Home / Weşan (Sayfa 2)

Weşan

danasîna weşanên ji welat û derveyê welat

Esclave de Daech tê weşandin

        Jina kurd a êzdî Jinan ku ji aliyê DAIŞ’ê êsîr hatibû girtin, bîranînên xwe bi pirtûkekê vegot. Pirtûka bi navê “Esclave de Daech” (Koleyê DAIŞ’ê) wê vê hefteyê li Fransayê bê weşandin. Jinan dema ji aliyê rêxistina îslamî hatiye revandin 18 salî bûye û di pêvajoya …

Read More »

IHD rapora 37 rojên pevçûnê eşkere kir

      Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirov (İHD)  bîlançoya pêvajoya pevçûnê ya dema dawî bi raporekê li şaxa Amedê eşkere kir. Serokê Giştî yê IHD’ê Ozturk Turkdogan, endamên Lîjneya Rêvebiriya Navendî û serokê şaxa Amedê Racî Bîlîcî beşdarê daxuyaniya çapemeniyê bû. Serokê IHD’yê Ozturk Turkdogan got ku di …

Read More »

Li Îtalyayê pirtûka parastina Kobanê hat weşandin

Li Îtalyayê pirtûkêke li ser Kobanê ya bi sernavê “Di Nava Kobanê de” hat weşandin. Pirtûka ji du sed rûpelan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Agenziayê ve hat weşandin, wekî rojnivîska berxwedana parastina Kobanê ya li dijî êrîşa hovane ya 2014’an hatiye nivîsandin. Nivîskarê pirtûkê Ivan Grozny Compasso di …

Read More »

“Xweseriya Demokratîk: Heterotopyaya Welatîbûnê” hat weşandin

    Pirtûka “Xweseriya Demokratîk: Heterotopyaya Welatîbûnê” (Demokratik Özerklik: Bir Yurttaşlık Heterotopyası) ji aliyê weşanxaneya Notabene ve hat weşandin. Nivîskar di pirtûka xwe de bi dorfirehî li ser xweseriya demokratîk ku ji aliyê tevgera kurd ve ji bo çareserkirina meseleya kurd hatiye pêşniyazkirin, sekinî ye. Di seranserê vê xebatê de xweseriya demokratîk …

Read More »

Pirtûkeke din a li ser xweseriyê hat weşandin

    Pirtûkeke din a lêkolînerê ji Îtalyayê Thomas Benedikter a bi navê Modern Özerklik Sistemleri (Sîstemên Modern ên Xweseriyê) li Tirkiyeyê hat weşandin. Bi vê pirtûka ku ji aliyê Weşanxaneya Nika ya li Enqereyê hat weşandin, heta niha sê pirtûkên ku ji aliyê Benedikter ve hatine nivîsandin an edîtoriya …

Read More »

Pirtûka “Kawayê Kurd” bi îtalyanî hat weşandin

    Pirtûka bi navê “Kawaye kurd” ku ji aliyê dîrokzana fransewî Sandrine Alexie hatibû nivîsandin, li îtalyanî hat wergerandin. Wergera ji aliyê Laura Anania hat kirin û ji Weşanên Pentagora ve ya li Mîlanoyê hat weşandin. Pirtûk bi sernivîsa “Koka gelekî hatiye înkarkirin” dest pê dike û tê de …

Read More »

Pirtûka di derbarê xweriya demokratîk de hat weşandin

    Pirtûka bi navê Democratic Autonomy in Northern Kurdistan (Xweriya Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê) ji aliyê weşanên New Compass Press’ê ya lı Norwêcê ve hat weşandin. Pirtûk di encama  geşta bakurê Kurdistanê ya aktîvîstên rêxistina TATORT’ê ku di sala 2011’an de hatiye lidarxistin de derketiye holê.   Bi …

Read More »

Weşanxaneya Peywend hat damezrandin

    Ji aliyê komeke akademîsyen û lêkolînerên kurd ve, piştî amadekariyên dirêj, di Cotmehê de  Weşanxaneya Peywend hat damezrandin. Weşanxaneyê di nivîsa ji bo armancên xwe amade kiribû de diyar kir ku ew ê di qadên wekî wêje, ziman, dîrok, felsefe, huner, antropolojî û teolojiyê de berhemên ji bo …

Read More »

Berhema duyemîn a Benedîkter hat weşandin

    Berhema Etnik Uyuşmazlığın Özyönetimle Çözümü (Çareserkirina Problema Etnîk bi Riya Xwerêvebiriyê) di dawîya meha Cotmehê de ji Weşanên Aram derket. Pirtûk ku edîtoriya wê Thomas Benedîkter kiriye û ji gelek nivîsên pisporên xweseriyê pêk tê, ji aliyê Necat Ayaz ve ji îngîlîzî hatiye wergerandin. Ev berhem, piştî Avrupa’nin …

Read More »

Pirtûkek nû li ser cihêrengiya ziman a li Ewropayê

Li ser cihêrengiya ziman a li Ewropayê pirtûkek bi katalanî hat weşandin. Pirtûka bi navê “Yekitiya Ewropayê: Mozaîkeke Zimanî” ji aliyê profesorê Fîlolojiya Katalanî û Zimanzaniya Giştî ya Zanîngeha Giravên Balearê Jaume Corbera hat nivîsandin. Naveroka pirtûka ku ji 316 rûpelan pêk tê, ji aliyê cografîk ve bi sînorên Yekitiya …

Read More »

Kovara îtalyan: “Serhildana li hember siltan”

Kovara jeopolîkê ya îtalyan Limes hejmara xwe ya Hezîranê ji bo bûyerên li Tirkiyeyê veqetand. Di sernivîsa li ser berga kovarê  de “Zarokên Siltan” cî girtiye û  li kêleka wê jî “Bûyerên Taksîmê Tirkiyeyê hejand. Gelo dawiya modela Erdogan e?” hatiye nivîsandin. Kovara ku ji 200 rûpelan pêk tê bi …

Read More »