Ji perperokan heta afirîneriya jiyanek azad

Di sedsala 21’emîn ku wekî sedsala jinan tê binavkirin de şîdeta li ser jinê bi piralî û zêdebûnê berdewam dike. Hejmara jinên ku ji bilî şîdeta di şeran de û tecawîz û lêdanê, rastî şîdeta devkî û derûnî, rastî hegemonyaya zîhniyeta zilam hatine, bi rengekî tirsnak zêde dibe.

Di roja îroyîn de, li ser jinê hişmendiya azadiyê ya xapînok tê meşandin û ji bo ku ew ahengiyekê bi şertên modernîst re pêk bîne û wê veguherînin amûrekî dûrxistina ji rastiya wê, şîdetek dijwar tê meşandin. Lê li van pêkanînên ku ji dîrokê ve têne meşandin, têkoşînê jinê jî bênavber dom kiriye. Li ser sedemên şîdeta li ser jinê, mînakên wê yên di dîrokê de, me dosyayek amade kir.

Dîroka mirovahiyê heta 15 hezar sal beriya niha diçe. Ev jî wekî 2 serdemên ji hev dur ên bavik û dayiksalariyê dabeş dibe. Yek xwezayî û ya din jî tijî kuştin, tecawiz, şîdet û wêranî ye. Şîdet weke têgeh cara yekem li hemberî jinê hatiye bikaranîn û di nava 5 hezar salan de her bi rengên cuda veguherî ye.

Li gora zanista însanî (Anthropology) malbat di serdemên destpêkirina civakîbûnê de li ser nirxên jinê hatiye avakirin. Ango malbat ne bi rêbertiya zilamê nêçîrvan û şerker hatiye avakirin, lê belê li dora jinê (ya ku zarokan tîne dinê û mezin dike) hatiye avakirin. Heya ku di wan serdeman de, her hêzeke xwezayî xwedî xwedawendeke jin bû.

Xwedawendiya jin di cewherê xwe de ji ber diyardeya jinê ya zayînê dest pê dike. Zayîn diyardeyeke ku mirovên destpêkê lê matmayî mabûn û nedikaribûn jê re sedemekê bibînin, lewre jin weke xwediya hêzeke bêhempa dihat hesibandin. Bi kurtasî çavkaniya xwedawendiya jinê ya dîrokî vedigere afirîneriya wê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî vê serdemê wekî “Civaka xwezayî” bi nav dike û dibêje “Di nava herikîna dîrokê de serdema herî demdirêj û bi ewle derbas bûye.”

Çavkaniya şîdeta li hemberî jinê

Ev serdema civaka xwezayî û hevsengiya wê bi destpêkirina hiyerarşî û desthilatdariyê re hêdî hêdî paşve hate xistin. Bi taybet di serdema desthildariya Sumeran de (beriya 5 hezar salan) û di dewlet bajarên yekem Ur û Uruk ango destpêkirina desthilatdariyê de, rewş hate guherîn, baviksalarî û serdema şîdetê dest pê kir.

Di navbera zihniyeta zilamê serdest û jina xwedawend de demeke dirêj şerekî dijwar qewimî. Têkoşîna jinê ya li hemberî zilamê serdest bi navê xwedawendiyê ango ji xwedewanda afirîneriyê Îştar heta Lat, Îza û Munat. Ev têkoşîn di bin navê xwedawendiyê de heta serdema Îslamiyetê dom dike.

Di dema Sumeran de navê Înanna, di dema Girekan (Ixrîqan) de Afrodît û di dema Romayê de jî weke Venus derketye pêş. Her wiha xwedawendên bi navê Maya, Înat, Îşterût, Îzîs, Lat, Munat, Îza û hwd. jî hebûn.

Di Tewrata pîroz de navê xwedewande civaka cuhiyan Îşatarut derbas dibe. Di pirtûka pîroz de tê gotin, “Hz. Silêman li pey xwedawenda Seyduniyîn Îştarût çûye.”

Bi destpêkirina serdema desthilatdariya olan re, têkoşîna jinê û zilamê serdest êdî li ser navê xweda û xwedewendan na, di nava civakê de tê meşandin.

Di dema xiristiyaniyê de jî dayîka pêxember Îsa Meryem (dayîka afirîner a ku zarokê xwe bêyî haya zilam aniye dinê) kesayeta Îştar temsîl dike.

Di Quraana pîroz de jî jin bi navê “Naqaa” ya ku weke afirîner tê bi navkirn derbas dibe.

