Çima cîhan li hemberî Tirkiyê bêdeng e?

 

Li bakurê Kurdistanê ev çend meh in rewşeke pir dijwar heye. Êrîşên xedar li ser hejmarek bajar hene, lê li hember vê pêşveçûna talûke ji Swêd û Ewrûpa dengên bilind nayêne bihîstin. Çima?

Hasan Bozlak nûnerê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) yê Swêdê ye. Li gor Bozlak cudahiyek mezin di navbera êrîşên Tirkî yên niha berê de heye.

Jens Orback sekreterê giştî yê Navenda Olof Palme (Palmecenter) e. Orback radigihîne ku ew pêşveçûnên li Tirkiyê ji nêzîk ve dişopînin:

– Berya çend mehan ez bi xwe li Diyarbekirê bûm. Şaredar û serokên heyetên şaredariyê hatibûne girtin. Ew siyasetvanên HDP bûn û sebeba girtina wan nezelal bû. Min bi xwe karê şardariyan kiriye û gava min kursiyên wan yên vala li wir dîtin, mîna ku hevkarên min ji ber wezîfeyên xwe yên siyasî hatibine girtin min hîs kir.

Jens Orback bi berdewamî behsa êrîşên li ser navendên HDPê dike û dibêje:

– Êrîş li binesaziya demokrasiyê têne kirin û ya ku mirov têxe nav fikaran ew e ku monopola şidetê, ango dewlet parastina van ciyan nake.

Siyasetvanekî din yê swêdî ku pirsa kurdî ji nêzîk ve dişopîne berdevkê siyaseta derve yê Partiya Lîberalan Fredrik Malm e. Rewşa îro heyî ew rasterast têxe stuyê desthilatdarên Tirkiyê.

– Xuya ye serokkomar Erdogan û hikûmetê biryara xwe dane eger ji wan were gerîlayên PKK û rêxistiniya kurd ya siyasî li Tirkiyê têk bibin. Berya niha jî heman tişt gelek caran ceribandine. Bi vî rengî Tirkî bi dehsalan paşde dibin.

Sebeba vê helwesta hişk ya Tirkiyê li gor Malm ew e ku bi guhertinên li dinyayê bûnî re doza kurd pêş ketiye. Erdogan û hikûmeta AK Partiyê vê pêşketine weke ji kontrola wê derketî dibîne, heta weke xeterekê li hemberî xwe şîrove dike û lewra eyn mîna berê tangan dişîne nav bajaran. Berya niha jî Tirkî hewl daye aktorê sereke yê siyasî yê kurd ji holê rake bêyî ku bi ser bikeve. Loma şerekî bêmane ye. Gelek însan têne kuştin, şepirze dibin û dilê min bi wan ve ye. Malm dibêje:

–AK Partî li doktrîna faşîst ya berê vegeriya ye, ku gelek zerar daye Tirkiyê û niha vedigerine wê siyasetê.

Diyar e hem Fredrik Malm, hem jî Jens Orback haya wan ji pêşveçûnên Tirkiyê û Kurdistanê baş heye. Nûnerê HDPê Hasan Bozlak dibêje haya dinyayê ji rewşê heye, lê dinya xwe ker û kor dike û sebeb berjewendiyên navbera dewletan e.

Fredrik Malm, rexneya aliyê kurd ya ku dinyayê bi bêdengî û xwenebihîstinê tawanbar dike di cî de dibîne û vê bi rewşa jeopolîtîk ya Tirkiyê ve girê dide:

– Mixabin, careke din kurd bi realîteya siyaseta dinyayê ya li hemberî Rojhilata Navîn re rûbirû dimînin. Bi min Ewrûpa ji ber rewşa li Sûrî heyî û penaberên tên tu pirsgirêkên mezin bi Tirkiyê re naxwaze. Lê di vir de pirsgirêkek din derdikeve holê. Eva ku niha li Tirkî û Kurdistanê diqewime dikare bibe sedema koçberiyeke meztir.

Jens Orbak jî bi zimanekî bêhtir dîplomatîk balê dikişîne ser lihevhatina navbera YE û Tirkiyê ya derheqê koçberan de û dibêje gereke ji ber vêya çav ji binpêkirinên Tirkiyê re neyêne girtin.

– Danûstandineke demdirêj di navbera Tirkî û YE de ji bo endamtiyeke muhtemel heye. Gelekî muhîm e ku Tirkî rêzê ji heqê demokrasiyê, mafê mirovan re bigre û guhê YE li vê yekê be. Bi vê peymana koçberan re nabe ku mirov çavên xwe ji van mafan re miç bike.

Belê, li gor Jens Orback û Fredrik Malm sebebên bêdengiya Yekîtiya Ewrûpa û dewletên xwedîxeber li hemberî êrîşên Tirkiyê ev in. Bes ev bêdengî ne tenê ji bo dewletên mezin derbas dibe. Hasan Bozlak dibêje herçend têkiliyên wan bi rayedarên Swêdê re hene jî ku digihe ya dawî daxwazên aliyê kurd zêde berbiçav nayêne girtin.

Berya çend mehan wextê serokê HDP Selahattin Demirtaş hatibû Swêdê, wî û Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström jî hev dîtibûn. Wallström piştî hevdîtina bi Demirtaş re mîna ”partiya destûbirak” (systerparti) behsa HDPê kiribû.

