Civak

Afrîkiyên li Meksîkayê: Venasîn pêk hat lê xizanî hîn didome

Afro-meksîkî ji dema dagirkirina Meksîkayê ya ji aliyê Îspanyolan ve li vî welatî dijîn. Kolonyalîstên Îspanyol, piraniya wan ji sedsala 15. û vir anîne Meksîkayê û ew wekî kole xebitandine. Ew bi hêviya azadiyê, bi rengekî aktîf beşdarî şerê rizgariya Meksîkayê bûne. Mixabin, piştî serxwebûnê jî cudaxwaziya li hember wan …

Bêtir »

Yuval Noah Hararî: Xetereya mezin ne vîrus e lê otorîterîzm e

Dema hukumet şopandina mirovan zêdetir dikin, divê şopandina hukumetan jî zêde bibe. Di vê krîzê de dewlet pereyan wekî avê xerc dikin. Wekî welatiyekî, mafê min heye bizanibim ka ev pere ji kê re diçin. Gelo ev pere ji bo civakê an jî bo rizgarkirina şîrketên mezin tên xerckirin? Ajansa …

Bêtir »

Vîetnam mîlîtarîzma amerîkî têk bir

Wê rojê li bajarê Saygon tevgereke awarte ya hewayî hebû. Helîkopterên ku vala dihatin, mişt ji mirovan tije bi hewayê diketin. Bi sedan xebatkarên seferetxaneya amerîkî û bi hezaran kesên ji hukumeta başûrê Vîetnamê re xebitîbûn ji ber şoreşê direviyan. Hêzên Artêşa Gel a Vîetnamê ya di bin rêvebiriya Ho …

Bêtir »

Dayikên Plaza de Mayo tirsa ji faşîzmê têk birin

Ew, her hefte bi fotografên kur û keçên xwe yên hatibûn windakirin, li meydaneke paytexta Arjantînê Bûenos Aîresê rûniştin. Ev çalakiya çend dayikan a bi israr, di demeke kurt de veguherî tevgereke mafên mirovan a li dijî rejîma mîlîtarîst. Ji ber meydana çalakî dihat lidarxistin, navê dayînên Plaza de Mayo, …

Bêtir »

Asûriyên li Xabûrê li ber tunebûnê ne

Asûriyên li Bakurêrojhilatê Suriyeyê yek ji gelên qedîm ên li  herêmê ne. Civaka asûrî ya li vê herêma li bakurê Mezopotamyayê di 2015’an de rastî êrişa DAÎŞ’ê hat. Enstîtuya Polîtîkaya Asûrî ya li Amerîkayê di derbarê rewşa dawî ya asûriyan a li Rojava raporek weşand û bale kişand ser encamên …

Bêtir »

Wekhevî cara ewilî li Xerabreşkê bi dawî bû

Mezopotamya bi şûnwarên şaristaniyên li ser wê hatine damezrandin wekî muzeyeke servekirî ya dîrokê ye. Cara pêşiyê di serdema neolîtîk de li ser vê axê şoreşa çandiniyê û kedîkirina sewalan dest pê kiriye Xerabreşka li Bakurê Kurdistanê ku li Cihanî wekî Gobeklîtepe tê naskirin, bi berhemên xwe yên zêdetirî 10 …

Bêtir »

Li Îtalyayê sebeba krîza coronayê sîstema neo-lîberal e

Hukumetên Îtalyayê bi salan butçeya tenduristiyê kêm kirin û di encamê de her ku çû hejmara nexweşxane, doktor û hemşîreyan kêm bû. Ev qada di destê dewletê de, ji bo cî ji şîrketên taybet re vebe hat bisînorkirin û veguherî qadeke bazirganiyê. Îtalya li gorî aboriya kapîtalîst, ji aliyê zengîniyê …

Bêtir »

Chomsky: Li cîhanê xetereya herî mezin Trump e

Tiştê ku divê di 2020’an de pêk were pir eşkere ye. Divê armanca me ya yekemîn, jiholêrakirina xerabiyê be. Belkî Trump careke din bê hilbijartin. Ew têk jî biçe, dibe ku dest deyne ser desthilatdariya amerîkî. Kurtedemek berê, pirtûka Noam Chomksy a bi navê “Enternasyonalîzm an Qirbûn” hat weşandin. Chomsky …

Bêtir »

Endeksa Global a Aştiyê: Tirkiye welatekî ne bi aram e

Endeksa Global a Aştiyê ya 2019’an nîşan da ku Tirkiye di warê aştiyê de di nava 163 welatan de bûye welatê 152’emîn. Bi vê encamê Tirkiye hinek din jî paş ve çû û ket binê Ûkrayna û Sûdanê. Di endeksa ku roja çarşemê hat weşandin de 17 welatên Ewrûpaya Rojava …

Bêtir »

Parlamentoya Lîtwanyayê Jenosîda Tataran nas kir

Di salên dawî de komarên kevn ên Yekitiya Sovyetê polîtîkayên Stalîn ên li dijî gelên yekitiyê didarizînin. Sirgûna tatarên Kirimê cara pêşiyê ji aliyê parlementoya Ûkraynayê ve di 2015’an de wekî ‘jenosîd’ hatibû bi nav kirin. Paşê di Gulana 2019’an de parlamentoya Letonyayê di derbarê mijarê de biryarek bi vî …

Bêtir »

Pontûs berê yûnan bû

Di 100 saliya jenosîdê de komeleyên ji yûnanên Pontûsê yên li her aliyê cîhanê belav bûne ji Tirkiyeyê daxwaz dikin ku sûcên ku di salên 1913 û 1922’an de li hemberê mirovahiyê kiriye nas bike. Pontûs herêmeke dîrokî ya li bakurê Anatoliyê ye û berûberê keviyên Behra Reş erdên berfireh …

Bêtir »

Yûnanîstan penaberên ji Tirkiyeyê dersînor kir

Rojnamegerek tirk û îltîcaxwaz: “Li ser sînorê Tirkiye-Yûnanîstanê kesên bi maske li me xistin û me dersînor kirin.” Komeke welatiyên ji Tirkiyeyê ku ji zilmê direviyan ji aliyê Yûnanîstanê ve paş ve hatin şandin. Piraniya kesên hatin şandin, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin girtin. Bi vê nûçeyê derket holê …

Bêtir »

Japonya hebûna gelê ainu qebûl kir

Japonya qanûnek ku pê hebûna gelê xwecî yê ainu nas dike qebûl kir. Di qanûnê de tê destnîşankirin ku divê Japonya çanda gelê ainu ku li girava Hokkaidoyê dijîn.  biparêze. Nûnerên ainu diyar dikin ku qanûn mafê diyarkirina qederê (mafê çaresenûsiyê) û mafê xwedîbûna erd qebûl nake û lewma jî …

Bêtir »

Li derveyê welat dîroka kurd dide naskirin

“Ji bo şîrovekirina neteweperestiya kurd coxrafya gelekî girîng e. Kurd dibêjin ‘em xwediyê vê axêne‘ ku ev yek ji bo piraniya neteweyên Rojhilata Navîn ne wiha ye.“ Ereb û tirk nikarin bêjin ‘em xwediyê vê axê ne‘ ji ber ku ew paşê hatine ser vê axê.” Sirgûn ji bo gelekî …

Bêtir »

Demên Kuştinê: Divê Awistralya bi qirkirina gelê aborîcîn re rû bi rû bimîne

Demên Kuştinê raporteke taybet a rojnameya Guardian a li ser Awistralyayê ye ku mebesta wê berhevkirina agahiyan ên ji bo eşkerekirina rastiyan e. Wekî ku pêşiyên her du aliyan jî dibêjin, ev ne bi tenê çîroka zalimane ya xwînrijandinê ya sedsalan e lê çîroka berdêlên însanî ne Çîrokên “demên kuştinê” …

Bêtir »

Jinek xwecî ji bo Parlamentoya Brezîlyayê hat hilbijartin

Brezîlya ji damezrandina xwe û heta aniha bi binpêkirinên mafên gelên xwecî tê naskirin. Dewlet û şîrketên mezin ên neteyî û navneteweyî bi mebesta bidestxistina dewlemendiya binerdê û sererdê her dem li ser axa xwecî kolonîzasyoneke berfireh meşandine. Lê îcar gelên xwecî yên ku piraniya wan li herêmên Amazonê dijîn, …

Bêtir »

Daxwaza maoriyan a ji bo serdestiyê 180 sal in didome

Hejmara van nameyên dîrokî di ser 700’î re ye û aniha ketiye nav arşîva înternetê ya Konseya Aucklandê. Robert Eruera yek ji berpirsê parastina kelepûra maorî ye û di vê mijarê de ji Radyoya Zelandaya Nû ye wiha axivî ye: “Ew wekî pencereyên demê ne ku hûn dikarin tê de …

Bêtir »

Hazara: Kêmareke etnîk û olî ya Afganîstanê

Hazarajat heta dawiya sedsala 19’emîn herdem serbixwe an xweser bûye. Lê di dawiya vê sedsalê de, rêvebirê Afganîstanê Abdurehman pergala desentralîze û xweser a hemû herêman betal kiriye. Hazara (bi farisî: hazaragî) komeke etnîk ê Afganîstanê ne û li herêma bi navê Hazarajat (Hazarîstan) a li navenda welat dijîn. Nifûsa …

Bêtir »

Birînên jenosîda gelên Namîbyayê hîn vekirîne

Parzemîna herî zêde rastî mêtingeriya (kolonyalîzm) Ewrûpayê hatiye Afrîka’ye. Dewletên mêtinger ên ewrûpî ne tenê dest danîne ser hemû çavkaniyên aboriyê yê parzemîna reşik lê li dijî hin komên etnîk jenosîdê mezin jî pêk anîne. Du ji van koman herero û nama ne û digel kêmbûna hejmara xwe  hîn li …

Bêtir »

Nasnameya talîşiyên Azerbaycanê di ber xwe dide

Talîş, navê komeke etnîk ê li herêmeke li başûrê Azarbaycanê û bakurêrojavayê Îranê ye. Li vê herêma çiyayî ya li ser sînorê Îranê bi sedan salane vî gelî dijî. Zimanê vê herêmê talîşî ye ku ji aliyê UNESCO’yê ve wekî zimanekî dike rastî xetereyê bê tê nîşandayîn. Ji ber tunebûna …

Bêtir »

Durzî netew-dewletê qebûl nakin

Piraniya netew-dewletên li Rojhilata Navîn di krîzê de ne. Li aliyekî din jî dewleteke din bi awayekî fermî dixwaze bibe netew-dewletekê. Îsraîl bi qanûneke nû kurtedemek berê diyar kiribû ku ew dewleta cihûyan e. Ev gav di serî de ereban, durziyên li welat aciz dike. Durziyên bi fikar vê hefteye …

Bêtir »