Afirîner kirin perçeyek desthilatdariya zilam

Di her serdemek ji vana de jî, afirînerî û berhemên jinê hinekî din ji dest tên girtin û zilam xwe wekî xwedî wan nîşan dide. Di mîteolojiyan de diyar dibe ku destpêkê zilam hewl daye ku xwe wekî afirîner û xwediyê xweza û jiyanê nîşan bide. Xwedawendên jin jî weke aliyê ku mezinbuna zilam temam dikin hatine nîşandan.

Di mîtolojiya Yûnan de tê gotin ku xwedayê bi navê Zeus zarok ji zikê diya wî derdixe, piştre jî bedena xwe diqelêşe û zarok tê de bi cih dike heya ku mezin dibe. Bi vî rengî jî Bromîsiyos ji benenda bavê xwe çêdibe. Di heman mîtolojiyê de tê gotin ku Xwedawenda zanebûn û şer Atîna  jî ji bedena Zeus çêdibe. (Zeus dayîka wê ya ducanî dadiqurtîne).

‘Têkoşîna jinê her hebû’

Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Dîlan Engîzek ku li ser mijara jineolojiyê lêkolîna wê heye, derbarê van serdeman û têkoşîna jinê de serdeman de wiha axivî: “Piştî çanda jinê ya ku em wekî  dayiksalariyê bi nav dikin, di dîrokê de li ser hîmê desthildariya zilam çanda zilam a ku li ser şidetê û xistina jinê hatiye avakirin dest pê dike. Dîroka vê vedigere heta 5 hezar salan. Lê dîsa jî divê mirov vê bibîr bixe ku jinê zû bi zû ev desthildarî qebûl nekir û heya roja îro jî li hemberî wê têkoşîn dike. Ev têkoşîn ji dîrokê heya niha di bin gelek navlêkirinan û bi pêşengiya kesayetên cur bi cur dom kiriye. Ango têkoşîna du zihniyetan heta îrohatiye.”

Li Misrê jî di dema Firewnan de xwedawenda Îsîs zarokê xwe Bihoros tîne dinê, lê Bihoros xwedawendiya dayîka xwe didize û wê biçûk dixîne. Heman bûyer di Încîla pîroz de ji bo Hz. Îsa û dayîka wî Meryem jî tê vegotin. Piştî ku Îsa weke xwedayekî tê nîşandan pîrozweriya Meryem tê paşguhkirin.

Di Tewratê de tê gotin ku jinê fêkiya zanebûnê xwariye, lewre wekî hebûnek lanetî tê dîtin.

Di gelek ayetên Quranê de jî bi gotina “Ey zarokên Adem” hîtabî mirovan tê kirin û serdestiya zilam vedibêje. Di ayetên ku behsa jinan tê kirin de jî,  jin dawetî nuximandina di hundirê malê de û xwepêçandê tên kirin. Di hin ayetan de jî jin şibandine ajalan, lêdana jinê tê helalkirin û hwd.

‘Zilam desthilatdarî kûr kir’

Nivîskar û lêkolînerê ereb Mehmud Şahîd di lêkolîneke xwe ya bi navê, “Veguherîna xwedawendiyê ji jinbûnê ber bi zilambûnê ve” de, derbarê vê guherînê de wiha dibêje: “Pêvajoyeke dirêj di temenê mirovahiyê de bi xwedawendiya jin derbas bû. Bi sedan jinên xwedawend derketin û heta ku zeman ji ber desthildariya zilam hêdî hêdî guherî dom kir. Piştî ku zilam rola xwe ya di diyardeya zayînê de fêm kir û têgihişt ku bêyî wî ducanîbûn çênabe desthiladariya xwe kûr kir.”

Serdema kapîtalîzmê û 25’ê Mijdarê

Yek ji serdemên ku jinê têkoşînek dijwar daye meşandin jî, serdema kapîtalîzmê ye. Piştî serdemên olî, bi destpêkirina desthilatdariya bazirganan re, êdî şîdeta li ser jinê jî derket asta herî jor. Lê belê li hemberî zîhniyeta ku jinê jî wekî tiştekî firotin û kirînê dibîne û tu mafan dane wê, têkoşîna jinê jî dijwartir bû.

Têkoşîna 3 xwîşkan

Yek ji mînakên têkoşîna jinê ku ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye sembol jî, di sala 1960’an de li Komara Domînîk hate dîtin. Di pîrozbahiyekê de dîktatorê komarê  Rafael Trojîllo hewl da ku li hemberî jinekê destdirêjiyê bike. Lê belê jinê ev yek qebûl nekir, (tê gotin ku jinê li ruyê Tirojillo xistiye) û tevî malbata xwe ji wir derket.