Têkiliyên navbera Sosyaldemokratan û partiyên nêzîkî heman fikrî yên derve ji aliyê Navenda Olof Palme ve têne danîn. Yanî yê ku pirê ava dike Navenda Palme ye. Di xweşkirina têkiliyên navbera HDP û Sosyaldemokratan û destûbiratiya herdu partiyan de Navenda Palme rola tayinker dîtiye.

Hêjayî gotinê ye ku Jens Orback ku ev heşt sal in sekreterê giştî yê Navenda Olof Palme ye berya niha di hikûmeta Sosyaldemokratan de wezîrtî kiriye.

Jens Orback behsa dostaniya jidil ya bi HDPê re bi vî awayî dike:

– Pêwendiyeke me ya xweş bi HDPê re heye. Min bi xwe çend caran Selahattin Demirtaş dîtiye û hurmeteke min ya mezin ji kesayeta wî ya pêşketî re heye. HDP bi bernameya xwe ne tenê ji bo Tirkî, lê ji hemû herêmê re çirûskek ronahiyê ye.

Ê naxwe eger ew ji HDP, xebat, bername û serokê wê ewqas razî ne û HDP îro di bin êrîşên ewqas dijwar de ye ew ji bo destûbarikê xwe çi dikin?

– Wextê em bi wezareta derve re diaxivin ew dibêjin di her fersendê de ew fikar û nerazîbûna xwe tînin zimên. Lê her tiştê ku tê kirin yekser nayê eşkerekirin.

Di cotmeha îsal de dewletek wê ji bo endamtiya demkî ya dusalî ya Konseya Ewlekariyê were hilbijartin. Swêd, ji bo ku were hilbijartin kampanyayeke berfireh daye dest pê kirin. Li gor Fredrik Malm bêdengiya Swêdê ji ber vê hedefê ye.

Di vir de pirseke wiha jî tê bîra mirovan. Gelo dewleteke mîna Swêdê eger ji dil bixwaze û bike jî di rewşeke wiha de dikare çi bike. Bi nêrîna Jens Orback gelek tiştên ku Swêd dikare bike hene:

– Ji aliyekî ve tradîsyoneke Swêdê ya ku di nakokiyên mezin de navcîtî kirî heye. Eger daxwaz hebe Swêd dikare rolekî wisa bigre ser xwe. Ji aliyê din ve ji bo endamtiya Tirkî ya YE Swêd yek ji piştgirên xwert bûye. Ev jî dike ku di feydeya Tirkî de ye ku li me guhdarî bike.

Li parlemana Swêdê grûpeke bi navê Tora Swêd-Kurdistan heye. Tê de ji bilî parlamenterên kurd hejmarek parlamenterên din jî hene û Fredrik Malm cîgirê seroka torê ye. Malm radigihîne ku di vê meha dawî de ku êrîşên li ser bajaran dijwar bûne parleman girtîbû, lê niha bi vebûnê re ew ê hetmen vê pirsê bigirine dest. Bes Malm dibêje ji torê bêhtir pirs gereke di nav partiyan de were rojevê.

Û bi vebûna parlamenê re, duh 13ê mehê yekem gotûbêja îsal ya serokên partiyan hate li dar xistin. Hem di pêşkêşkirina axavtina xwe de hem jî di bersivdana pirsan de serokê Partiya Ҫep (V) Jonas Sjöstedt behsa pirsa kurdî kir.

Jonas Sjöstedt di axavtina xwe de got:

– Yekîtiya Ewrûpa ji bo ku Tirkî nobedariya sînorên wê bike pereyan didiyê. Birêvebiriya Tirkî ya ku her diçe bêhtir otorîter dibe vê weke qezenceke mezin dinirxîne. Ne tenê ji bo ku koçberên direvin rawestîne Tirkî pereyan distîne, lê wê herwiha bêdengiya YE jî kiriye. Şideta bêserî ya ku dewleta Tirkî li hemberî gelê kurd bi kar tîne herku diçe bêhtir dişibe şerekî navxweyî. Di şûna ku şerê Daişê bike, Tirkî şerê kurdên mafxwaz dike, heman kurdên ku şerê Daişê dikin. Bêdengiya serokên ewrûpî li hemberî destdirêjiya Tirkî şerm e.

Di berdewamiya axavtinên parlemana Swêd de li ser pirsa parlamenterekî bê çima Partiya Ҫep li hemberî endamtiya Nato ye, Sjöstedt careke din Tirkî weke nimûne nîşan da.

– Gelo çima tu ewqas dixwazî bi Tirkî ya Erdogan re di nav hevkariyeke leşkerî de bî? Erdoganê ku leşkerên wî li hemberî gelê kurd terorê pêk tînîn.

Belê, digel dijwariyên li hemberî çapemeniyê jî bûyerên dawî yên li bakurê Kurdistanê di medyaya ewrûpî û swêdî de cî digrin. Haya partî û siyasetvanan ji pêşveçûna xerab heye. Û hin deng jî derdikevin, lê di vê qonaxa ku alozî ewqas gur bûye de ev wê çiqasî bes bin ew meseleyeke din e.

Jêder: Sverige Radio

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …