Ziman

Bi Emîr Hesenpûr re li ser Zimên û Neteweyê

Hevpeyvîn: Zanyar Umranî Ji Soranî: Mistefa Dewlemend Gelo girîngîya zimanê standard di cih de ye û firehîya cografyaya zaravayên Kurdî çawa çawa ye? Yekîtîya zimên di vê serdemê de tiştekî pêwîst e. Ji ber ku pêwendîya di navbera mirovan de gelekî belav bûye, wekî ku dibêjin, dinya bûye gundek. Li …

Bêtir »

EDEBÎYATA MODERN A KURDÎ HAT WEŞANDIN

Pirtûka dijîtal li ser edebiyata kurdî modern ku ji aliyê nivîskar Cîhan Roj hatiye nivîsandin, li ser înternetê hat weşandin. Pirtûk ji pexşan û hevpeyvînan pêk tê ku hîn ji wan di kovar û malperan de hatine weşandin. Nivîsên mayî jî ji aliyê nivîskar nû hatine nivîsandin. Di pirtûka dîjîtal …

Bêtir »

Tora nivîskaran vebû

Koma avakarên niviskar.orgê di dawiya belavoka xwe de gotine “tu têkiliya vê xebatê bi tu partî û rêxistin û tevgerên sîyasî an nesîyasî ve tune ye.” Bi vê gotinê deriye xwe bo hemû nivîskaran re vekiriye û eşkere gotiye nivîskarên ji fikr û ekolên cûde dibe ku bi hev re …

Bêtir »

Queremos Gallego daxwaza azadiya zimanê galîsî dike

Galîsya herêmeke xweser e ku li bakurêrojavayê Îspanyayê cî digire. Di salên dawî de tevgera zimanê galîsî ji bo parastina ziman a li herêmê herdem di nava xebatê de ye. Aktîtîvîstên Platforma Queremos Gallego di di 6’ê Adarê de li ber Konseya Lugoyê helwestên dawî ya dewleta îspanyol a li …

Bêtir »

Danerê yekemîn ferhenga Kurdî/Erebî Yûsiv Diyaaddîn Paşa Elxalidî (1842-1906)

Ferhenga Elhediye elhemîdiye  ferhengeke  ku gelek peyvên kurdî yên resen ji windabûnê parastin e, ew hêjaye ku hîn bêtir li ser were xebitandin û hemî peyv û gotinên di nav de, cihên xwe di ferhengên nûjen de, her wisa di nivîsên  her nivîskarekî kurd de cih bibînin.   Jan DOST Yûsiv …

Bêtir »

Zarokên Çîtagongê êdî bi zimanê dayikê perwerde dibin

Li herêma Çîtagong a li Bangladaşê pêşketina di perwerdeya zimanê dayikê de pêşî lê digire ku zarok dest ji dibistanê berdin. Zarok bi pirtûkên nû yên dersê yên bi zimanê wan hatine nivîsandin û ji mamosteyên nû yên ku bi zimanê wan perwerdeyê didin kêfxweş in. Li ser biryara hikumeta …

Bêtir »

Yewnaniya Calabriyayê ji holê radibe

Zimanê yewnanî ya li başûrê Îtalyayê tê axaftin dike ji hole rabe. Axêverên zimanê kevnar ê vê herêmê êdî li hember pêşveçûna îtalî nekarin zimanê xwe biparêzin. Li Îtalyayê greko û griko ku her du jî zaravayên cuda yên yewnanî ne, wekî zimanên kêmar ên yewnan bi fermî tên naskirin. …

Bêtir »

Li Kerkûkê xwendina Kurdî di rewşek xirab de ye

Li Kerkûkê xwendina Kurdî di rewşek xirab de yeLi Kerkûkê xwendina zimanê Kurdî ji ber gelek pirsgirêkan di rewşek xirab re derbaz dibe. Mamosta û rêvebirên xwendina Kurdî li Kerkûkê dibêjin ‘di qirîzê de ye’  û divê hikûmeta Herêma Kurdistan li Kerkûkê rewşa zimanê Kurdî yekalî bike. Pirsgirêka zimanê Kurdî …

Bêtir »

“Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” hate weşandin

Ji Gulana 2016ê ve bia kurdî wan nivîsan diweşîne ku em li ser wan fikirîne. Mîsyona me ew e ku divê em girîngîyê bidin qaîdeyên rêzimana kurdî û di heman demê de girîngîyê bidin “nûçegihaniya mafparêz.” Ferhengoka Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî ya Murat Bayram û Ferid Demirel, edîtorên …

Bêtir »

Holenda bi Frîzlandê re peymana ziman îmze kir

Bi Qanûna Bikaranîna Frîzî ya di 2014’an de zimanê frîzî ligel holendî li Fryslandê bûbû zimanê fermi. Li gorî agahiyên dawî yên Fryske Akademiyê ji % 80’yê nifûsa parêzgehê frîzî fam dikin. Di ware axaftinê de ev rêje dadikeve ji % 65’î. Parêzgeha Frîzlandê (Fryslând) û hikumeta Holendayê Peymana Îdarî …

Bêtir »

