Cezayir zimanê amazîgî bi fermî nasdike

 

 

Hikumeta Cezayirê di çarçoveya reforma destûra bingehîn de bi awayekî fermî zimanê amazîgî nasdike. Reform ji bo erêkirinê wê di vê mehê de pêşkêşî parlamentoyê bê kirin.

Serokê Cezayirê Abdulazîz Bûteflîka ku di Nîsana 2014’an de carekê din hatibû hilbijartin, ji bo pêkanîna soza xwe ya xurtkirina demokrasiyê gavekê davêje. Hikumeta Bûteflîka roja Sêşemê pakêteke reformê ku tê de zimanê amazîgî bi fermî tê naskirin, pêşkêşî raya giştî kir.

Di 2002’an de hikumeta Cezayirê zimanê amazîgî wekî zimanê neteweyî naskiribû. Ev naskirin dihat vê wateyê ku vî zimanî di dibistanên li herêmên gelê berber dijîn dikaribû bihatana bikaranîn.  Lê berber bikaranîna ziman di perwerdeyê de têr nedidîtin û daxwaz dikirin ku zimanê amazîg ligel erebî bibe zimanê fermî yê Cezayirê.

Berber şêniyên Afrîkaya Bakur in û beriya ku ereb di sedsala 7’emîn de axa wan dagir bikin şaristaniyeke xwerû damezrandibûn. Digel ku berber ji bo serxwebûna Cezayîrê (1962) bedelekî giran dane, di encama derbeyeke leşkerî ya di salen ewil de neteweperestên ereb dest danîn ser rêvebiriyê û dewleta Cezayirê wekî netewe dewleta ereb damezrandin. Zimanê amazîgî hat qedexekirin û hebûna wan ji aliyê qanûnan ve hat redkirin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …