Reforma terîtoryal a nû ku ji aliyê serokwezîrê Fransayê François Holland ve hatibû pêşniyazkirin, piştî bêaramiya li hin herêman rastî rexneyên alîgirên yekitiya Oksîtanyayê hat. Kordînasyona Oksîtan a Lemosin (Limousin) bi kampanyayeke îmzeyan li dijî planên damezrandina herêmeke nû ya bi navê Poitou-Charantes-Centre a li ser axa Oksîtanyayê …
Bêtir »Aktîvîstê zimanê ûygûrî tê darizandin
Aktîvîstekî zimanê ûygûrî ku saleke zêdeye hatibû girtin û ciyê wî nedihat zanîn wê derkeve pêşberî dadgehê. Li gorî dadgehê, aktîvîstê ûygûrî bi awayekî derveyê qanûnî ji bo fînansekirina pêşdibistana xwe pere berhev kiriye. Abdulwelî Ayup piştî pêşdibistana wî ya li bajarê Kaşgarê ya li Herêma Xweser ê …
Bêtir »Çîn ji xweseriya Hong Kongê ne dilxweş e
Hikumeta Çînê bi raporekê da xuyakirin ku Hong Kong girêdayê wê ye û bi tenê xwedî xweseriyeke bisînorkirî ye. Tê ragihdandin ku vê gavê li hember hewldanên aktîvîstên alîgirên xweseriyê yên ji bo hilbijartina 2017’an hatiye avêtin. Hong Kong koloniyeke Brîtanyayê bû û bi peymaneke ku di 1997’an …
Bêtir »Destûra Bîngehîn a Demî ya Skotlandê hat eşkerekirin
Hikumeta Skotlandê Destûra Bingehîn a Demî ya ji bo Skotlanda serbixwe eşkere kir. Di teksta destûra bingehîn de serdestiya gelê Skotlandê, mafê wê yê diyarkirina qederê (self-determînasyon) û forma hikumetê hat diyarkirin. Destûra bingehîn a demî parçeyeke qanûna serxwebûna Skotlandê ye ku di 16’yê Hezîranê de hat eşkerekirin. …
Bêtir »Zimanê maldîvan paş de diçe
Zimanê dîvehî yê li giravên Maldîvan tê axaftin demeke dirêje bi promlemên giran re rû bi rû dimîne. Vî zimanê ku bi sedan salane di nava civakê de tê axaftin, hêdî hêdî di nava civakê de paş de diçe. Tê diyarkirin ku ji ber tunebûna hewldanên bi rêk …
Bêtir »Rewşa kêmarên Îranê li NY’yê hat nîqaşkirin
Di çarçoveya 26’emîn civîna Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî de, bi armanca bilindkirina hişmendiya li ser cudaxwaziya li dijî kêmarên li Îranê, rêxistinên parastina mafên mirov, kêmarên etnîk û jinê li hev civîyan. Rêxistina Gelên Nayên Temsîlkirin (UNPO), Tevgera li Dijî Nîjadperestiyê û ji bo Hevalbendiya di …
Bêtir »Veneto referandûmên xweseriyê û serxwebûnê li dar dixe
Li herêma Venetoyê ya li bakurê Îtalyayê pêvajoya berfirehkirina xweseriyê û serxwebûna herêmê dom dike. Konseya Herêmî ya Venetoyê du qanûnên ku destûrê didin referandûmên ji bo xweserî û serxwebûnê bê lidarxistin qebûl kir. Qanûna referandûma xweseriyeke berfireh a ji bo Venetoyê di 11’yê Hezîranê de hat qebûlkirin. …
Bêtir »Lîstik e an firsendeke zêrîn e?
Di vê dema ku ez vê gotarê dinivîsim, welatiyên Iraqê di şerê herî xerab ê etno-mezhebî yê ji dema dagirkirina DYA’yê ya 2003’an û heta niha dom dike re derbas dibin. Niha welatiyên Iraqê bi talan, bombebaran, pevçûn, kuştinê re û bi hiqûq û rêgezên nû re rû …
Bêtir »Kampanyaya xweseriya Tîbetê dest pê kir
Hikumeta Tîbetê ya li sirgûnê ji bo pêşniyaza xwe ya xweseriya Tîbetê kampanyayeke navneteweyî da destpêkirin. Li gorî pêşniyaza xweseriyê, di nava Çînê de damezrandina herêma xweser a Tîbetê ya xwedî hêzên pêşketî tê daxwazkirin. Serokwezîrê Tîbetê yê li sirgûnê Lobsang Sangay diyar kir ku kampanyayeke bi vî …
Bêtir »Bolîvya li dijî herêmên rojhilat cudaxwaziyê dike
Bolîvya bi awayekî fermî xwe wekî welatekî pirneteweyî nîşan dide lê welatiyên li herêma Santa Cruzê ya li Rojhilatê Bolîvyayê dijîn difikirin ku Bolîvya rêzê ji nasnameya wan a herêmî re nagire. Xebateke dawî ya li ser vê mijarê hat weşandin de nîşan dide ku ciyê sembolên çandî …
Bêtir »Naskirina mafê xweseriya kurdan
01/06/2014 Îro li Tirkiyeyê Modern Özerklik Sistemleri hat weşandin Îro xweseriya polîtîk ji bo bi milyonan kurdên ku li hemû cî û dewletên ku bi awayekî kevneşopî dijîn, hêviyeke pir mezin e. Divê vê rastiyê di kêliya dîrokî de ku kurd bi armanca parastina aştiyê û mafên xwe …