Demek piştî vê bûyerê, jina bi navê Minerva Mirabel ku li gundê Agua ê girêdayî bajarê Salcedo yê Domînikê hatiye dinê, li dijî dîktatoriya Tirojillo têkoşîn da destpêkirin û Tevgera Clandestina (Tevgera 14’ê Hezîranê) ava kir. Piştî demekê jî xwîşkên wê yên bi navê Patria û Maria jî tevlî vê têkoşînê bûn.

Di 25`ê Mijdara 1960’an de hersê xwîşkên Mîrabal ku êdî weke çalakvanên sîyasî li Komara Domînîk dihatin naskirin, bi biryara dîktatorê Trojîllo bi awakî hovane hatin qetilkirin. Lê belê têkoşîna hersê xwîşkan li tevahiya cîhanê deng veda.

Di sala 1981’an de rêxistin û komeleyên jinan li gelek welatên cîhanê di 25’ê mijdarê de çalakî lidar xistin. Ev têkoşîna jinan her ku çû, belav bû û di 17’ê Çileya 1999`an de Lijneya Gîştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 25`ê Mijdarê wekî “Roja têkoşîna li hemberî şîdeta li ser Jinê ya cîhanê” qebûl kir. NY’yê bang li hemû hikumetên dewletan û rêxistinên navnetewî kir ku bi munasebeta vê rojê çalakiyên bilindkirina asta zanebûn û hişmendiya gel a derbarê diyardeya şîdetê de organîze bikin.

Sedsala 21’an û şîdeta li hember jinê

Lijneya Gîştî ya NY’yê şîdeta li hemberî jinê weke, “Her tecawizkariyeke ku li ser hîmên cinsî zirar an jî êşeke bedenî, cinsî, psîkolojîk ji jinê re bîne” bi nav kiriye. Her wiha NY’ê gefxwarin, zext, astengkirina azadiyê jî wekî şîdetê binav kiriye. Ev navlêkirin ji pêkanînên li hemberî jinê yên di nava malê û civakê de jî derbasdar e.

Di roja îroyîn de pispor sedema şîdeta li hemberî jinê wiha rave dikin: “Qanûnên dewletan, di warê civakî, malbatî, xizmetguzarî û siyasî de, ferqê dixin navbera jin û zilaman. Lewer jî şîdeta zilam, malbat û civakê ya li ser jinê hîn didome.”

Rêjeya şîdetê ya ku li tevahiya cîhanê tê pêkanîn jî, metirsî û xetereyê nîşan dide. Li gorî lêkolînan ji jinên cihanê sedî 70 di jiyana xwe ya rojane de rastî şîdetê tên.

Hin jimar û rêjeyên ji lêkolînên rêxistina alîkariyê UNICEF a Neteweyên Yekbûyî wiha ne:

– Ji jinên cîhanê sedî 35 rastî cureyek ji cureyên şideta cinsî tên. Li hin welatan jî ji 10 jinan 7 rastî vê şîdetê tên. Ji her 3 jinên ku rastî şîdeta zayendî tên jî, yek ji wan rastî şîdeta kesên nêzî xwe (mirovên wê) tê.

– Nîvê jinên ku di cîhanê de hatine kuştin li ser destê hevser an jî mirovekî xwe hatine kuştin. Lê belê li beramberî wê ji 20 zilamên ku tên kuştin, tenê yek ji wan ji ber vê sedemê tê kuştin.

– Li welatên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sedî 55’ê jinan piştî 15 saliya xwe rastî tecawizê hatine.

– Nêzî 30 milyon jinên di bin temenê 15 saliyê de di metirsiya xerakirina endamên (wesle) wan ên cinsî de ne. Lê jinên ku rastî vê şîdetê hatine û di ser 15 saliyê de ne jî zêdeyî 130 milyonan e.

– Zêdeyî 133 milyon jinên ku dijîn niha ji ber diyardeya (xîtan), endamên bedena wan ên cinsî (Tenasulî) hatine xerakirin an jî zirar dîtine. Bi taybet li Afrîqayê û hin dewletên Rojhilata Navîn ev şîdet zêdetir e.

– Di asta cîhanê de,  hejmara jinên ku di zaroktiya xwe de hatine zewcandin gihiştiye 700 milyon kesî, ji van jî 250 milyon di bin temenê 15 saliyê de ne.

– 4.5 milyon însan li cîhanê ji bo karên cinsî hatine kolekirin. Ji wan jî sedî 98 jin in.

– Di 21`ê Mijdara 2014`an de kovara tenduristiyê ya bi navê THE LANCET di raporeke xwe ya lêkolînê de eşkere kir ku di cîhanê de her ji 3 jinan yek rastî şîdeta malbatî tê.

Nazdar Ebdî

Jêder: ANHA

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …