Vîdeo

Xebateke muzikê ya bi navê “Sarak Sarak” ya ji Pakîstanê. Vê xebatê di encama hevkariya Maî Daî ku stranbêjeke ji herêma Sîndê ye û hin muzîkjenên ciwan ên li bajarên li bakurêrojhilatê welat dijîn derketiye holê. Ji ber ku li Pakîstanê Youtube hatiye qedexekirin, vê xebatê li ser Facebook û Vimeoyê hatiye parvekirin

Bêtir »

Zincîra ji mirovan a 123 km ya di navbera Durangoya li Herêma Xweser a Bask û Iruna/Pamplonaya li Herêma Xweser a Navarrayê. Ji 150 hezarî zêdetir welatiyên bask bi armanca destekirina “mafê diyarkirina qederê” beşdarê vê çalakiyê bûn.

Bêtir »

Russia Today: “Bilinbûna asta veqetîne: Banga serxwebûna Katalonyayê xurtir dibe.” Di vê bernameya televîzyonê de tê diyarkirin ku ji ber aboriya xwe ya xurt a ji asta Spanyayê bilindtir û cudabûna xwe ya çandî û zimanî, Katalonya dixwaze serxwebûna xwe bi dest bixe.

Bêtir »

Kurtefîlma “Erdgilor” a ku ji aliyê derhênerê libnanî Darine Hotait ve hatiye kişandin. Di fîlmê de çîroka dayikekî ku kurê wê dimire lê şensê jinûvezindîbûna wî ya bi riya teknolojiyê dikeve destê dayikê, tê vegotin. Fîlm, li dora vê bûyerê li ser dijberiya di navbera mirin bêmiriniyê û Beyrûda di sala 2050’yan de disekine.

Bêtir »

Strana bi navê “Yek Afrika”. Stran ji aliyê stranbêjê navdar ê ji Senegalê Youssou N’Dour hatiye çêkirin. Bi vê stranê N’Dour dixwaze balê bikişîne ser biratiya rûniştvanên xrîstiyan û misilman ên li Komara Afrîkaya Navîn û ji bo pêkanîna aştiyê ya li vî welatî mesajekê bide.

Bêtir »

Demsala Gergedanan ku derhêneriya wê ji aliyê derhênerê navdar ê kurd Behman Gobadî hatiye kirin, di sala 2012’an de derket pêşberî temaşevanan. Di fîlmê de li ser parçeyeke jiyana helbestvanê îranî Sahel Farzan tê sekinandin. Farzan li Îranê 30 sal di girtîgehê de dimîne û paşê serbest tê berdan. Demsala Gergedanan fîlmeke li ser êşa penaberan e û bangeke ji bo azadiyê ye.

Bêtir »

Rojnameya Gara (bi kurdî “em”) ya baskê di 1999’an de li bajarê San Sebastianê dest bi weşanê kir. Rojnameya ku bi zimanên baskî û spanyolî weşanê dike xwedî 130,000 xwendevanan e. Piştî ku rojnameya çepgir û serxwebûnxwaz a “Egin” ji aliyê dadgeheke spanyol di 1998’an de hat qedexekirin, Gara dest bi weşanê kir. Di vê vîdyoyê de pêdiviya hebûna medyaya Baskê tê vegotin.

Bêtir »

Miradê Kinê hunermendekî navdar ê kurd e. Hunermend di 1942’an de li Batmanê, li gundê Gêra Cahfer hat dinyê. Miradê Kinê di 17’ê Kanûna 1984’an de ji ber sekna dil jiyana xwe ji dest da. Gora wî li goristana Şêxên Sêrtê Tîlloyê ye.

Bêtir »

Li Barselonayê bernameya tevgera Som300 ku komeke koçberan e. Koçberên navborî avahiyeke vala a li bajêr dagir kiribûn ji xwe re kiribûn wargeh. Lê piştî biryara dadgehê, ji aliyê polêsên katalan ve di havîna 2013’an de ji avahiyê hatin derxistin. Ji ber ku hejmara koçberan li derdora 300’î bû, bi armanca domkirina berxwedanê navê Som300 (Em 300 kes in) a bi katalanî li koma koçberan hat kirin.

Bêtir »

Belgefîlma Şoreşa Bêdeng a li Rojava ku di Adara 2013’an de hatibû kişandin, di dawiya meha Mijdarê de li Londonê beşdarê Festîwala Fîlmên Kurd bû. David Meseguer û Oriol Gracia ku her du jî katalan in, derhêneriya belgefîlmê kirin. Di belgefîlma 60 deqeyî de li ser şeş qadên jiyana li Rojava tê sekinandin: polîtîka, perwerdeya bi zimanê kurdî, têkoşîna jinê, hêzên çekdar ên kurd, medya û çand.

Bêtir »