Rojev

Di hilbijartinên PE’yê de rewşa partiyên xweserîxwaz û serxwebûnxwaz

      Di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewropayê de (PE) partiyên xweserîxwaz û serxwebûnxwaz ên kêmaran hebûna xwe xurtir kirin. Bi taybetî li Spanya û Belçîkayê bilindbûna van partiyan balê kişand. Li gorî encamên di vê hilbijartinê de derketine holê û encamên li hin welatan tên texmînkirin rewş wiha …

Bêtir »

Yemeniyên başûrî yekitiya bi bakur re protesto kirin

    Di salvegara yekitiya Yemenê de wekî her sal li Yemena Başûr xwepêşandan hatin lidarxistin û hikumeta navendî hat protestokirin. Hikumeta Yemenê îsal xwest serfiraziya leşkerî ya li dijî El-Qaîdeyê veguherîne hestên welatparêziya Yemenê û li ser vê bingehê pîrozbahiyên xurt ên ji bo yekitiyê li dar bixe. Lê …

Bêtir »

Bihêlin bila Somalîland ji bo qedera xwe biryarê bide

    Li herêma guherînbar a rojhilatê Afrîkayê bûyera serfiraziyê ya herî girîng û kêm li ser hatiye sekinandin a bîst salên dawiyê pêkhatina Somalîlandê ye. Somalîland ku li bakurê Somaliyê cî digire, cara pêşiyê di 1991’an de, piştî hilweşîna hikumeta leşkerî ya Sîad Barre serxwebûna xwe îlan kir. Paşê, …

Bêtir »

Çîn ji perwerdeya ziman û olê ya li Tîbetê bi fikar e

    Rêvebirên Çînê yên li navçeyeke wîlayeta Sichuan a li Tîbetê ji lîderên lokal xwestin ku xebata ji bo zimanê tîbetî û olê bişopînin. Rêvebiriya li navçeya Kardzeyê (bi zimanê çînî Ganzî) ku li bernameyên perwerdeya zimanê tîbetî û ola bûdîzmê bi guman dinêre, ji bo astengkirinê kete nava …

Bêtir »

Li Parlamentoya Baskê rapora ziman hat pêşkêşkirin

    Rapora salane ya  ELEBIDE (Serwîsa Garantîkirina Mafên Ziman) ya di derbarê zimanê baskî de li Parlamentoya Baskê hat pêşkêşkirin. Di rapora ku ji aliyê Cîgirê Wezîrê Polîtîkaya Ziman Patxi Baztarrika û Gerînendeyê Destekirina Baskî Jokin Azkue ve di 14’ê Gulanê de hat pêşkêşkirin de hemû daxwazên ziman ên …

Bêtir »

Papûaya Rojava dixwaze qedera xwe diyar bike

    Parazvanên mafê diyarkirina qederê ya Papûaya Rojava ji Komîteya Dekolonîzasyonê ya NY’ê daxwaz kirin ku welatê wan têxe lîsteya koloniyan a komîteyê. Heman derdor bang li komîteyê kir ku ji bo dîtina rewşa li Papûaya Rojava heyetekê bişîne. Endamê Komeleya Papûaya Rojava ya Awistralyayê Joe Collins da xuyakirin …

Bêtir »

Xizanên kolombiyayî erdên ji bo navenda leşkerî hatiye veqetandin dagir dikin

    Domandina dagirkirinekê heta pênc mehan ne hêsan e. Tew pêkanîna vê yekê li Kolombiyayê pir dijwar e. Lê endamên civaka Hektor Alirio Martinez a li şaredariya Fortulê ku nêzîkî sînorê Venezûelayê ye, pir pêş de çûne: ew erdên di destê Wezareta Parastinê de dagir dikin. Axa qasî 100 …

Bêtir »

Konsolosê îranî û înkara wî ya nasnameya kurd

    Konsolosxaneya Îranê di warê perspektîfa Îranê ya di derbarê têkiliyên wê yên bi Herêma Kurdistanê ya Iraqê de daxuyaniyekê weşand. Vê daxuyaniyê ku li bajarê kurd Silêmanî hat eşkerekirin, ji şaşnaskirin, xerakirin û biçûkxistina îmaja kurdan pêk tê. Daxuyanî bi xerabnîşandayina komara kurd a ewilî ya li Rojhilatê …

Bêtir »