Bêtir »Kolombiya û ELN li ser hevdîtinên aştiyê li hev kirin
Hikumeta Kolombiyayê da xuyakirin ku pêvajoya hevdîtinan a di navbera hikumeta Kolombiyayê û ELN’ê de (Artêşa Rizgariya Neteweyî) dest pê kir. Bi destpêkirina pêvajoya hevdîtinan a bi vê rêxistinê re li Kolombiyayê rêxistinên çekdar ên li derveyê pêvajoya aştiyê neman. Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos di 10’ê Hezîranê …
Bêtir »Li Mayorka û Valensiyayê meşên ji bo ziman
Ji 20’î zêdetir rêxistinên sivîl ên li Giravên Balearê ji hikumeta herêmî daxwaz kirin ku xebatên xwe yên ji bo astengkirina zimanê katalanî betal bikin. Di civînên li herêma Valensiyayê de pêdiviya parastina katalanî hat destnîşan kirin. Rêxistina Som Escola bangî welatiyên Katalonyayê kir ku 14’ê Tîrmehê de …
Bêtir »Li Baskê çalakiya mezin a ji bo mafê biryardayinê
Li Welatê Bask bi armanca xurtkirina doza diyarkirina qederê çalakiya zincîreke ji mirovan a ku dirêjahiya wê 123 km bû, hat lidarxistin. Ji 150,000’an zêdetir welatiyên alîgirê bikaranîna mafê biryardayina ji bo qederêb(self-determînasyon) beşdarê çalakiyê bûn. Çalakiya zincîra ji mirovan ku bi mehane amadekariya wê ji aliyê însîyatîfa …
Bêtir »Cotkarên jin ên Zîmbabweyê zêde dibin
Piştî reforma axê ya 2000’î ya Zîmbabweyê ji aliyê jimara jinên cotkar ên li ser axa xwe dixebitin ya di nava welatên Afrîkayê de, rêza welat bilind kir. Jin piraniya keda çandiniyê ya başûrê Sahrayê pêk tînin û li gorî Rêxistina Xurekan û Çandiniyê yê Neteweyên Yekbûyî (FAO) …
Bêtir »Li Spanyayê bilindbûna partiya Podemosê
Li Spanyayê di hilbijartinên ji bo Parlamentoya YE’yê de partiyek nû ya bi navê Podemos (em dikarin bikin) derket ser sehneyê. Vê partiya nû, di hilbijartinê de bû partiya çaremîn û 5 wekîlan şand Parlamentoya YE’yê. Sîstema hilbijartinê ya li Spanyayê bi giranî li ser hebûna du partiyên …
Bêtir »Holland reforma herêman pêşkêş kir
Serokomarê Fransayê François Holland reforma xwe ya nû ya di derbarê berfirehkirina hêzên herêman de pêşkêş kir. Li gorî vê reformê, wê jimara herêman ji 22’an dakeve 14’an û hêzên di destên herêman de bên berfirehkirin. Lê hêzên herêmparêz ên li Bretonya, Alsas, Savoy û Languedocê bi hinceta …
Bêtir »Tatarên Kirimê 70 sal berê hatin sirgûnkirin
Di 12’ê Gulana 1944’an de Artêşa Sor li nîvgirava Kirimê hêzên Nazî têk bir û bi vî awayî dawî li Êrîşa Kirimê ya Eniya Rojhilat anî. Josef Stalîn ku ji bo cezekirina her kesê ku di dema dagirkirina herêmê ya sê salan de ji hevkariya wan a bi …
Bêtir »Abhazya: Krîza polîtîk a ji ber aborî û neteweperestiyê
Serokê herêma Abhazyayê ya li rojhilata Derya Spî piştî xwepêşanderên mixalif ketin avahiya serokatiyê, ji paytext Sukhumî reviya. Tê ragihandin ku serok Alexander Ankvab vekişiyaye bajarê Gudautayê ya 40 km dûrî paytextê ku li wir hatiye dinyayê. Mixalefeta li herêmê bi armanca ku dev ji karê xwe berde …
Bêtir »Erîşên polîtîk ên li hember zimanê katalanî
Komeleya Katalan a Sosyolîngûîstîkê (SOCS) li ser rewşa dawî ya katalanî li herêmên cîran ên Katalonyayê, di 4’ê Tîrmehê de li Barselonayê deklerasyonekê weşand. Komele di deklerasyonê de îdia kir ku Spanya peymanên navneweyî ya di derbarê rêzdariya ji cihêrengiya çandî û zimanî de ne îhlal dike. Li …
Bêtir »Mamosteyê katalan ji bo ziman dest bi greva birçîbûnê kir
Giravên Balearê ku rêvebiriya wê dixwaze hebûna katalanî di perwerdeyê de kêm bike, carekê din bi berxwedana ji bo ziman ket rojevê. Mamosteyê katalan Jaume Sastre yê li dibistaneke Mallorcayê bi armanca ku hikumeta herêmî di warê tetbîqkirina qanûna ziman a perwerdeyê de bi mamosteyan re hevdîtinê pêk …
Bêtir »