Dekolonîzasyon

Di vê kategoriyê de nûçeyên pêvajoya rizgariya koloniyên hêzên mezin ên ewrûpî tê weşandin.

Peymana Brîtanya-Maorîyan184 sal berê hat îmzekirin

Peymana Waitangi di 6ê sibata 1840an de maoriyên xwecî re hat îmzekirin. Nûnerê Împaratoriya Brîtanî William Hobson û nûnerên maorîyan vê peymanê îmze kirin. 500 serekeşîrên maorî tevlî merasîma îmzeyê ya peymana dîrokî bûn. 6ê sibatê salvegera 184. a peymana maoriyan a bi Brîtanyayê re ye. Peymana Waitangi di 6ê …

Bêtir »

Protestoyên li hemberê Roja Awustralyayê

Di Roja Awustralyayê de protestoyên girseyî hatin lidarxistin. Bajarê Melbourne, Sydney û Brisbane sê navendên mezin ên çalakiyan bûn. Çalakger ji hukumetê daxwaz kirin, Roja Awustralyayê wekî Roja Dagirkirinê bê qebûlkirin. Pêla li hemberê dîroka kolonyalîzmê li Awustralyayê bilind dibe. Di Roja Awustralyayê de protestoyên girseyî hatin lidarxistin. Bajarê Melbourne, …

Bêtir »

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji dest dane. Ev jî ji sedsala 17. û vir ve bûye sebebeke guherîna avhewayê. Kolonyalîzma (mêtingerî) Ewrûpayê yek ji sebebê guherîna avhewayê ye. Dagirkirina parzemîna Amerîkayê sebebeke esasî ya vê guherînê ye. Ji ber nişteciyên …

Bêtir »

Rapora asîmîlasyona li Swêdê hat weşandin

Komîsyona Heqîqet û Lihevhatinê ya Swêdê daxwaz  kir ji ber asîmîlasyonê ji Tornedaliyan lêborînê bixwaze. Komîsyonê di raporê de ji bilî lêborînê “ji bo çareseriyê telafîkirina zirarên pêk hatine” pêşniyazê dewletê kir. Dewleta Swêdê û Dêra Swêdê divê ji civaka Tornedaliyan lêborînê bixwaze. Ev tespît di rapora Komîsyona Heqîqet û …

Bêtir »

Aborîgîn di referandûmê de têk çûn

Aborîcînên Awustralyayê firsenda naskirina polîtîk bi referendûmekê winda kirin. Zêdetirî 5 milyon kes ango 40 ji % welatiyan dengên xwe dan pêşniyaza mafên polîtîk ên Aborîcanan. Ji bo pêşniyaza naskirinê bê qebûlkirin divê piraniya dengên hilbijêran û piraniya dengên 4 ji 6 eyaletên Awustralyayê bigirtana. Aborîcînên Awusralyayê firsenda naskirina polîtîk …

Bêtir »

Jinên Greenlandê ji Denmarkê tezmînatê dixwazin

67 jinên ji Greenlandê ji ber rêbazên kontrola zayinê ji Denmarkê temînatê dixwazin. Denmark di salên 1960 û 1970’yan de projeya kontrola nifûsa Greelandê meşandibû. 4,500 jinên Inuitî ji ber rêbazên doktorên Denmarkî bi kar anîbûn nema bûbûn xwedî zarok. Jinên Inuitê yên li Greenlandê ji Denmarkê doza tezmînatê dikin. …

Bêtir »

Awustralya referandûma Aborîcînan li dar dixe

Awustralya ji bo berfirehkirina mafên Aborîcînan di 14’ê Cotmehê de referandum li dar dixe. Eger encama dengdanê erênî be wê Aborîcînên li vî welatî ji aliyê Destûra Bingehîn ve bên naskirin. Herwiha hukumet plan dike piştî referandûmê ji xweciyan komîteyek ava bike. Awustralya ji bo berfirehkirina mafên Aborîcînan di 14’ê …

Bêtir »

