Civak

Parlamentoya Ewrûpayê biryarekê li ser mafên xweciyan girt

Di demên dawî de rewşa gelên xwecî yên cîhanê bêtir dikeve rojeva welatên Rojava. Cara dawiyê mijara gelên xwecî di Parlamentoya Ewrûpayê (PE) de bû. Parlamentoyê di 3’yê Tîrmehê de bi biryarekê qebûl kir ku gelên xwecî yên cîhanê rastî binpêkirinên mafan dibin. Biryara ku ji aliyê endamê parlamentoyê raportor …

Bêtir »

Xwecî civîna serokwezîrê Kanadayê boykot kirin

Berpirsên rêxistinên xwecî yên li Kanadayê îsal jî beşdarê civîna salane ya Serokwezîrê Kanadayê ya li New Brunswickê tê lidarxistin nabin. Berpirs dan xuyakirin ku sebeba ku ew vê civînê boykot dikin ev e ku hikumet di dewsa ew wekî serokên xweciyan bibinîn, wan wekî “rêxistin” bi nav kiriye”. Berpirsên …

Bêtir »

Rapora Çavdêriya Li Medyayê hat weşandin

Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BİAyê ya Nîsan-Gulan-Hezîranê di Sîstema Hikûmeta Serokomariyê ya nû de ji bo “azadiya çapemeniyê” derfeteke bêhempa pêşkêşî rêveberiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî dike. Ji ber ku di raporê de hemû detayên rewşa “nûçegîhan/medyayê”, binpêkirinên azadiya xweîfadekirinê/medyayê û hemû dorpêçên li ser nûçegîhanan ên li Tirkiyeyê …

Bêtir »

Xwecî ji serokê nû yê Meksîkayê bi hêvî ne

Serokê nû yê welat Lopez Obrador sozên girîng dabûn xweciyên welat. Di nava van sozan de naskirina mafê xwedîtiya erdên xweciyan jî heye. Eyaletên herî xizan ên Meksîkaya federal li başûrê welat cî digirin û nifûsa piraniya van eyaletan ji xweciyan pêk tê. Eyaletên xwecî yên xizan ev in: Oaxaca, …

Bêtir »

Li Tirkiyeyê 497 mêr û 103 jin bûne parlementer

i 34 bajaran parlementerên jin qet nehatine hilbijartin, digel vê yekê jî rêjeya jinên parlementer di dewra hikûmeta 26. de ji sedî 14,7 bû di dewra 27. de bûye ji sedî 17,1. Navê bajarên parlementerên wan ên jin nînin ev in: Semsûr, Amasya, Artvin, Bilecik, Bîngol, Bedlîs, Burdur, Çankırı, Çorum, …

Bêtir »

Di asta navnetewî de Avusturya wê bêhtir alîkariya Kurdistanê bike

Roja Înê 15.07.2016ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya, Wezîrê Derve û Geşekirina Navdewletiya Avusturya (Nemsa) Sebastian Kurz û şandeka dîplomasiya pê re kir. Li gor malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatî dayîn waha ye: Li hevdîtinekê bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Kurz kêfxweşiya …

Bêtir »

HRW di Raporta Xwe ya Nû de Rexneyên Giran li Tirkîyê Dike

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Duşemê raporteke taybet ya ser bûyerên li herêmên Kurdan li Tirkîyê weşand û tê de rexne li Tirkîyê girt ku nahêle pisporên serbixwe îdîayên kuştina sîvîlan vekolin. HRW dibêje, kuştina neqanûnî ya 5 sîvîlan, bi zarê koçkirina girseyan û bi berfirehî wêrankirina mal û mulkên …

Bêtir »

Ji Şaredariya Champignyê heta Cizîrê pira xwebiratiyê

  Şaredariya Champigny a Fransayê bi boneya piştgiriyê bide gelê Cizîrê, bi riya Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz nameyek ji gelê Cizîrê re şand û wiha got: “Ji ber wêrekî û berxwedana we ya serkeftî em hurmetên xwe nîşan didin û em amade ne ku kampanya xwebiratiyê bi hevre …

Bêtir »

Hesen Rûhanî dîsa sozên nû dane xelkê Urmiyê

Hesen Rûhanî serkomarê rejîma Îranê gihîşte bajarê Urmiyê, û bi dana diruşmên dubare û çendbare, xelkê Urmiyê wekî xelkê netirs û sînorparêz bi nav kir. Hesen Rûhanî serkomarê rejîma Îranê, bas ji şanaziyên xelkê vê herêmê kir ku karîne bi parastina sînoran, û bi beşdariya berçav ya vê carê di …

Bêtir »

Di Kongreya CEMRê de li ser Amedê axivîn

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak beşdarî Kongreya Konseya Herêm û Şaredariyên Ewropayê (CEMR) bû û di kongreyê de ji ber helwesta Amedê bo ragirtin û pêşwazîşkirina penaberan hêjayî teqdîrê hate dîtin. Di kongreyê de biryara der bare Sûrê de jî hate nîqaşkirin. Kongreya CEMR a sala 2016an, di …

