Ziman

Rêvebiriyên herêmî mafê zimanê galî binpê dikin

Li herêma Galê ya li Brîtanyayê mafên ziman ji aliyê rêvebiriyên herêmî ve tên binpêkirin. Koma kampanyayê ya zimanê galî Cymdeithas yr Iaith Gymraeg bi raporekê vê rastiyê li berçav raxist û navên rêvebiriyên  bi vî rengî yek bi yek eşkere kir. Rêxistina kampanyayê di raporê de diyar kir ku di çarçoveya mafên …

Bêtir »

Xwepêşandana Pamplonayê ya ji bo zimanê baskî

Li Herêma Xweser a Navarrayê ya li bakurê Îspanyayê alîgirên zimanê baskî carekê din daketin kolanan û dengê xwe bilindkirin. Qasî 5000 kes beşdarê meşa ku di 4’ê Pûşperê de li paytexta Navarrayê  Pamplona (bi baskî Iruñea)  hat lidarxistin bûn. Meş ji aliyê Kontseilua (Konseya Civakî ya Baskî) hat lidarxistin. …

Bêtir »

”Zaroka min hem kurd û hem swêdî ye”

Ziman û nasnameya kurdî çend giring e ji bo dêûbavên ku zarok bi hevjînên ne kurd re anîne? Di çalakiyên komeleya Komciwan de balkêşiya ji bo bi hêz kirina ziman û çanda kurdî eşkere ye. Shoresh her yekşem bi malbata xwe re tê Hêlîna zarokan, yek ji gelek çalakiyên komeleya …

Bêtir »

Rewşenbîr û Ziman

Rohat Agirî Ziman, bingeha saziya neteweyan e. Bê ziman hûn nikarin neteweyekî biafirînin û bibin netewe. Dîrokê nîşanî me daye ku gelek netewe dema zimanê wan windabûne, ew jî di zibildanka dîrokê de windabûne. Heger hun bi zimanê dagirkeran fikr û ramanên xwe diyar bikin hun nikarin neteweyeke serbixwe damezrînin.  Rewşenbîrî ew e …

Bêtir »

Kurdî ber bi xetereya potansiyel ve diçe

Lêkolîner Necat Ayaz îdîa kir ku zimanê kurdî ber bi xetereya potansiyel ve diçe. Ayaz got ku ji ber koça hundir, koça ber bi derve û bilindbûna statuya civakî ya li bajarên kurdan kurdî bi lez ji nava civakê vedikişe û ciyê xwe ji tirkî re dihêle. Di roja yekemîn …

Bêtir »

Kurdî: yek ziman, dû alfabe

  Zimanê kurdî ku tevî hemû astengiyan roj bi roj pêşve diçe û di hemû waran de berhem tên çapkirin û kurdî di nava geşepêdaneke girîng de ye jî hîn bi du alfabeyan tê bikaranîn. Li Rojhilat  û Herêma Kurdistanê û alfabeya erebî, li Bakûr alfabeya latînî û li Rojava …

Bêtir »

ECMI panela mafên ziman li dar dixe

ECMI (Navenda Ewropî ya Mijarên Kêmaran) li ser Protokola Pêkanîna Mafên Ziman panelekê li dar dixe. Di panela ku wê di 18 Nîsan 2016’an de li bajarê Flensburgê Almanyayê bê lidarxistin de beşdariya ji Welatê Bask û herêma sînor ê Danîmarka-Almanya pêk were. Panela bi navê “Protokola Pêkanîna Mafên Ziman …

Bêtir »

Li Rojhilat dema geşbûna kurdî

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî sala borî li Parêzgahe Kurdistanê civînek pêk anîbû û ragihandibû ku ew ê ji bo perwerdehiyê beşa zimanê kurdî vekin. Li Rojhilatê Kurdistanê zimanê kurdî her diçe pêşdikeve, xebatên taybet û girîng rû didin. Serokê Beşa Ziman û Wêje ya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistan Bextiyar Secadî …

Bêtir »

Beza 11 rojan a ji bo parastina zimanê îrlandî

  Li Îrlandayê bi hezaran kes beşdarê beza ji bo ziman a bi navê Rith bûn. Beza Rith ku bi armanca bilindkirina hişmendiya ziman tê lidarxistin, cara ewilî 4 sal berê hat lidarxistin. Berpirsên lidarxistina pêşbirkê didin zanîn ku heta niha 50,000 kes beşdarê çalakiyên curbecur bûne ku hejmar ji …

Bêtir »

Ji Kurdî-Derê Dewreya Nû ya Perwerdeyê

Kurdî-Der’a Sêrtê bi boneya demsala biharê dewreya perwerdeyê dide destpêkirin. Dewreya perwerdeyê dê ji bo asta yekem û asta duyem be. Dê ev dewreya perwerdeyê bi qasî 12 hefteyan bidome, di dawîya dewreyê de dê ji bo xwendekarên serketî sertîfîka were dayîn. Rêvebirîya Kurdî-Der’a Sêrtê diyar kir ku ji bo …

Bêtir »