Martinique statuya fermî da zimanê Kreol

Parlamentoya Martiniqueê di rûniştina xwe de fermîbûna zimanê giravê qebûl kir. Lê piştî vê, Fransa kete nava tevgerê û bi riya waliyê giravê îhtirazê li biryarê kir. Ev jî di nava siyaseta herêmî ya Martiniqueê de rastî reaksiyonan hat. Martinique ji bo fermîbûna zimanê wê yê Kreol gaveke girîng avêt. …

Bêtir »

Guherandina Navendê: Şoreşa Nairobiyê di Edebiyata Ingilîzî de

Ngugi li Kenyayê, ji ber xebatên xwe yên şanogerî bi zimanê Gikuyu tevî gundiyên Kenyayê, di sala 1977ê de hat girtin. Navê şanoyê ku hat qedexekirin Ngaahika Ndenda [Dilê min Kengî Bixwaze Ez ê Hingî Bizewicim] bu. Konferansa Berlînê di navbera 1884-1885an de bi armanca dabeşkirina Afrîkayê civiya û di …

Bêtir »

Fransa statuya Kaledonyaya Nû muzakere dike

FLNKS diyar kir, ew ê civînên bi hukumeta Fransayê re di navbera 7 û 15’yê Nîsanê li Parisê bê lidarxistin. Rêxistinê di daxuyaniyê de da zanîn, Fransa ji bo lidarxistina muzakereyan çarçove û rêbazeke maqûl pêşniyaz kiriye. Fransa careke din bi Kaledonyaya Nû re dest bi muzakereyên ji bo statuyê …

Bêtir »

Gramer û Agir: Du Amûrên Emperyalîzma Lînguîstîk

Gramer bi tena serê xwe nikaribû arezuyê Nebrija pêk bîne û wê hewldanekê bibe serî. Gava Columbus û peyrevîn wî li Parzemîna Latîn Emerîkayê daket ne tenê bi zêr û zîvan, bi xan û eywanan lê bi pirtûkxaneyên gewre û bi hezaran pirtûkên ku bi alfebeya piktografîk (wêneyî) hatine nivîsandin …

Bêtir »

Holanda ji bo koledariyê lêborînê dixwaze

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ji bo dîroka koledariyê ya 250 salan wê di 19’ê qanûnê de lêborînê bixwaze. Berî niha, şaredarên Amsterdam, Rotterdam, Utrect û Laheyê û herwiha rêvebiriya Bankeya Holandayê  di meseleya koledariyê de lêborînê xwestibûn. Holanda ji ber dîroka wê ya koledar xwe ji bo lêborînekê amade dike. …

Bêtir »

Li Brazîlê xwecî ji bo hilbijartinê amade ne

Cara yekem ji 45 komên xwecîhî yên ji 24 eyaletan di hilbijartinê de namzetiya xwe ragihandin Nûnerên xweci bi taybetî dixwazin li dijî siyaseta serokê rastgir Jair Bolsonaro helwestê bigirin Xweciyên Brazîlê îsal bi awayek nedîtî berê xwe dan qada siyasetê. Cara yekem ji 45 komên xwecîhî yên ji 24 …

Bêtir »

Belçîka bermahiyên Lumumba li malbata wî vegerand

  Belçîka, 61 sal piştî kuştina wî, bermahiyên lîderê şoreşger ê Kongoyê Patrice Lumumba, ewê li malbata wî vegerîne. Piştî kuştina wî, cendekê Lumumba di nava asîtê de hatibû helandin û bi tenê dranekî wî yê zêr hatibû veşartin. Bi boneya vegerandina dranê Lumumba, li Qesra Qraliyeta Belçîkayê merasîmek hate …

Bêtir »

Lêborîna ji ber sûcên kolonyalîzmê

A.Rahman Çelîk Lêkolîneran îspat kir, di dema şerê serxwebûna Indonezya de, artêşa Holandayê li vî welatî şîddeteke sîstematîk bi kar aniye. Serokwezîrê Hollandayê piştî vê derket pêşberî çapemeniyê û ji Indonezyayê lêborîn xwest Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, ji bo şîddeta ku artêşa Holandayê di navbera salên 1945 û 49’an de …

Bêtir »