Amerîkayî) ve hatiye nivîsandin  û di 04.07.2014’an de di Huffingtonpost.com’ê de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Baydemir: Raportorên ewropî cih nadin bûyerê dijî kurdan

Li gorî nûçeya Deutsche Welleya Tirkî Osman Baydemîr di heyeta baskê parlamentoya Tirkiyeyê de bi …