Dersa zimanê dayikê têra fêrbûnê nake

  Xwendekarên ku li Swêdê yek ji zimanên kêmneteweyî yên mîna romanî, samî yan jî fînlendî dixwïnin heftiyê herî zêde saetekê vê dersê dibînin. Radyoya Swêdê rapirsiyek şiyandiye ji hemû şaredariyên Swêdê re û ji bersivan diyar dibe ku zarok ji pêşniyazên têne kirin gelekî kêmtir dersa zimanê dayikê dibînin. …

Bêtir »

Lewheyên kurdî hatin daliqandin

  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, lewheyên nîşandana cih û aliyan ên rê û rêbarên sereke hatin danîn. Şaredariya Bajarê Mezin heman xebatê li gundan jî dimeşîne û aşkere kir ku ew ê îsal li ser riyeke 500 kîlometir lewheyên destnîşankirina rê û aliyan bidaliqînin. Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya …

Bêtir »

Ji % 40’ê cîhanê bi zimanê dayikê perwerde nabe

Rapor destnîşan kir ku di civakên pir-etnîkê yên wekî Tirkiye, Nepal, Pakîstan û Guatemalayê de ferzkirina zimanê serdest bi riya sîstema dibistanê herdem bûye sebeba newekhevîtiya civakî û çandî. UNESCO (Rêxistina Perwerde Zanist û Hevkariyê ya Neteweyên Yekbûyî) bi raportekê diyar kir ku ji % 40’ê nifûsa cîhanê bi zimanê …

Bêtir »

International Mother Language Day

Mother languages in a multilingual approach are essential components of quality education, which is itself the foundation for empowering women and men and their societies. Irina Bokova, UNESCO Director General The theme of the 2016 International Mother Language Day is “Quality education, language(s) of instruction and learning outcomes.” This underlines …

Bêtir »

Kurdî jî di Google Wergerê de ye

  Tora lêgerînê ya herî berfireh Google, tevî zimanê kurdî 13 zimanên din jî, ên ku li seranserê dinyayê ji wan zimanên ku herî zêde tên axavtin in, li ser “google translate / google werger”-ê zêde kirin. Bi zêdekirana van 13 zimanan, hejmara tevahîya zimanên ku li hev tên wergerandin …

Bêtir »

‘Tenê bi panel û daxuyaniyan kurdî nakeve nava jiyana civakî

Şair û nivîskarên kurd bi yek dengî û tek rengî dibêjin: Tenê bi panel, daxuyanî û meşan zimanê kurdî nakeve nav jiyana civakî, divê polîtikayên kurdan ên li ser zimanê kurdî jî bêne guherandin. Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li pêş avahiya …

Bêtir »

Samî Tan: Divê Zimanê Kurdî Bibe Xwedî Statuyeke Qanûnî

  Lazim e rêvebirîyên heremî li gor rengên civakên xwe sîstema perwerdê ava bikin. Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Samî Tan bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ji Dengê Amerîka re peyîvî. Birêz Tan got, ‘Divê zimanê Kurdî li Tirkîyê bibe xwedî statuyeke yasayî’. “Pergala Tirkîyê heta …

Bêtir »

21ê sibatê roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî

Hîn îro jî li Tirkiye, Îran î li Suriyê bi mîlyonan zarokên kurdan her roj tên asîmîlekirin. Sistemên perwerdeyên van hersê dewletan yek ji yeka din şoventir, nîjadperestir û asîmîlekartir e. Di perwerdeyê de plannameyeke (mufredateke) weha ҫêkirine û piştî dibistana seretayî êdî polîtîkaya wan a asîmîlê digêhe armanca xwe. …

Bêtir »

Amazîgî li Cezayirê bû zimanê fermî

  Cezayir di çarçoveya reforma destûra bingehîn de zimanê amazîgî (tamazîgî) wekî “zimanê fermî” naskir. Lê parazvanên ziman vê gavê têr nabînin û dixwazin statuya erebî û amazîgî wekî hev be. Zimanê amazîgî piştî têkoşîneke dûvedirêj a gelê Kabîliyayê, di 2002’an de wekî “zimanê neteweyî” hatibû qebûlkirin. Vê carê jî …

Bêtir »

Ensîklopediya kurdî – Wîkîpediya

Gotarên di beşa kurdî de nagihe 22 hezaran û ji bo zimanekî weke kurdî ev hejmareke pir kêm e. Teknolojjiya îro ku heye gelek xewnên ku pêkanîna wan ji bo miletekî bêdewlet hema hema nemumkin e dike rastî. Weke nimûne ensîklopediya bi kurdî ya Wîkîpediya. Îsal 15 saliya ensîklopediya azad …

Bêtir »

Meksîka pêşiya weşanên bi zimanê xwecî vedike

  Dadgeha Bilind a Meksîkayê cihêrengiya ziman di nava weşanên radyoyên ne fermî de naskir. Dadgehê di biryara xwe ya 20’ê Çileyê de ferzbûna zimanê îspanyolî ya di weşana radyoyên ne fermî de betal kir. Bi vê biryarê, xala 230. a telekomînîkasyon û weşanên radyoyê ku dibêje “radyoyên ne fermî divê …

Bêtir »