Bêtir »

Divê demildest ji bo aştiyê diyalog bên kirin

PEN’a Tirkiye û PEN’a kurdî ya bi piştgiriya PEN’a navnetewî li Amedê “Aştî çawa û ji bo kê?” konferans li darxistin, danezana encamî ya konferansê li Eywana Resepsiyona Sumerparkê bi civîneke çapemeniyê daxuyandin. Serokê PEN’a Kurdî Şehmuz Sefer, Seroka PEN’a Tirkiyeyê Zeynep Oral, Alîgirê Serokê PEN’a Navnetewî ya Eûgene Schoûlgîn, …

Bêtir »

175 welatan mora xwe danîn binê Peymana Avhewayê

Merasîma îmzekirina peymana avhewayê, ku di Konferansa Guhertina Avahewayî ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) de li ser li hev hatibû kirin, bi dawî bû. Bi giştî 175 welatan mora xwe danîn binê vê peymanê Merasîma îmzekirina peymana avhewayê, ku di Konferansa Guhertina Avahewayî ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) de li ser li …

Bêtir »

Parlamentoya Ewropayê rexneyên giran li Tirkiyê digire

Parlamentoya Ewropayê, “Rapora Tirkiyê” ku ji hêla parlamentera Holandî Katî Pîrî ve hatibû amadekirin qebûl kir. Di raporê de rexneyên giran li hikumeta Tirkiyê tê kirin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan ji ber helwesta hemberî rojnamevanan tê şermezarkirin. Parlamentoya Ewropayê her sal derbarê rewş û pêşveçûnên Tirkiyê de, rapor …

Bêtir »

Destûr bo şandeya CHPê nehate dayîn ku derbasî Geverê bibe

 Şandeyeke parlamenterên CHPê bo lêkolînan bike xwestin biçin Gevera Colemergê ya Bakurê Kurdistanê lê belê hêzên ewlehiyê destûr neda wan. Şandeya CHPê ya ji Alîkarên Serokê Giştî yên CHPê Çetin Osman Budak û Sezgin Tanrıkulu û ji parlamenterên wek Mehmet Gokdağ, Şenal Sarihan, Erdin pêk tên doh ji Enqerê derbasî …

Bêtir »

“Tirkiye bêdengiya Ewrûpa kirî!”

Li ser peymana Yekîtiya Ewrûpa ya bi Tirkiyê re rojnamevan Ylva Nilsson dibêje Tirkî di destê Erdogan de bûye lîstokek û YE jî bûye beşek ji vê lîstika Erdogan. Heftiya derbasbûyî di navbera Tirkî û Yekîtiya Ewrûpa de peymanek hate îmza kirin. Peyman bi taybetî li ser koçberên ku ji …

Bêtir »

Konferansa Jinên Cîhanê bi civîna Civata Giştî berdewam dike

2. Konferansa Jinên Cîhanê a ku di 13’ê Adarê de li Paytexta Nepalê Katmanduyê despêkirî bi civîna Civata Giştî berdewam dike. Civata Giştî di serî de Helepçe bi bîranîna hemû kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan despêkir. 2. Konferansa Jinê ya Cîhanê ku bi dirûşma “Jin bi çiyayên …

Bêtir »

Wallström: Riya rast danûstandina bi kurdan re ye

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ku îro li Brukselê beşdarî civîna wezîrên derve yên endamên Yekîtiya Ewrûpa dibe dixwaze Tirkî dest bi danûstandinan bike. Duh di êrîşeke bombeyî li paytexta Tirkiyê Ankara de nêzîkê 40 kesî hatine kuştin û li gor rayedarên Tirkiyê derdorê 70 birîndarî heye. Wezîra Derve …

Bêtir »

Parlamenterên Ewropayê rexneyan li Tirkiyeyê digirin

Şandeke ji 6 parlamenterên Ewrûpayê û Nûnerên Partiya Kesk ya Ewrûpayê pêk dihat, li Bakûrê Kurdistanê serdana saziyên sivîl, partiyên siyasî û rayedarên dewleta Tirk kirin.  Şandeyê di 23ê Sibatê de jî, li Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê DİTAMê jî bi nûnerên 18 saziyên sivîl re hevdîtin kirin û li …

Bêtir »

Maoîstê duh bû reformîstê îro

  Li Nepalê tê gotin ku “Kesên ji dîrokê fêr nabin ew ê carekê din wê dûbare bikin”. Vê hefteyê salvegera 20 saliya şerê navxweyî ya Nepalê ye û wê çend hefte şûn 10 sal di ser bidawîna şer re derbas bibe. Di 4’ê Sibata 1996’an de Baburam Battarayî ku …

Bêtir »