Çawa girtina general Pinochet wateya edaletê guherand

Serokê kevn ê Şîliyê Augusto Pinochet, bi kiryarekê ku edaleta navneteweyî heta bêdawîtiyê guherand, di 16 Çîriya Pêşîn a 1998’an de li Londonê hat girtin. 15 sal piştî vê, her du lîstikvanên herî girîng ê vê çîrokê –parêzerê spanyol Joan Garces û lêkolînerê kevn ê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Şîliyê Virginia Shoppee- bîranînên xwe yên vê bûyerê ku çavdêrên li her du aliyên Atlantîkê matmayî hiştibû, parve kirin.

Di 3’yê Çiriya Pêşîn a 1998’an de Virginia Shoppee li navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Londonê li ber maseya xwe rûniştibû û dema ku ew rastî nûçeyeke surprîz a Agence France-Presseê hat, wê bi riya nûçeyên dawî yên di derbarê Şîliyê de karê xwe ya rojane dikir. Serokê kevn ê Şîliyê generalê malnişîn Augusto Pinochet dikir ku ber bi Ewropayê ve ku Brîtanya jî tê de bû, dest bi rêwîtiyê bike.

Wê vê mijarê bi berpirsê departmana Amerîkayê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Javier Zuniga re nîqaş kir û yekemîn dokumana ji gelek dokumanên di derbarê Pinochet’de ku wê di hefteyên bê de d rêxistin biweşandana, amade kir. Dokuman bi bîra hemû hikumetên Ewropayê ku di nava wan de hikumeta Brîtanyayê jî hebû, di bin prensîbên Konvansiyona li hember Îşkenceyê berpirsiya wan a girtina Pinochet bi bîr danî. Lê Shopee qebûl dike ku wê ti carî nefikiribû wê girtina Pinochet mimkûn bibe.

Lê prosedûrên darazê yên ji bo girtina Pinochet ji aliyê Joan Garces ku parêzerekî spanyol û şêwirmendê kevn ê Salvador Allendeyê ku bi derbeya leşkerî ya Pinochet ji kar hatibû dûrxistin û kuştin, di Tîrmeha 1996’an de hatibû destpêkirin.

Garces fikirî ku bi bikaranîna prensîbên hiqûqa navneteweyî ku di teoriyê de destûrê dide ku her dewlet di derbarê kesên ku li welatên din sûc kiribin vekolînê bike û wan bidarizîne, li hemberê Pinochet doz veke. Parêzer bi bîr tîne ku ew bi pêşketinên di derbarê wehşeta ji aliyê rejîma leşkerî ya Arjantînê hatine kirin, hatiye teşwîqkirin:

“Piştî Parlamento di 1985’an de biryarê girtibû ku hiqûqa navneteweyî dikare di dozên sûcên li hember mirovahiyê û terorîzm û jenosîdê de bê bikaranîn, Dadgeha Neteweyî ya Spanyol di 1996’an de dozekê ji aliyê maxdûrên îşkenceyê û windakirinan yên li Arjantînê qebûl kiribû.

Garces dozeke wekî vê ji bo Şîliyê jî vekir û tîma wî bi armanca pêşkêşî Dadgeha Neteweyî ya Spanyol bikin, dest bi berhevkirina delîlan kir. Bi dehan maxdûrên zordariya rejîma leşkerî ya Şîliyê ji bo şahîdiyê çûn Spanyayê. Dema agahiya rêwîtiya Pinochet a ber bi Brîtanyayê ve hat girtin, dema li bendê hatibû sekinandin dest pê kir. Di 15’ê Çiriya Pêşîn de tîma Garces bi armanca darziandinê ji Spanyayê re bê şandin, dozekê ji bo girtina Pinochet di Dadgeha Neteweyî ya Spanyol de vekirin. Ev, ji otorîteyên Brîtanyayê re jî hat şandin û roja din Pinochet hat girtin. Ew di The Clinic’ê de ku nexweşxaneyeke taybet a buha bû û kurtedemeke berê li wir emeliyetekê derbas kiribû, hat hiştin.

Ev cara yekemîn bû ku serokekî kevn ê dewletekê ji ber prensîbên hiqûqa navneteweyî hatibû girtin. Paşê, tîma Garces bi armanca destekdayîna daxwaza şandina Pinochet ji Spanyayê re, bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re xebitî. Rêxistinê ji bo şandina generalê malnişîn a ji bo beşdariya doza li Spanyayê roleke sereke lîst. Dadgerên li Brîtanyayê di 1999’an de biryara şandina Pinochet ji Spanyayê re girtin lê ev ti carî pêk nehat. Wezîrê Hundir ê wê demê yê Brîtanyayê Jack Straw, piştî testeke tibî ya nezelal ku dida zanîn ku Pinochet nikare derkeve pêşberî dadgehekê, di sala 2000’î de biryara serbestberdana wî da û ew di heman salê de wekî mirovekî azad vegeriya Şîliyê. Garces û Shoppee bawer dikin ku di vir de rola siyasetê heye.

Roja ku Pinochet vegeriya Şîliyê, bi dehan doz li hember wî hatin vekirin. Shoppee wiha dibêje: “Pinochet wekî mirovekî bêsûc –wekî serokekî kevn ê bi awayekî neheq tê tawanbarkirin- venegeriya Şîliyê lê mirovekî ji ber îhlalkirina mafên mirovan sûcdar e ku şandina wî ya ji bo dozê ji ber sebebên tenduristiyê pêk nehatiye, vegeriya Şîliyê.”

———-

Nivîs di 16.10.2013’an de di malpera Amnesty International (Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî) de hatiye weşandin û ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …