Polîtîka

Ev kategorî derbarê polîtîkaya neteweyî û navneteweyî de ye.

Gerîlayê berê bû serokê Kolombiyayê

  Tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê yên Kolombiyayê, encameke dîrokî bi xwe re anî. Li welêt cara pêşî hegemonyaya partiyên rastgir a li ser siyasetê hate şikandin. Gustavo Petroyê ku destekeke berfireh ji tevgerên civakî girt, ji sedî 50’yê dengan wergirt û serokê welêt. Namzetê rastgir û nûnerên sektora kar …

Read More »

Macron piraniya parlemenê winda kir

Piştî hilbijartinên serokatiyê, li Fransayê çavên herkesî li ser encamên hilbijartinên parlemenê bû. Di tûra yekemîn de her sê hêzên gewre piraniya dengan parve kiribûn û encamên teqez ji bo tûreke din mabûn. Duh tûra duyemîn a dengdanê hat lidarxistin û di encama vê de kompozîsyona parlemena Fransayê zelal bû. …

Read More »

Tişta ku me ji bîr kir: Daxwaza azadiyê

Çîroka salên 90î çîroka zemanê burokrat, mamoste û midûrên birûyên wan wekî M.Kemal bûn ku nav û hebûna min red dikirin. Zemanê em tê de ne zemanê ketina maskeyan û xuyabûna zemîna mirov lê sekinî ye. Di vî zemanî de em fam dikin, hemû tiştên ku me digot belkî me …

Read More »

Penaber ji bo Tirkiyeyê alaveke siyasî ne

Piraniya pispor di wê baweriyê de ne, projeya vegerandina penabaran ne realîst e û şensê wê yê serfiraziyê tune ye. Lêkolînên dawî nîşan didin,  78 ji %  penaberên ji Sûriyeyê, ji ber sebebên ewlekarî û aboriyê naxwazin terka Tirkiyeyê bikin. Fikra hevpar a analîstan ev e, digel zêdebûna êrişên nîjadperest …

Read More »

Peymana leşkerî ya Brîtanya, Swêd û Fînlandê

Boris Johnson got, peymanên ewlekariyê yên bi Swêd û Fînlandê re ne li hemberê tu welatî hatine îmzekirin û bi vî awayî jî xwest pêşî li reaksiyonên tund ên Rûsyayê bigire. Serokwezîra Swêd û serokê Fînlandê ji bo ragihandina tifaqa eşkerî ya bi Brîtanyayê re çûn Londonê. Mêvana ewil ya …

Read More »

Rûsya dîroka Sovyetê ji bo mîlîtarîzma xwe bi kar tîne

  77’emîn Roja Serkeftinê ya li dijî rejîma Almanya ya Nazî, her sal li Rûsyayê bi perspektifa destbirakiya mîlîtarîzm û nasyonalîzmê tê pîrozkirin. Îsal şerê li Ûkraynayê bandoreke mezin li vê rojê kir û bernameyên pîrozbahiyê veguherîn şoveke nîşandayina hêza leşkerî ya Rûsyayê. Wekî her car, îsal jî navenda pîrozbahiyan, …

Read More »

Aloziya Ûkraynayê mora xwe li V-Dayê xist

Meşa Leşkerên Nemir ji aliyê wateya xwe ya dîrokî ve xwe dispêre rizgariya Ewrûpayê ji Naziyan. Artêşa Sovyetê 9’ê gulana 1945’an Almanyaya Nazî têk biribû û paytext Berlîn dagir kiribû. Şerê li Ûkraynayê wekî gelek qadên din îsal bandora xwe li pîrozbahiyên Roja Serkeftina li dijî Almanyaya Nazî jî kir. …

Read More »

Dêra Ortodoks di xizmeta Kremlînê de ye

Patrîkê Dêra Ortodoks Kîrîl, piştî hilbijartina Vladîmîr Pûtîn a ji bo serokomariyê ya 2012’an axivî bû û  gotibû “ev mûcîzeyeke xwedê ye”. Patrîkê Rûs çendekî berê jî derbarê Ûkraynayê de axivîbû û dagirkeriya Rûsyayê ya li rojhilatê welêt wekî “şerekî olî” û “rizgarkirina Xristiyanên Rûs” pênase kiribû. Dêra Ortodoks a …

Read More »

Japonya polîtîkaya xwe ya pasîfîst nîqaş dike

Şerê li Ûkraynayê ji ber bandorên xwe yên jeopolîtîk dibe sebeb li cîhanê mîlîtarîzm pêş bikeve Piştî Almanyayê, niha jî Japonya bêalîbûna xwe ya leşkerî û lêçûyinên ji bo artêşê nîqaş dike. Japonya ji aliyê meseleya parastinê ve ev 80 sal in xwedî polîtîkayeke pasîfîst e. Li gorî destûra bingehîn …

Read More »

Amerîka gefa dagirkirinê li Solomonê xwar

Amerîka li Okyanûsa Pasîfîkê stratejiya pêşîgirtina li Çînê dimeşîne. Washington diyar kir, eger Çîn li Solomonê baregehan ava bike ew ê jî vî welatî dagir bike. Beriya niha serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison jî derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû û gotibû ew tu carî naxwazin Çîn li Solomonê baregehan ava bike. …

Read More »

Macron dîsa bû serokê Fransayê

  Fransa, doh hilbijartineke krîtîk li dûv xwe hişt. Wekî dihat texmînkirin, Macron bi ferqeke mezin Le Penê têk bir. Macron di 20 salên dawî de, bû lîderê ewil ku cara duyemîn dibe serokê welêt. Li Fransayê hilbijartina serokatiyê duh serê sibehê saet di 7’an de dest pê kir û …

Read More »

Macron: Retorîka demokrasiyê lê polîtîkayên otorîter

Macron di tevahiya kampanyayê de bi zimanekî maqûl nêzîkî daxwazên hilbêjêrên rasta nîjadperest bû. Ev yek ji aliyekî ve wekî rêbazek ji bo jinûvehilbijartinê dikare bê nîşandayîn. Lê ji aliyekî din ve jî wekî nimûneya zemîna îdeolojîk a Macron li ser disekine, dikare bê dîtin. Bi gotineke din, civaka Fransî …

Read More »

Li Fransayê serfirazî bû para Macron û Le Pen

  Di hilbijartina Fransayê de 12 namzet ji bo serokomariyê ketin nav pêşbirkê. Tu namzetan şertê tûra ewil ê ji % 50 derbas nekirin û wekî serokomar nehatin hilbijartin. Di tûra duyem de, Emmanuel Macron û namzeta rastgir Marine Le Pen wê di ber hev bidin Li gorî encamên hilbijartina …

Read More »

Gelo Ewrûpa wê fonên Hûngaryayê qut bike?

Ji ber sekna siyasî ya Orban, hilbijartina li Hûngaryayê ji aliyê Yekitiya Ewrûpa û Rûsyayê jî ji nêzîk ve dihate şopandin. Lîderê Hûngaryayê, di nava Yekitiya Ewrûpayê de dostê herî nêzîk ê Vladîmîr Pûtîn tê naskirin. Serokê Komîsyona Ewrûpayê Ûrsûla von der Leyen di axaftina xwe ya li Parlemena Ewrûpayê …

Read More »

Çima divê Ewrûpa rexneyeke xurt li xwe bike?

Di çarçoveya stratejiya partnerê biçûk de Ewrûpa ne tenê di warê leşkerî de (Di vê mijarê de herdem dikare pişta xwe bi NATOyê girêbide) lê di warê aborî û bi taybetî jî di mijara enerjiyê de jî zêdetir dimîne li ber rehma hêzên din. Gelo ji bo Fînlandiya, Swêd, Swîsre …

Read More »

Saziyên Ewrûpayê qadên şerê Rûsya-Ûkraynayê ne

Konseya Ewrûpayê ji 47 welatan pêk tê ku nifûsa wan bi tomerî digihîje 800 milyonî. Konsey piştî şerê cîhanê yê duyemîn, bi armanca ewlekariya parzemîna Ewrûpayê hat damezrandin. Ji bilî berxwedana leşkerî ya li dijî Rûsyayê, Ûkrayna di qada dîplomasiya navxweyî ya Ewrûpayê de jî têkoşîna xwe didomîne. Helbet di …

Read More »

Serokê komedyen ê Ûkraynayê: Zelenskî

Di dema şer de jî Zelenskî ferqa xwe ya ji rêvebiriya Rûsyayê nîşan da û di dewsa daxiyaniyên klasîk de, gelek caran bi selfiyên xwe derket pêş. Herwiha Zelenskî bi van gotinên xwe henekê xwe bi Pûtîn kir: “Ji welatê me derkeve. Eger tu dernakevî ka were bi min re …

Read More »

Çîn li Ûkraynayê Pûtîn tenê hişt

Ji ber tirsa parçebûna li nava malê, rêvebiriya Çînê herdem di polîtîkaya xwe ya derve de destekê dide yekitiya axê û dixwaze sînorên heyî yên welatên cîhanê bên parastin. Ji ber vê sebebê, Çîn di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de biryara li dijî Rûsyayê veto nekir. Dema ku bi …

Read More »

Almanya terka Ostpolitikê kir

Almanya  di bin banê siyaseta Ostpolîtîk ku ji hukumetên berê dewr girtibû, Rûsyayê re têkiliyên nerm dimeşandin. Her du alî hevparên hev ên girîng ên bazirganiyê bûn. Hukumeta Scholz bi riya ambargoyên giran ên li dijî Rûsyayê û bi zêdekirina butçeya xwe ya parastinê dawî li vê polîtîkayê anî. Almanya …

Read More »