Dema zimanekî dimire…

Anîmasyona li ser bingeha helbesta Migeul Leon Portilla ya bi navê “Cuando Muere una Lengua” (Dema zimanekî dimire) bi zimanê nahuatla Huastecayê yê li Meksîkayê hatiye weşandin. Fikra amadekirina anîmasyoneke bi vî rengî û dîrektoriya wê ji aliyê Gabriela Badillo ve hatiye kirin. Zimanê nahuatla Huestecayê herêma Huesteca ya li …

Bêtir »

Peymana Mafên Zarokan bi sê zimanan hate weşandin

Komeleya Mafên Mirovan (İHD) şaxê Amedê pirtûka destan a Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) ya ji bo kurdî (kurmancî, kirmanckî) erebî û tirkî hatiye wergerandin li Amedê belav kir. Komisyona Zarokan a İHDya Amedê bi sedema hatina Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî pirtûk li Qada Şêx Seîd (Dagkapi) …

Bêtir »

Rêbera Rastnivîsînê hat weşandin

Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da heye û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye. Ji beşên kurdî yên zanîngehan bigirin, heta televîzyon, rojname, malper û weşanxaneyan, kurdîya kurmancî êdî di gelek waran da çalak e. Di van waran da ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, …

Bêtir »

UNESCO: Divê zimanên xwecî bên parastin

UNESCO (Rêxistina Perwerdeyê, Zanistê û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) bi armanca bîranîna xwendekarên “Şehîdên Ziman” ên Bangladeşê, di 1999’an de 21 Sibatê Dîroka Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî diyar kir. Çar xwendekarên ku di xwepêşandanên di 21 Sibata 1952’an de hatibû lidarxistin de ji aliyê hêzên dagirker ên Pakîstanê ve …

Bêtir »

Oksîtan polîtîkayên perwerdeyê yên Fransayê protesto kirin

Bajarê Touluse/Tolosa ya li başûrê Fransayê ji xwepêşandanek li dijî polîtîkaya perwerdeyê ya Parîsê hat li dar xistin re malovaniyê kir. Qasî 5000 beşdarên xwepêşandana ku di 17’yê Sibatê de hat lidarxistin de qedexekirina zimanê oksîtanî ya di qada perwerdeya fermi de protesto kirin. Çalakî ji aliyê Navenda Herêmî ya …

Bêtir »

Rojhilatiyan xwestin kurdî bibe zimanê perwerdeyê

“Li Îranê  zimanê kurdî, tirkî, erebî, belûcî û tirkmenî weke zimanên dayikê tên zanîn. Lê li Îranê sîstemek yekzimanî didin avakirin û bi vê sîstemê re dixwazin tevahî ziman û neteweyên din tune bikin. Bi derxistina aloziya di nava neteweyan de vê yekê hîn baştir bi cih tînin.” 10 rêxistinên …

Bêtir »

Heyîkirina Hebûniyê

Pirtûka herî dawî ya Nivîskara Kurd a jin Yildiz Çakar a bi navê ‘Ev Rê Naçe Bihuştê’ derket. Pirtûka herî dawî ya Yildiz Çakar a ku roman e, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin.  Her wiha berhemên bi navê Gerîneka Guernîcayê (Roman), Derî (Helbest), Leylanok (Ceribandin), Ala (Çîrok), Goristana …

Bêtir »

Xwediyê rêya dûr û dirêj: R’ya Teze

Rojnameya R’ya Teze li gel hemû zor û zehmetiyan bi dehan salan in tê weşandin. Belgefîlma ku li ser rojnameyê û kedkarê bi salan ê rojnameyê mamê Mirazê Cemalê hatiye kişandin, niha li Amedê tê pêşandan Di 8’ê kanûna beriya niha de bi ser navê ‘Derbarê Tenetî û Avê’ ji …

Bêtir »

Ferhenga Paşnavên Ermen a  C.K Garabed tê weşandin

Ferhenga Paşnavên Ermen a ji aliyê C.K.Garabed hatibû amadekirin wê di demeke nêzîk de li ser înternetê bê weşandin. Bi armanca danasîna ferhengê wê li New Yorkê bernameyekê bê lidarxistin û  di bernameyê de C.K. Garabed bi navê “Di Navekî de Çi Heye? Etîmolojiya Paşnavên Ermen” semînerekê pêşkêş bike. Projeya …

Bêtir »

Li Fasê şovenîzma erebiya klasîk

Erebiya klasîk zimanê fermî yê piraniya dewletên ereban e. Ligel saziyên fermî, hemû saziyên din ên karên civakî dimeşînin vî zimanî bi kar tînin. Fas jî yek ji van dewletan e ku zimanê wê yê fermî erebiya klasîk e. Lê wekî welatên din ên ereb, li vî welatî jî zaravayeke …

Bêtir »

Lêkolînerekî Kurd ferhenga navên giyanan a Kurdî amade kir

Lêkolîner û nivîskarekî bakûrê Kurdistanê bi navê Ehmedê Dirihî bi xebateke 14 salan de ferhenga Navên Nebatan a Kurdî amade kir. Di ferhengê de navên bi hezaran nebatên li Kurdistanê bi Kurdî-Tirkî û Latînî hatine nivîsandin. Nivîskarê FerhengêEhmedê Dirihî dibêje; bi hezaran navên nabatan ên Kurdî ji aliye lêkolînerên biyanî …

Bêtir »